WAN - Li Wanê serê sibê di serdegirtinên malan de 6 kesên dinav de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Okkeş Kava û Dayikên Aştiyê heyîn hatin binçavkirin.
Li Wanê serê sibê di serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Umît Dede, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Wanê Okkeş Kava, Alîkara Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Handan Karakoyûn, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Payîzava Sînem Malal, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Hemî Akdogan (Xemê) û Cahîde Olmez hatin binçavkirin.
6 kesên hinceta binçav kirina wan nehat zanîn li Midûriyeta Polîsan a Wanê tên girtin.