Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?

  • rojane
  • 14:08 22 Kanûn 2018
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn. Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz bang li Hevjîna Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan Emine Erdogan kir û got: “Emîne Xatin te qet kurê xwe Bilal winda kir? Na te winda nekir. Emîne û Bîlal li qesrê dijîn û li wir kolanan li me qedexe dikin. 
 
Dayikên Şemiyê bi armanca winda bên ditin kujer bên darizandin di hefteya 717’an de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan dîsa dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polisan beriya çalakiyê ketin û derketina kolanên diçin ÎHD'ê dorpêç kir. Tevi hemû astengiyan dayikan bi wêneyên zarokên xwe çûn li şaxa ÎHD'ê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasaryê. Piştî polîsan destûr nedan dayikan, vê carê dayikan li pêş deriyê ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan tîşortên ku wêneyên zarokên wan ên winda li ser heye li xwe kirin û daxuyanî dan. Vê hefteyê gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de qûbeta Xwendekarê Çapemeniyê yê Zanîngeha Marmara Îsmail Bahçecî pirsîn û edalet xwestin. 
 
BIRAYÊ BAHÇECÎ: 24 SALIN DI AQILÊ MIN DE YE
 
Di çalakiyê de birayê Îsmail Bahçecî Umut Bahçecî, bi pirsa "Zarokên we jî yên li Zanîngehê dixwînin hene. Ger ku li welatê xwe bê kuştin hûn dê çi hîs bikin? Dê hişê we derkeve ne wisa? 24 salin ji aqilê min dernakeve. Ji hişê dayika min dernakeve. Bavê min ji qehra wî mir. Me li welatê xwe birayê xwe winda kir. Bila ji me bipirsin çima hûn li vir rûdinên?  Bila bêjin em dê êşa van mirovan çawa kêm bikin.  Êşa me  tevan yek e. Em hemû kesên li vir bûne wekî malbatekê. Herîn Mehmet Agar bigirin. Qatilê bariyê min e. Wî teslîmî darazê bikin. Ji xwe we canê min ji min stendiye. Çima hûn min digirin? 
 
Dayika Murat Yildiz  Hanife Yildiz jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Em li vir kî ne? Koma polîsan li vir çi dike? Em li vir li xizmên xwe yên hatin windakirin digerin. Xwîna me ya li kolanan hişk nabe. Şîna me ya li malê xelas nabe. Her roj mirovên me tên kuştin. Hemû kesên li vir di çalakiyê de, temenê wan ji yên polîsan mezintir in. Hin ji wan li neviyên xwe û hin ji wan li zarokên xwe digerin. Lê polîs li benda fermanekê ne ku êrîşî me bikin. Em dibêjin biçin Tansu Çiller û Mehmet Agar darizînin.' 
 
'EV WELAT BÛYE WELATÊ KOMKUJIYÊ'
 
Yildiz, da zanîn ku ev welat bûye welatê komkujiyê û wiha got: "Ev deriyê li pişt me deriyê mafên mirovan e. Li ber vî derî mirov nayên windakirin. Wan naxin poşetan û winda nakin. Ez dayik im. We mafê min ê dayikê ji destê min girtiye. Ez hêza xwe ji wîcdan û mafê xwe yê dayikbûnê distînim. Lê hûn heza xwe ji çop û keça xwe distînin. Dibe hûn min biçûk bibînin. Dê dilê min pir mezin e." 
 
TE QET BÎLAL WINDA KIR? 
 
Yildiz, bang li hevjîna Serokomar Emine Erdogan jî kir û wiha got: "Emîne Xanim te tu craî kurê xwe Bîlal winda kiriye? Te winda nekiriye. Bilal û Emîne li Qesrê ne. Em jî li kolanê ne. Ew li qesrê kolanê li me qedexe dikin. Kî pereyê van kolanan dideku tu van kolanan li me qedexe dike." Polîsan bertek nîşanî axaftinan da û gotin' Nekevin nava van axaftinan' Yildiz, bertek nîşanî polîsan da û got "Kes nikare Qadan li Hanife Yıldız qedexe bike." û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Piştre Xwişka Hasan Ocak Maside Ocak daxuyanî da. 
 
Di hefteya 717’emîn de Xwişka Hasan Ocak Medîne Ocak daxuyanî da û çîroka xwendekarê Zanîngeha Marmarayê ku beşa rojnamegeriyê dixwend Îsmaîl Bahçecî parve kir. Ocak, anî ziman ku malbata Bahcecî 24 salin li vê qadê li aqûbeta kurê xwe digere û wiha got: "Xwendekarê Zanîngeha Marmara ku beşa rojnamegeriyê dixwend Îsmail Bahçecî, di heman demê de Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiye bû. Ji ber nasnameya xwe ya polîtîk bi dehan caran hat binçav kirin. Di sala 1993'an de polîsan gelek caran li mala wan lêgerîn kir. Di 24'ê Kanûna 1994'an de kesek bi telefonê li malbata Bahçecî, geriyan û diyar kir ku Polîsan Îsmaîl binçav kirin û birin Midûriyeat Polîsan. Bav Şehmus Bahçecî bi lez çû Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe û serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê ya Stenbolê da.  Lê binçavkirina Îsmail înkar kirin û pişte 24 salin tu agahî ji îsmaîl nayê girtin. 
 
Ocak herî dawî destnîşan kir ku ew dest ji qada Galatasarayê bernadin û destnîşan kir ku ew dîsa qada Galatasarayê dixwazin. 
 
 
 
 

Sernavên din

24/12/2018
16:05 Prof. Fîncanci: Tu kes ji me bi qasî Cizîrê sûcek mezin nekir
15:47 TUAYDAR’a Çûkûrova: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:25 HDP'ê peyama Noelê da
15:24 Ji bo girtiyên jin kart şandin
15:18 Akpinar û Gezen hatin berdan
14:58 Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike
14:49 ESP’ê ji bo tevlîbûnên dozên Guven û Otlu bang kir
14:46 'Madem em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin?'
14:24 Endamên KESK’ê êrîşa nijadperest a li Sakarya şermezar kirin
13:41 Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne
13:13 Dengbêjên Botanê daketin Kolana Îstîklalê
12:47 Endama Dîwana KCD'ê Birtane şandin Girtîgeha Xarpêtê
12:38 KCD: Biryara DYA divê Kurdan ji bo ‘Yekitiya Neteweyî’ bixe nava tevgerê
12:34 Çalakiya reşkirina lembeyan û deng dest pê dike
12:17 ÎHD: Divê desthilatarî dev ji polîtîkayên nijadperestiyê berde
11:56 Helbestvan Tellî: Gelekan ez nas nedikirim xuya bû di kontrola polîsan de hatin
11:35 3 karkerên endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin
11:17 Di serdegirtinên malan ên çoltera Lîcê de 3 binçavkirin
11:08 Hunermend Akpinar û Gezen hatin binçavkirin
10:22 Jina hate şewitandin jiyana xwe ji dest da
10:10 ‘Doza Panzerê’ ya li Sîlopiyê ber bi dawî ve diçe
09:46 Prof. Dr. Fîncanci: Çi ji destê min bê ezê bikim têkoşîna min didome
09:22 Yenî Yaşam bi manşeta 'Erê em kurd in!' derket
09:06 Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin
09:05 Ji ber afîşê edaletê hat binçavkirin
09:05 Hezar û 58 tax û mezra di 2018’an de bi qedexeyan derbas kirin
09:04 ‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’
09:04 Sînemîllîoglu: Operasyona li dijî Rojava dê rêya parçekirinê veke
09:03 Wênesaz Bîlge: Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN
23/12/2018
18:38 Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan
17:42 Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e
15:56 Xebatkarê Rûdawê jiyana xwe ji dest da
14:34 Serokê DÎTAM’ê: Divê neteweya Kurd û mafê kesayetiyê bên naskirin
14:11 Di niqaşên butçeyê de 'Pirsgirêka kurd' derket pêş
13:55 HDP'ê xwest xezpa heq bê lekolînkirin
13:54 HDP’ê: Tifaqa AKP-MHP’ê zemînê jiyana hevpar dînamît dike
13:35 Walîtiya Sakaryayê têkildarî kuştina Sakçi daxuyanî da û êrîşkar parast
13:16 DAKP hevdîtina ‘Jin bi hevre bi hêzên” li dar xist
11:03 Tsûnamî li Endonezya rabû: 168 kes mirin 700 kes birîndar bûn
11:00 Sadak: Ergenekon û FETO aşkere bûn dê ev ekîb jî aşkere bibe
10:17 Welatiyan dibistan û ocaxa tenduristiyê xwest, qeyûm avahî û erazî firot
10:10 Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Kuzu: Bi fermana dewletê dosyeyan digirin
09:27 3 kurdên Avusturyayî 2 mehin li Navenda Paşveşandinê dîl hatine girtin
09:22 Lêgerîna tazî li rojnamevana hat binçavkirin ferz kirin
09:21 Rewşa esnafên Bazara Rûsê jî nebaş e
09:20 Derhêner Oz: Wexta gelê kurd azad bibe wê sînema jî azad bibe
09:19 Li Dersimê çanda sedan salan: Kofî
09:19 Pîlotê şer ê berê: Divê em biryara DYA'yê ji dêvla firsendê veguherînin piştevaniyê
09:18 Ji bo danişîna rojnamevan Sayilgan bang li saziyên çapemeniyê kirin
09:17 Kizilayê nehişt berasteng xwînê bide
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2018'AN
08:43 Li Amedê bandora mijê
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke