STENBOL – Rêveberên girtîgehê, pirtûkên Nivîskar Ahmet Huseyîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandirayê bi hinceta "Lekolîn dikin" nadin wî.
Rêveberên girtîgehê, 4 pirtûkên Nivîskar Ahmet Huseyîn ê 26 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandirayê dimîne, bi hinceta "Lekolîn dikin" nadin wî. Nivîskar Ahmet Huseyîn di sala 1971'an de li Efrînê ji dayik bû. Ahmet Huseyîn, ji sala 1992'an ve ji doza PKK girtî ye. Ahmet Huseyîn ku 26 salin li girtîgehên Meleti, Bartin û gelek girtîgehên din maye, niha li Kandira girtî ye û pirtûkên wî nadin wî. Pirtûkên Huseyîn, di cotmeha 2018'an de ji aliyê Weşanên Sitavê ve bi navê “Zayîna bi Amûre Sertûj”, “Dile Çar Dilî”, “Canheval” û “Axîna Dilistan” hatin çapkirin. Weşanxaneyê piştî pirtûkên Huseyîn çap kirin û jêre şandin, lê rêveberiya girtîgehê bi hinceta lêkolîn dike pirtûkên wî nadin wî.