ENQERE - Bavê Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Gezî de ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Mûzaffer Sarisuluk jiyana xwe ji dest da.
Bavê Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Gezî de li Qada Kizilay a Enqerê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, Mûzaffer Sarisuluk duh bi şev ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Sarisuluk dê sibe (Şemî) piştî nîvro li gundê Beylîce yê navçeya Sûngûrlû ya Çorûmê bê definkirin.