ENQERE - Parlementerê berê Abdulbakî Erdogamûş, ji bo polîtîkaya Sûriyeyê ya Serokomar Erdogan û AKP'ê bilêv kir ku xeyal û utopyaya neo-osmanîtî ye. Erdogmûş, got divê AKP dev ji vê polîtîkaya xwe berde û li Sûriyeyê xweseriya kurdan biparêze.
Parlementerê ANAP'ê yê Amedê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, ji bo daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên der barê operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, ev daxuyanî tenê ne ji bo hilbijartina herêmî ne. Erdogmûş destnîşan kir ku AKP beriya her hilbijartinê rageşiyên wisa çêdike û bi vê li hundir bi netewperestiyê kampanyaya hilbijartinê bi rê ve dibe, lê belê sinyala vê operasyonê jî dewama xeyal û utopyaya neo-osmanîtiyê ye.
Erdogmûş, destnîşan kir ku di 7 salên şerê li Sûriyeyê de Erdogan û îktîdara AKP'ê tim bi polîtîkayên dabşeker, şidet û cihêkariyê tev digerin.
Erdogamûş, destnîşan kir ku fobiya kurd ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha didome. Erdogmûş, bilêv kir ku ev yek tenê ne li Tirkiyeyê li hemberî kurdên li Îran, Irak û Sûriyeyê jî wisa ye. Erdogamûş, diyar kir ku ev yek di çarçoveya divê kurd negihên mafên xwe yên xwebixwe rêvebirinê. Erdogmûş got: "Rewşa fiîlî ya li Iraqê derket holê, hinekî be jî polîtîkayên welatên li herêmê nerm kirin. Lê belê rewşa li Sûriyeyê derket, Tirkiyen bêtir adiz bû. Niha Birêz Erdogan OSO'ya ku bi pereyan çêkiriye wekî mutefîk qebûl dike. Lê kurdên li wir welatê xwe diparêzin û ji bo xweseriya xwe têdikoşin jî wekî terorîst îlan dike. Em ê vê nakokiya mezin çawa pênase bikin."
‘WÊ DI PÊŞEROJA VÊ ERDNÎGARIYÊ DE KURD HEBIN'
Erdogmûş, destnîşan kir ku di rewşa perçebûna Sûriyeyê de tiliya Tirkiyeyê heye û got: "Her wiha lêgerîneke ji bo Sûriyeya bê kurd jî heye. Wê yekparebûyîneke bêyî kurdan çawa çêbibe. Ji dêvla ku bi kurdan re ji bo yekpareyiyê tev bigere, radibe kurdan tune dihesibîne. Wê di pêşeroja vê erdnîgariyê de kurd hebin. Çawa duh hebûn lê dihatin tunekirin, wê di vê sedsalê de kes nikaribe wan tune bihesibîne û divê Tirkiye hay ji vê rastiyê hebe."
‘TIRKIYE DIXITIMÎNE'
Erdogmûş, anî ziman ku Tirkiye li herêmê ji bo çareserkirinê tev nagere, bereksê wê rêyên çareseriyê asteng dike û dixtimîne.
Erdogamûş, diyar kir ku DYA û hêzên emperyal ji bo berjewendiyên xwe yên kûrewî li Sûriyeyê ne. Erdogamûş, destnîşan kir ku di warê mudaxilekirina Rojavayê de dibe ku DYA û Tirkiye li hev bikin û got: "Di navbera DYA û Tirkiyeyê de îtifaqeke dîrokî heye. Bi salan e DYA li Tirkiyeyê veberhênaniyê dike. Wisa xuyaye wê DYA dev ji Tirkiyeyê bernede."
'DIVÊ XWESERIYA KURDAN BIPARÊZE'
Erdogmûş, destnîşan kir ku divê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de hin guherînan bike û got: "Ya divê Tirkiye bike, ew e ku xweseriya kurdên li wir biparêze. Wê ev yek di navbera Tirkiye û kurdan de bibe cihê derfeta aştî û diyalogeke nû. Ya wê vê bika an jî wê bi polîtîkayên xwe yên terorîzekirina kurdan rageşiya li wir kûrtir bike. Polîtîkaya aqilan e ew e Tirkiye û kurd bi hev re tev bigerin. Tirkiyeyeke bêyî kurdan nepêkan e."
Erdogmûş got: "Divê em li hemberî unsûrê mafê tayînkirinê yên her gelî bin pê dikin helwesteke sivîl û siyasal nîşan bidin. Niha ne kurd ne jî tikr vê yekê nakin. Ger gelan înîsyatîf bigirtana û hewl bidana, wê ev hêzên emperyal ev qasî ne xurt bûna. Li vê xakê dijminahiya li hemberî gelan û nasnameyan bi kêrî kesî nayê. Ger vê yekê zêdetir tev bidin wê ev pêl herkesî bide ber xwe."
MA / Berivan Altan