ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê dibin çavan de hat windakirin pirsî û got: “Gotina wî ya herî dawî ‘dê min serwinda bikin’ bû. Emê têkoşîna lêgerîna windahiyên berdewam bikin.”
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê, ji bo “Winda bên dîtin, faîl bên darizandin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” çalakiya xwe ya heftane ya 461’an li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê.
Endamên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û nûnerên STO beşdarî çalakiyê bû. Ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê Caner Canli, daxuyanî da û aqûbeta Serokê Federasyona Komelêya Xwendekarên Tirkiyeyê û Xwendekarê Dibistana Bilind a Çapemeniyê ya Zanîngeha Marmara Îsmaîl Bahçeci yê di 24’ê Kanûna 1994’an de li taxa Levent a Stenbolê ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin û winda kirin, pirsî.
'DAYIK Û BAVÊ WÎ LI HER DERÊ GERIYAN’
Canli, bal kişand ser çîroka Bahçecî û wiha bilêv kir: “Kesekê xwe weke hevalê Îsmaîl dide nasandin li malbatê digere û ji malbatê re dibêje polîsan Îsmaîl binçav kirin. Dûre dayik Fatma û bav Şehmûz li her derê li kurê xwe digerin. Lê hîna jî tu agahî ji bo malbatê nehatiye dayîn. Em ji vê derê bang dikin, emê li windayên xwe bigirin û emê bibin dengên wan. Emê bi rêbazên hiqûqî yên gerdûnî û di çarçoveya mafê mirovan de têkoşîna xwe her berdewam bikin.”
Piştî daxuyaniyê, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre çalakî bi dawî bû.