ENQERE - Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya xwe ya hefteya 225’an de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna giran Hasan Alkiş ê li Girtîgeha Tîp F a Boluyê.
Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya hefteya 225’an li dar xist. Çalakî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHA) ê ya Enqerê pêk hat û çalakgeran pêşmalkên “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî” li xwe kirin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ÎHD’ê Nuray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê bi nexweşîna “Behçet” Hasan Alkiş ê li Girtîgeha Tîp F a Boluyê.
Çevîrmen, derbarê nexweşiya Alkiş de ev agahî dan: “Vê nexweşiyê avêtiye çavê çepê demarên meşiya Alkiş. Ji ber vê yekê du caran felç derbas kiriye. Di encama dermankirinek dirêj de, Alkil hinek bejî dikare mil û lingê xwe hereket bike. Çavên wî ji ber edabê tim tên girtin. Ligel dermanên ji bo Alkiş hatin dayîn jî, edaba bi dawî nebû. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, di sala 2015’an de, Desteya Tenduristiya Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê rapor da Alkiş. Li gorî raporaê Alkiş ji sedî 43 astengdare. Dîsan nexweşiyên Alkiş ên dil û tansiyona bilind hene. Ligel ku ji dilê xwe hat emeliyatkirin jî, hîna pirsgirêka dil dijî. Divê Alkiş li nexweşxaneyek pir baş bê derman kirin.”
MAFÊ JIYANÊ TUNE TÊ HESIBANDIN
Çevirmen, anî ziman ku mafê jiyanê pîroze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hevpeymanên navneteweyî de ev maf divê bê parastin. Lê di pêvajoya niha de, mafên girtiyan tune tên hesibandin. Em bang li rayedaran dikin ku derbarê rewşa girtiyên nexweş de biçin çareseriyan.”