ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê, bi armanca piştevaniya karkerên Flormar ên ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin û 222 rojin di çalakiyê de, bang li hemû kesan kirin ku Flormar boykot bikin.
Platforma Jinan a Îzmîrê, bi armanca piştevaniya karkerên Flormar ên ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin û 222 rojin di çalakiyê de, li ber mexazeya Flormar a Alsancakê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Jinên karker ên ÎZBAN ên di grevê dene û gelek jinên di rê de derbas dibûn piştgrî dan daxuyaniya platformê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne Flormor, berxwedan xweşik dike” hat vekirin û dirûşmeya “Sendîka mafe, nayê asteng kirin” û “Karkerên Flormar sembola berxwedanê ne” berz kirin.
'EM GEL BERXWEDANA KARKERÊN FLORMAR’Ê NE'
Endama Platformê Hatîce Çoruk di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi her awayî maf û keda karkerên Flormar tê xwarin. Bi salene dixebitin, lê bi awayekê wekhev maeşê wan nayê dayîn. Ligel bêmafî û kedxwariya heyî, ji ber ku endamên sendikayê ne ji kar hatin derxistin. Îro 222 rojin karkerên Flormar li ber xwe didin. Berxwedana di 15’ê Gulana 2018’an de dest pê kir, bi piştevaniyek mezin berdewam dike. Em dixwazin hemû mafên karkeran bê dayîn. Em li vê derê carek din bang li hemû kesan dikin ku Flormar û Yves Rocher boykot bikin. Emê heya dawiyê li gel berxwedana karkerên Flormarê bin.”