STENBOL - Polîsan serê sibê bi ser mala xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Tuba Bulut de girtin û ew li malê binçav kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Tuba Bulut a li taxa Gazî ya Sultangazî de girt û li malê ew binçav kirin. Polîsên girêdayî TEM'ê saet di 01.00'an de bi ser mala Bulut de girt û ew birin Midûryeeat Polîsan a Stenbolê. Hat zanîn ku polîsan mal tev li hev kiriye û kilîtên ku li ser amblema Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) heye desteser kirine.