EDENE – Saziyên Elewiyan ên li Edeneyê bi minasebeta salvegera komkujiya Mereşê daxuyanî dan û diyar kirin ku komkujiya Mereşê birîna wîcdanê wan e. Rêxistinên elewî xwestin berpirsiyar bên darizandin.
Platforma Elewiyan a Edeneyê, der barê komkujiya Mereşê de li Parka Înonu daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên Platformê li parkê pankarta "Mereş komkujî ye. Birîna di wîcnadê me de ye. Em edaletê dixwazin û dixwain bê rûqalî hev" vekirin. Nûnerên HDP, ÎHD, CHP, EMEP, DGD'ê tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Hasan Mansur, axivî û diyar kir ku ji wîcdanê wan hêj xwîn diherike û birîna wîcdanê wan hêj ne kewiya ye. Mansur, anî ziman ku hevkarên herêmî û neteweyî rê li pêş dardbeya 12'ê Îlonê ya faşîst vekirin û xwest berirsiyarê komkujiyê bên dîtin û darizandin.