ŞIRNEX – Amirê Miduriyeta Navçeya Elkê jî di nav de şebekeyek ji 19 polîs û cerdevanan pêk tê ji ber 643 milyon TL bi rêya derqanûnî qezenc kirin e tên darizandin. Hemû bersûcan bi “terorê” parastina xwe kir.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê komek ji amirên polîsan, polîs û xizmên wan û cerdevan û xebatkarên Miduriyeta Mal a Navçeyê di nav de 19 kesên ji şebekeyekê pêk tên di navbera 2015-2018’an de di bin navê “Promosyona meaşê polîsên karmend” de 643 milyon TL bi rêya derveyî qanûnî pere komî serhev kirin. Ev şebeke ji Amirê Emniyeta Navçeyê Adnan Unsal, karmendên polîs Selahattîn Karakoç, Mehmet Karakaş, Taner Akin, Coşkun Kir, cerdevan Saît Durmuş, Fîkret Durmuş, Tahîr Durmuş, Alî Vural, Alî Kaş, Guven Demîr, Nur Dogan Kurt, Harun Karabiyik, hevjîna polîs Selahattîn Karakoç Afîfe Akyan Karakoç, dişa wî Ayşe Akyan, birayê wî Mukremîn Karakoç û Omer Ozkoca, Huseyîn Bugra Gelîr û Ozcan Karakoç pêk tê.
Ji sûcê “Rêxistina sûc avakirin, pere zîmetî xwe kirin, fîhilkirina hebûna mal ji sûc pêk tê, bi armanca sûc bikin rêxistin hatiye avakirin û bûne endam" doz li endamên vê şebekeye hat vekirin. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, hin bersûc bêyî darizandin pêk were hatine berdan û hin ji wan jî di danişîna ewil a dozê de hatine berdan.
Yek ji van navan jî Amirê Emniyeta Navçeyê Adnan Unsal e. Dema hat ser erka xwe tevî ku dizanibû pere derveyî qanûn jî tê berhevkirin, pereyê li ser xwe zîmet kirin para xwe jê girt. Unsal ji bo ku ji polîs Selahattîn Karakoç re bû alîkar hatibû girtin û piştî 9 meh girtinê bi hêceta “girtina dirêj” hat berdan.
Di rojên derbasbûyî de danişîna duyem a dozê hat dîtin. Harun Karabiyikoglu yê 538 hezar TL razandin hesabî jî hat tahliyekirin.
BELGEYÊN KÊM BI PEVÇÛNAN VE GIRÊDAN
Ji bilî bersûc Selahattîn Karakoç hemû bersûcên din sûcên li ser xwe red kirin û îdia kirin ku wan bi armanca bazirganiyê bi hev re kiriye xebitîne û pereyan bi deyn dane hev. Bersûcan ji bo parastina xwe belgeyan pêşkêşî dadgehê kir. Kêmasiya belgeyan jî bi pevçûnên di serdema qedexeyên derketina derve ku ji 2015’an dest pê kir û piştî wê dewam kirin ve girêdan.
‘HÛN FATÛREYAN NEBIRIN JÎ DIBE, JI BER KU KES KONTROL NAKE’
Bersûc Harûn Karabiyikoglu jî di parastina kir de wiha gotibû: “Ez tenê karê ticarete dikim. Min ji bo Midûriyeta Polîsan a Navçeyê teçhizata telekomunîkasyonê peyda kir. Malzemeyên min dişand li ser fîrmaya Veguhêzkar a Aras Îsmaîl fatûre dibirin û wisan qebûl dikirin.”
Karabiyikoglu, di diyalogek di navbera xwe û bersûc Selahattîn Karakoç ê polîs de derbas dibe jî, ev tişt gotin: “Selahattîn Karakoç, ji bo malzemeyên min ji bo Amîrtiya Navçeya Elkê peyda kiribûn li min geriya û got ‘Harûn tu dikarî van malzemeyên min ji te girtin, li ser fatûreyên fîrmaya Veguhêzkar a Aras Îsmaîl bibirî. Heta ji te were fatûreyan jî bi mîqtarek kêm bibire. Bi vî awayî bişîne. Em ê jî weke Amîrtiya Ewlekariya Navçeya Elkê weke ku me ew malzeme ji vê fîrmayê kirîbe emê nîşan bidin.’ Ez jî li fîrmayê geriyam û min ji wan xwest fatûreyan bibirin. Lê ji min re gotin ‘Pêwîsî bi birîna fatûreyan tumeye.’”
JI DERVEYÎ AGAHIYA MIDÛR KIRINE!
Bersûc Saît Durmuş ê di hesabgiriya Midûriyeta Maliyeta Navçeyê de memûr jî di îfadeya xwe ya da de wiha got: “Dema min dayîn dipejirandin, ji ber ku di kontrola mejî ya midûr debû, mîqtar qet nedihat kontrolkirin. Eşref Durmuş birayê mine. Li ser navê Ewlekariyê, karê çêkirina rêgiriyê dikir. Bi vê boneyê min Selahattîn Karakoç nas kir. Di dema mijara gotinê deye, bûyerên terorê li herêmê pir zêde bûn. Ji ber vê hat gotin ku dê dûre belgeyan bînin û wisan pere bidin. Me jî di çarçoveya agahiya midûrê mejî de muamele dikir.”
‘JI BER KU LI SER TERORÊ LÊHÛR BÛM, MIN JIBÎR KIR’
Amîrê Ewlekariya Navçeyê Adn an Unsal jî, di îfadeya dabû de wiha bilêv kir: “Li ser israra polîsan min raye da Selahattîn Karakoç. Tu eleqeya min bi nelirêtiyên hatine kirin re tuneye. Di serdema min de derbarê 2 nelirêtiyên 600 mîlyon TL û kisûr ên hatin kirin de, agahiya min tuneye. Ji ber ku li ser karê xwe yê terorê lêhûr bibûm, min jibîr kir kontrol bikim.”
'MIN BI TENA SERÊ XWE KIR’
Bersûc polîs Selahattîn Karakoç ê weke avakerê şebeke tê nirxandin, qebûl kir ku li ser xwe pere qeyd kirine û hemû kar jî bi tena serê xwe kiriye.
Di çarçoveya dosyeyê de, niha tenê polîs Selahattîn Karakoç û Mehmet Karakaş weke avakerên şebeke tên xuya kirin û xwediyên şîrketan Onder Karakoç, Guven Demîr û Nur Dogan Kurt jî girtîne. Darizandina bersûdan dê di 15’ê Adara 2019’an de berdewam bike.
MA / Ahmet Kanbal