SILÊMANÎ - Hêzên Asayışê Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Rojê (ROJNEWS) Berhem Letîf dema çalakiya Tevgera Gencanî Welatparêz dişopand, binçav kirin.
Tevger Gencanî Welatparêz, îro xwest ku li kolana Seholeke ya Silêmaniyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, xwepêşandanekê lidar bixe û daxuyaniyê bide çapemeniyê. Lê hêzên Asayîşê destur nedan û nêzî 30 ciwan binçav kirin. Di mudaxelekirina asayîşê de Nûçegîhanê ROJNEWS'ê Berhem Letîf ku xwepêşandan dişopand jî hat binçavkirin.