SÊRT - Endama DAIŞ'ê Ayşenûr Încî ku di lîsteya şîn de cih digirt û ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn, piştî 3 roj berê li sînorê xabûrê teslîm bû, serbest hat berdan. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, bibersivîne pirsname da Meclîsê.
Endama DAIŞ'ê Ayşenûr Încî 3 roj berê li deriyê Sînorê Xabûrê teslîm bû. Piştî îfade da serbest hat berdan. Beriya teslîm bibe Wezareta Karên Hundir ew di "Lîsteya Şîn a yên ji Terorê Lêgerîna wan Heye" de bicih kir û ji bo girtiwa wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat lê birîn. Încî piştî îfade da bi şertê kontrola edlî hat berdan. Piştî Ayşenur Încî Waliyê Şirnexê daxuyanî da û got: "Midûriyeta Polîsan a Şirnexê di xebatên deşifrekirina endamên DAIŞ'ê de Endama DAIŞ'ê ku ji bo xebatên DAÎŞ'ê bimeşîne ji Semsûrê çû Sûriyeyê û di lîsteya Şîn a xelata 1 milyon û 500 hezar TL lê hatiye birîn de cih digire Ayşenur İncî di 15'ê Kanûna 2018'an de li Sînorê Xabûrê hatiye binçav kirin. Piştî ew sewqi Hekîmtiya Sulh Ceza ya Şirnexe kirine bi şertê kontrola edlî serbest hatiye berdan."
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, bibersivîne pirsname da Meclîsê.
Beştaş, ev pirs ji Wezîr pirsîn:
* Endama DAIŞ'ê Ayşenur Încî, di lîsteya Şîn de cih digire û ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar TL hatiye dayîn. Bi kijan sedemê hatiye berdan? Kesek ku di lîsta Şînde cih bigire û Wezîrê Karên Hundir 1 milyon û 500 hezar TL xelat ji bo girtina wê dabe îzahata tasarrufa wê çiye? Bi berdana Ayşenur Încî gelo dixwazin endamên DAIŞ'ê bêtir rehet tev bigerin? Ayşenur Încî, gelo bi taahhuda ku serbest bê berdan teslîm bûye?
Ayşenur Încî bi kijan sûcan dihat lêgerîn. Der barê wê de dozên din hebûn? Endamên DAIŞ'e ku niha tên darizandin çiqas in? Darizandina wan di kijan astê de ye. Niha çend endamên DAIŞ'ê girtî ne. Çend endamên DAIŞ'ê ku dihatin darizandin beraet kirine. Endamên DAIŞ'ê ku der barê wan de biryara bê şopandina darizandinê hatine dayîn çend kesin? Der barê çend endamên DAIŞ'ê de biryara girtinê û binçavkirinê heye? Çend endamên DAIŞ'ê bi şertê kontrola edlî hatine berdan? Endamên DAIŞ'ê yên hewaret li Serokomar kirine û hatine girtin an jî doz li wan hatiye vekirin hene? "