STENBOL - Hejmara ewil a rojnameya "Halklarin Demokratîk Çoçugû" a Koma HDK'ê ya Kadikoyê derket. Bahadir Altan got: "Wê rojname cih bide hemû pirsgirêkên li welat."
Hejmara ewil a rojnameya "Halklarin Demokratîk Çoçûgû" derket. Rojname ji aliyê Koma Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Kadikoyê ve tê derxistin. Rojname ji rûpelekê pêk tê û li dîwarên li Kadikoyê tê zeliqandin û bi destan tê belavkirin. Di rojeva welat de çi hebe wê rojname wan akrîkaturîze bike û armanca wê ew e ku xwe bigihîne hemû derdorên civakê. Rojname wê 15 rojan carekê derkeve.
‘JI BO EM FIKRÊN XWE VEBÊJIN'
Yek ji kesên di nav koma rojnameyê derdixin de Bahadir Altan got: "Wekî Koma HDK'ê ya Kadikoyê me xwest em fikrên xwe û xemên xwe ji der û cînarên xwe, ji hemşeriyên xwe re vebêjin. Di vê serdemê de herkes bi telefon û tabletan pêwendiyê bi hev re datîne. Hema bêje çapemeniya nivîskî nayê xwendin. Em nifşên berê jî me xwest hin tiştên nivîskî ne di ekranan de lê li dîwaran bin. Ji dêvla bultenê me xwest em rojnameyeke dîwaran amade bikin û me xwest lehengekî vê jî hebe. Ji ber em di bin banê HDK'ê de hatine cem hevdu, me xwest navê wê 'Halklarin Demokratîk Çoçûgû' be."
Altan ji bo naveroka rojnameyê jî got: "Zayenda vî/ê zarokî/ê tune ye. Yanî ne keç ne jî kur e, tenê zarok e. Loma hin tiştên wê cuda ne. Yanî wê bibe ev zarok bibe wergerê fikrên me. Wê geh bigirî, geh nehsiyan bike û geh jî bikene. Çi tiştên me diêşîneî dikenîne, hestiyar dikin hebin wê di rojnameyê de cih bigirin." Altan, bilêv kir ku wê rojname cih bide hemû pirsgirêk û rojeva welat.
Yek ji kesên rojnameyê derdixe Mehmet Taha Denîz jî, got: "Pêwendî pêdiviyek e. Îjar di vê serdema ku pêwendî lawaz bûye de me xwest em çareseriyekê peyda bikin û peywira xwe bi cih bînin. Ji bo mirov qewimînên rû didin û rojevê bişopînin me dest bi xebateke wisa kir."
Şeref Dilaver jî da zanîn ku wê pêşî rojname li Kadikoyê bê belavkirin û got: "Wê rojname 15 rojan carekê derkeve, lê em difikirin wê bikin heftane. Divê hemû demokratên Tirkiyeyê xwedî li vê rojnameyê derkevin û bixwînin. Armanca me ew e em xwe bigihînin herkesî."