AMED - Li Hênê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina polîs Nazim Tûncer hat birêve birin de, 6 kes hatin girtin.
Li navçeya Hênê ya Amedê, di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştina polîs Nazim Tûncer hat birêve birin de, A.Y., A.O., Î.N., A.O., T.O. û A.O. ên hatibûn binçavkirin, hatin girtin. 6 kesên şevê din sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Edliya Amedê hatin kirin, bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” hatin girtin.
Polîs Tûncer di 17’ê Kanûnê de li navçeyê hatibû kuştin.