AMED – Hunermendê Kurd Azad Bedran û hunermenda Rûsî Svetlana bi klîba “Leyla” bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven.
Hunermendê Kurd Azad Bedran û hunermenda Rûsî Svetlana bi strana “Leyla” balê kişandin ser çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 43 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
Hunermend Azad Bedran bi kurdî stranê dibêje û hunermend Svetlana jî bi zimanê îngîlîzî dibêje. Hunermendan klîbê li Rûsyayê ne li studyo çêkiriye û li ser telefonê çêkirine.
‘STRANA ME BANG E’
Hunermend Azad Bedran ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Leyla Guven 43 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye û wan jî wek hunermendan xwestiye piştevaniya wê bikin. Bedran da zanîn ku ew ji bo bernameyekê çûye Rûsya û rewşa Leyla Guven ji hunermend Svetlana re parve kiriye û got: “Dema min rewşê ji Svetlana re got, bandorek li ser wê kir. Pişt re me bi hev re biryar da ku em vê stranê bikin klîb. Heke vîna gel û hevseroka saziya gel li zîndanê bedena xwe datîne ber mirinê, heke derfetên me tune bin jî divê em bi her awayî xwedî derkevin. Di heman demê de strana me bangeke xwedî derketinê ye jî
Gotinên stranên ji aliyê Ilyas Yucel ve hatiye nivîsandin û klîb bi muzîka gel a Rusya hatiye honandin.
Gotinên stranê wiha ne:
“LEYLA
Ji dozê re tu awaz û lîrî
Li ser histûyê neyar tu şûrî
Te pişta xwe da roja niştîmanî
Te nîşanda jin jiyan û azadî
Leyla alê hilde Leyla
Leyla dozê hilde Leyla
Leyla like an ocean leyla
Leyla be solution leyla
Hêviyê li milên zaroka barke
Zor û zextê li zîndana bi darke
Tu sirûda şoreşa meyî
Ramanê xwe bi mera hevalke"
Lînka klîba “Leyla” jî wiha ye: https://www.youtube.com
MA / Bîlal Guldem