KAYSERÎ – Dozgerê doza Komkujiya Beybahçeyê ya DAIŞ’ê pêk anî xwest kujer bên cezakirin.
Danişîna 6’emîn a doza Komkujiya Beyhaçeya Dîlokê ya bi piraniya wê zarok ku 56 kesan di teqîna DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da û kuştina 3 polîsan a ji aliyê DAIŞ’ê ve bi hêceta “ewlehiyê” neqlî Kayseriyê kiribû li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Dadgehê destûr neda çapemenî dozê bişopîne. Kujerên ji dozê tên darizandin tev li danişînê hatin kirin. Malbat û parêzerên xwe û Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul dozê şopandin.
Dozger nexwest îfadeyên mexdûr û muştekiyan bê sitendin. Dadger daxwaza dozger qebûl kir. Dozger mutala xwe da û xwest Fadîle Cabael û Hamza Çalikuşu yên hatin berdan bên girtin û Yunus Enes û Enes Kartaaş bên cezakirin.
Ji bo parêzerên muştekî parastina xwe bikin dadger danişînê taloqî 14’ê adara 2019’an kir.