Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin

  • rojane
  • 09:09 22 Kanûn 2018
  • |
img
MEREŞ –Guler Erat, wexta bûyerên li Mereşê qewimîn 9 salî bû. Guler, dixwaze wehşeta qewimiye bi amûrên ji wê demê di dest de mane muzeyekê vebike.
 
Li gorî hejmarên fermî di bûyerên 19'ê Kanûna 1978'an de li Mereşê 111 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî hatin birîndarkirin. Yek ji şahidên wê demê Guler Erat e. Wexta bûyer qewimîn Erat 9 salî bû. Erat, xalî, kupurên rojnameyên wê demê, girtekên dadgehan ji wê rojê heta niha li cem xwe hiştiye û dixwaze ji bo wan muzeyekê çêbike. Erat, bilêv kir ku piştî bûyeran 3 sal şûnde diya wê miriye û sala çûyîn wê diya xwe di dîmenên arşîva TRT'ê de dîtiye. Erat got: "Ger komkujiya Mereşê çênebûya, belkî jî diya min hîn sax bûna." 
 
'DIKANDAR GULEYA EWIL BERDA' 
 
Erat, diyar kir ku di roja ewil a bûyeran de xwişkên wê dereng hatine malê. Erat, anî ziman ku ji ber dereng hatine malê bavê wê bi xwişkên wê re xeyîdiye û wê rojê hemû kesên di apartamanê de ketine malên xwe. Erat got: "Me perdeyên odeyên em lê rûnediniştin kişandin. Lê li odeya em lê rûniştbûn pere nehatibû kişandin. Em fikirîn kesên çekê berdin wê bera yên perdeyên wan hatine kişandin bidin. Xwişkak min di paceya odeyekê de potikekî dihejand da balê bikişîne. Wê kêliyê guleyek hat û xwişka min ji mirinê filitî. Paşê em ji malê derketin. Li kêleka me dikanek hebû. Bi salan me alvêr jê dikir, lê belê dikandar çek bera me da." 
 
‘BÊHNA NANÊ SOMIN' 
 
Erat, bilêv kir ku wan ji malê berê xwe daye qonaxa hikûmetê, lê belê li wir jî rageşiyeke mezin rû daye. Erat, diyar kir ku qederekê şûnde wan birine qişleyê û got: "Pîra min ji nexweşxaneyê bi sedyeyê anî bûn. Li wê qişleyê tişta herî zêde tê bîra min, bêhna nanê somin bû. Hîn jî ew bêhn tê min. Li wir min hez ji bêhna nanê somin kir. Niha jî li kuderê bêhna nanê somin bê, bûyerên li Mereşê tên bîra min. Li qişleyê ji bo me biçin tuwaletê me derxistin derve. Wexta ez çûm tuwaletê diya min jî bi min re hat. Lê wexta em ji qişleyê derketin diya min xwest ez çavê xwe bigirim. Nizanim ji bo çi bû. Lê komkujiyeke mezin çêbibû. Her hal ji bo çav li wê dîmenê nekevim, xwest ez çavê xwe bigirim." 
 
‘XEYALA MIN VEKIRINA MUZEYEKÊ YE' 
 
Erat, diyar kir ku piştî bûyeran elewiyan ji Mereşê koç kiriye, lê belê êdî jiyana wan ne jiyan berê bû. Erat, destnîşan kir ku bi salan wan ji tirsa nikaribû êşa xwe ya der barê komkujiyê de bînin ziman. Erat got: "Diviya me ev komkujî nedana jibîrkirin. Ji zarokatiyê ve xeyala min a herî mezin ew e ku vê komkujiyê nîşanî herkesî bidim. Xaliyeke me ya wê demê li cem min e, ev ji bo min pir biqîmet e. Min kupurên rojnameyê yên wê demê ku ez û malbata xwe tev de tê de ne veşartin. Girtekên dadgehan ên wê wextê hene. Xeyala min ew e muzeyekê vebikim. Û tiştên ji wê demê mayî di vê muzeyê de berpêş bikim. Dixwazim komkujiyê ji nifşên nû re vebêjim. Dixwazim li muzeyê wê wehşetê bi amûrên li cem xwe vebêjim." 
 
DIYA XWE DI ARŞÎVA TRT'Ê DE DÎT 
 
Erat, anî ziman ku piştî bûyeran 3 sal şûnde diya wê miriye û wê par di dîmenên arîva TRT'ê de diya xwe dîtiye. Erat got: "Piştî 40 salan şûnde min ew dît. Ji ber wê çaxê zarok bûm, diya min pir nayê bîra min. Par min ew di dîmenan de dît, heta sibehê ranektim." Erat, bilêv kir ku ger komkujiya Mereşê neqewimiyana belkî diya wê hîn jî sax bûna. Erat got, daxwaza wê ew e ku êdî li vî welatî komkujî pêk neyên. 
 

Sernavên din

24/12/2018
16:05 Prof. Fîncanci: Tu kes ji me bi qasî Cizîrê sûcek mezin nekir
15:47 TUAYDAR’a Çûkûrova: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:25 HDP'ê peyama Noelê da
15:24 Ji bo girtiyên jin kart şandin
15:18 Akpinar û Gezen hatin berdan
14:58 Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike
14:49 ESP’ê ji bo tevlîbûnên dozên Guven û Otlu bang kir
14:46 'Madem em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin?'
14:24 Endamên KESK’ê êrîşa nijadperest a li Sakarya şermezar kirin
13:41 Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne
13:13 Dengbêjên Botanê daketin Kolana Îstîklalê
12:47 Endama Dîwana KCD'ê Birtane şandin Girtîgeha Xarpêtê
12:38 KCD: Biryara DYA divê Kurdan ji bo ‘Yekitiya Neteweyî’ bixe nava tevgerê
12:34 Çalakiya reşkirina lembeyan û deng dest pê dike
12:17 ÎHD: Divê desthilatarî dev ji polîtîkayên nijadperestiyê berde
11:56 Helbestvan Tellî: Gelekan ez nas nedikirim xuya bû di kontrola polîsan de hatin
11:35 3 karkerên endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin
11:17 Di serdegirtinên malan ên çoltera Lîcê de 3 binçavkirin
11:08 Hunermend Akpinar û Gezen hatin binçavkirin
10:22 Jina hate şewitandin jiyana xwe ji dest da
10:10 ‘Doza Panzerê’ ya li Sîlopiyê ber bi dawî ve diçe
09:46 Prof. Dr. Fîncanci: Çi ji destê min bê ezê bikim têkoşîna min didome
09:22 Yenî Yaşam bi manşeta 'Erê em kurd in!' derket
09:06 Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin
09:05 Ji ber afîşê edaletê hat binçavkirin
09:05 Hezar û 58 tax û mezra di 2018’an de bi qedexeyan derbas kirin
09:04 ‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’
09:04 Sînemîllîoglu: Operasyona li dijî Rojava dê rêya parçekirinê veke
09:03 Wênesaz Bîlge: Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN
23/12/2018
18:38 Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan
17:42 Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e
15:56 Xebatkarê Rûdawê jiyana xwe ji dest da
14:34 Serokê DÎTAM’ê: Divê neteweya Kurd û mafê kesayetiyê bên naskirin
14:11 Di niqaşên butçeyê de 'Pirsgirêka kurd' derket pêş
13:55 HDP'ê xwest xezpa heq bê lekolînkirin
13:54 HDP’ê: Tifaqa AKP-MHP’ê zemînê jiyana hevpar dînamît dike
13:35 Walîtiya Sakaryayê têkildarî kuştina Sakçi daxuyanî da û êrîşkar parast
13:16 DAKP hevdîtina ‘Jin bi hevre bi hêzên” li dar xist
11:03 Tsûnamî li Endonezya rabû: 168 kes mirin 700 kes birîndar bûn
11:00 Sadak: Ergenekon û FETO aşkere bûn dê ev ekîb jî aşkere bibe
10:17 Welatiyan dibistan û ocaxa tenduristiyê xwest, qeyûm avahî û erazî firot
10:10 Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Kuzu: Bi fermana dewletê dosyeyan digirin
09:27 3 kurdên Avusturyayî 2 mehin li Navenda Paşveşandinê dîl hatine girtin
09:22 Lêgerîna tazî li rojnamevana hat binçavkirin ferz kirin
09:21 Rewşa esnafên Bazara Rûsê jî nebaş e
09:20 Derhêner Oz: Wexta gelê kurd azad bibe wê sînema jî azad bibe
09:19 Li Dersimê çanda sedan salan: Kofî
09:19 Pîlotê şer ê berê: Divê em biryara DYA'yê ji dêvla firsendê veguherînin piştevaniyê
09:18 Ji bo danişîna rojnamevan Sayilgan bang li saziyên çapemeniyê kirin
09:17 Kizilayê nehişt berasteng xwînê bide
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2018'AN
08:43 Li Amedê bandora mijê
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke