ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN

 
* Li Geverê gundiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber qedexekirina zozanan bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Gundiyan, bilêv kir ku ev rewş zivistanê jî dewam dike û naxwazên bihara bê zozanên wan qedexekirî bin. 
 
* Li Îdirê piştî gaza xwezayî û komir hatin zemkirin, welatiyên rewşa wan a aborî nebaş e dest bi şewitandina sergîn û tepikan kirin. 
 
* "Gaxend" ku ji aliyê hin gelên Mezopotamyayê ve tê pîrozkirin û tê wateya verêkirina sala berê û pêşwazîkirina sala nû, ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Di dema Gaxendê de jin tên cem hevdu û bi awayekî komunal tev digerin.
 
* Hejmara ewil a rojnameya "Halklarin Demokratîk Çoçugû" a Koma HDK'ê ya Kadikoyê derket. Bahadir Altan got: "Wê rojname cih bide hemû pirsgirêkên li welat." 
 
* Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmûş nerazîbûn nîşanî giştînameya dawî ya der barê karta çapemeniyê ya zer da û got: "Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be." 
 
* Guler Erat, wexta bûyerên li Mereşê qewimîn 9 salî bû. Guler, dixwaze wehşeta qewimiye bi amûrên ji wê demê di dest de mane muzeyekê vebike.
 
* Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz, diyar kir ku piştî gefên Tirkiyeyê yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din divêtiya ji bo yekîtiya netewî ya kurd derketiye holê û got: "Li hemberî êrîşên li dijî destkeftiyên kurdan yekîtî hewce ye û tiştekî lezgîn e." 
 
* Aborîzan Gaye Yilmaz, diyar kir ku di nav krîzên aborî de pêvajoya herî bi buhran stagflasyon e û rewşa aboriya Tirkiyeyê jî niha di vê pêvajoyê de ye. Yilmaz got wê AKP piştî hilbijartina herêmî berê xwe bide ÎMF'ê û wê fatûreya derkeve holê jî li civakê bê ferzkirin. 
 
* Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 717’an de çalakiya Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
 
* Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan ji bo aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin dê li avahiyên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê di hefteya 515'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
 
* Şaxa Egîtîm Sen a Amedê, dê derbarê serlêdanên 6'emîn "Pêşbirka Helbestvan Arjen Arî" de, li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)
 
* Sazî û komeleyên Elewiyan, dê bi boneya 40'emîn Komkujiya Merêşê li Taxa Cemevî ya Mereşê bernameyek bîranên li dar bixe. (12.00)
 
* Şaxa ÎHD'a Amedê, ji bo balê bikşîne rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dest bi greva birçîbûna bêdawî û bêdorveger kiribû û çalakiya wê di roja 45'emîn de berdewam dike, dê civîna  çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
 
 * Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan yên Îzmirê bi armanca balê bikişînin ser windayan û girtiyên nexweş dê di hefteya 461'an de li navçeya Konakê li pêş avahiya Serokwezîriyê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
 
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 352'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
 
* DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, bi dirûşmeye "Li dijî xizantiyê, bê kariyê û bê ewlekariyê bi hevre têkoşîn" dê li Qada Azad a Bakirkoyê mîtîngeê li dar bixin. (14.00)
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/12/2018
16:05 Prof. Fîncanci: Tu kes ji me bi qasî Cizîrê sûcek mezin nekir
15:47 TUAYDAR’a Çûkûrova: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:25 HDP'ê peyama Noelê da
15:24 Ji bo girtiyên jin kart şandin
15:18 Akpinar û Gezen hatin berdan
14:58 Bîlgen: Zimanê siyaseta Enqereyê rê li ber dijminiyê vedike
14:49 ESP’ê ji bo tevlîbûnên dozên Guven û Otlu bang kir
14:46 'Madem em xwişk û bira ne çima tenê kurd tên kuştin?'
14:24 Endamên KESK’ê êrîşa nijadperest a li Sakarya şermezar kirin
13:41 Gelên Sûrî di lêgerîna azadiyê de netewe jî di lêgerina parkirinê de ne
13:13 Dengbêjên Botanê daketin Kolana Îstîklalê
12:47 Endama Dîwana KCD'ê Birtane şandin Girtîgeha Xarpêtê
12:38 KCD: Biryara DYA divê Kurdan ji bo ‘Yekitiya Neteweyî’ bixe nava tevgerê
12:34 Çalakiya reşkirina lembeyan û deng dest pê dike
12:17 ÎHD: Divê desthilatarî dev ji polîtîkayên nijadperestiyê berde
11:56 Helbestvan Tellî: Gelekan ez nas nedikirim xuya bû di kontrola polîsan de hatin
11:35 3 karkerên endamên sendîkayê ji kar hatin avêtin
11:17 Di serdegirtinên malan ên çoltera Lîcê de 3 binçavkirin
11:08 Hunermend Akpinar û Gezen hatin binçavkirin
10:22 Jina hate şewitandin jiyana xwe ji dest da
10:10 ‘Doza Panzerê’ ya li Sîlopiyê ber bi dawî ve diçe
09:46 Prof. Dr. Fîncanci: Çi ji destê min bê ezê bikim têkoşîna min didome
09:22 Yenî Yaşam bi manşeta 'Erê em kurd in!' derket
09:06 Malbatên Roboskî: Hem zarokên me kuştin û hem jî me didarizînin
09:05 Ji ber afîşê edaletê hat binçavkirin
09:05 Hezar û 58 tax û mezra di 2018’an de bi qedexeyan derbas kirin
09:04 ‘Ya em ê bibin yek ya jî em ê yek bi yek tune bibin’
09:04 Sînemîllîoglu: Operasyona li dijî Rojava dê rêya parçekirinê veke
09:03 Wênesaz Bîlge: Ev civak nikare wênesazan hilgire û xwedî bike
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2018'AN
23/12/2018
18:38 Aslan: Em deng bidin dengê girtiyan
17:42 Temellî: Li Tirkiye tenê terorek heye ew jî 17 terorîstên malbata Şenyaşar qetil kirin e
15:56 Xebatkarê Rûdawê jiyana xwe ji dest da
14:34 Serokê DÎTAM’ê: Divê neteweya Kurd û mafê kesayetiyê bên naskirin
14:11 Di niqaşên butçeyê de 'Pirsgirêka kurd' derket pêş
13:55 HDP'ê xwest xezpa heq bê lekolînkirin
13:54 HDP’ê: Tifaqa AKP-MHP’ê zemînê jiyana hevpar dînamît dike
13:35 Walîtiya Sakaryayê têkildarî kuştina Sakçi daxuyanî da û êrîşkar parast
13:16 DAKP hevdîtina ‘Jin bi hevre bi hêzên” li dar xist
11:03 Tsûnamî li Endonezya rabû: 168 kes mirin 700 kes birîndar bûn
11:00 Sadak: Ergenekon û FETO aşkere bûn dê ev ekîb jî aşkere bibe
10:17 Welatiyan dibistan û ocaxa tenduristiyê xwest, qeyûm avahî û erazî firot
10:10 Parêzerê Doza JÎTEM’ê ya Qoserê Kuzu: Bi fermana dewletê dosyeyan digirin
09:27 3 kurdên Avusturyayî 2 mehin li Navenda Paşveşandinê dîl hatine girtin
09:22 Lêgerîna tazî li rojnamevana hat binçavkirin ferz kirin
09:21 Rewşa esnafên Bazara Rûsê jî nebaş e
09:20 Derhêner Oz: Wexta gelê kurd azad bibe wê sînema jî azad bibe
09:19 Li Dersimê çanda sedan salan: Kofî
09:19 Pîlotê şer ê berê: Divê em biryara DYA'yê ji dêvla firsendê veguherînin piştevaniyê
09:18 Ji bo danişîna rojnamevan Sayilgan bang li saziyên çapemeniyê kirin
09:17 Kizilayê nehişt berasteng xwînê bide
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2018'AN
08:43 Li Amedê bandora mijê
08:37 Li Lîcê qedexeya derketina kolanan
22/12/2018
19:47 Ji ber got 'em kurd in' hat kuştin
17:02 Jinên Îzmîrî piştgirî dan karkerên Flormarê
16:42 Rêxistinên Elewî hatin Mereşê: Ji bo carek din dubare nebe em li vir in
16:07 Li çoltera Şirnexê tevgera leşkerî
16:00 Parêzerên Guven: Heya ku daxwazên wê bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomîne
15:24 Xwestin nexweşê Wernicke-korsakoffê bên berdan
14:53 ÎHD'ê aqûbeta Yeşilmen û Seven pirsî
14:53 Li Erdemli ji ber teqîna cismekê 5 zarok birîndar bûn
14:38 Balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Alkiş
14:08 Dayikên Şemiyê ji Emine Erdogan pirsîn: Te qet Bilal winda kir?
13:44 ‘Gotina wî ya herî dawî dê min serwinda bikin bû’
13:15 Ozsoy ê girtî: Grevên birçîbûnê dê mora xwe li sala 2019’an bixe
12:53 Îddia: Li Sîncanê 100 zarok birîndar bûn
12:13 DAIŞ'iya ji bo girtina wê 1 milyon û 500 hezar tl xelat birîn hat berdan
12:02 Zilamekî li Bûrsayê hevjîn û zarokê xwe kuştin
11:49 6 kes li Hênê hatin girtin
11:44 Girtiyan name şand: Yan emê tecrîdê bişkînin, an emê bişkînin
11:33 Polîsan Xebatkara Yenî Yaşamê Bulut binçav kirin
11:31 Pirtûkê nivîskarê girtî Ahmet Huseyin nadin wî
11:18 Cezayê dîsîplînê dan girtiyan
11:05 Dozger pankarta 'Ew hatin windakirin, wan ji bîr neke' sûc qebûl kir
10:55 Eskeran mala gund kirin qereqol
10:38 Di Rapora Cizîrê de ya bû sedema pê Fincanci ceza bikin: Rûmeta mirovan hatiye binpêkirin
10:36 Li Mêrsînê sera dibin ava baranê de man
09:34 Butçeya 'Yek zilamî' bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin
09:20 Hejmara ewil a rojnameya 'Halklarin Demokratîk Çocûgû' derket
09:14 Aborîzan Yilmaz: Wê AKP piştî hilbijartinê li deriyê ÎMF'ê bide
09:11 Aydenîz: Yekîtiya neteweyî ji bo kurdan nebe nabe
09:09 Dixwaze bi tiştên ji komkujiya Mereşê mayîn muzeyekê vekin
09:07 Serokê TGS'ê Dûrmûş: Rojnamevanî ne kartek e ku di bêrîkê de be
09:04 Pêşwazîkirina sala nû: Cejna Gaxendê
09:03 Dîsa li sotemeniya xwezayî vegeriyan
09:00 Naxwazin bihara bê jî zozananên wan qedexe bin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2018'AN
21/12/2018
16:32 DHA’yê Fîlmê Bakur wek dîmenê ‘operasyonê’ da serwîskirin
16:22 Baroya Amedê: Bi îşkenceyê xwestine 4 kes sûc qebûl bikin
15:30 HDP û DBP'ê binçavkirin şermezar kirin
15:01 Hêzên Asayışê Nûçegîhanê ROJNEWS'ê binçav kirin
14:54 Asayişa Silêmaniyê 30 ciwan binçav kirin
14:29 Komkujiya Mereşê birîna wîjdanê me ye
14:04 Şêniyên Dirbêsiyê beşdarî çalakiya Serêkaniyê bûn
13:41 Leyla Guven: Ez û hevalê xwe em ê bi ser bikevin
13:03 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Têcrîdkirina hiqîqû jî li tecrîdkirina civakî û fizîkî zêde kirin
12:48 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:41 Çalakgerên 8 rojan dibin çavan de man: Emê paşve gav ne avêjin
12:21 Li Ewropayê xelat, li Tirkiyeyê fezleke