STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 774’an hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Muhdî Oztuzun ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 774’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an û vir ve her tim bi îdîaya “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye", “koster di tamîrê deye" “OHAL” û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengiyan tên û nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin.