STENBOL - OHP’ê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên Herêma Marmara yên li dijî şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, agahî dan û got: “Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bê dem û bêdormev û bêdem û durveger 199’in.”
Paltforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), rapora Herêma Marmara ya derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan amede kiribû ji raya giştî re eşkere kir. OHP’ê ji bo eşkere kirina raporê li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li ser xist.
KOME YEKEMÎN 103 KES BÛN
Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ê OHP’ê Prz. Ahmet Baran Çelîk, daxuyanî da û wiha got: “Li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê û yên herêma Marmara, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bidurveger hatibû kirin. Ji 16’ê Kanûnê û vir ve li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat kirin. Girtî di navbera 27’ê Mijdarê û 7’ê Kanûnê ji bo 10 rojan ketibûn greva birçîbûnê. Li girtîgehên herêmê bi giştî 103 girtî di koma yekemîn de ketin greva birçîbûnê.”
KOMA DUYEMÎN 73 KES BÛN
Çelik, anî ziman ku dinavbera 7-17’ê Kanûn de 73 girtî di koma duyemîn de ketin greva birçîbûnê û wiha bilêv kir: “Hejmara girtiyên dinavbera 18-27’ê Kanûnê yên ketin greva birçîbûnê de hîna nayê zanîn. 11 girtiyên li girtîgehên Kandira û Gebzeyê di 16’ê Kanûnê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvekirin kirin.”
BERÎ KU MIRIN RÛ BIDIN
Çelik, da zanîn ku desthilatdar berî ku grevên birçîbûnê bigihin asteke bi taloke divê bikevin nava tevgerê û wiha bi dawî kir: “Daxwazên girtiyan zelalin. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê û tecrîdên li girtîgehan bi dawî bibin. Ev daxwazên bingehîn ên maf û azadiyane. Divê çarçoveyê de divê ev daxwaz bên nirxandin û çareseriyek erênî bê avakirin.”