Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê

  • rojane
  • 09:09 15 Kanûn 2018
  • |
img

AMED - Sekreterê TMMOB'ê Dogan Hatûn bal kişand ser texrîbata ji ber ava Bendava Dîcleyê û destnîşan kir ku ji ber hişyariyên meteorolojiyê esas nehatine girtin, di warê ekolojiyê de texrîbateke mezin rû daye. 

Li navçeya Gêl a Amedê piştî qalpaxeke Bendava Dîcleyê şikiya ava Çemê Dîcleyê 6 metreyan bilind bû. Ji ber vê piraniya Baxçeyên Hevselê û gelek erdên çandiniyê di bin avê de man. Her wiha li hin deveran av gihaşt ber malan û li derdora Pira Deh Derî ya Amedê gelek kargeh di bin avê de man. Ji ber bilindbûna avç gelek heywan bi avê re çûn û gelek masî jî mirin. Hat diyarkirin wê roja yekşemê 270 milyon metrekup av bê tehliyekirin. 
 
‘LI BENDAVÊ ENDEZYAR TUNE BÛN' 
 
Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Amedê Nîhat Noyan ku di nav heyeta li bendavê lêkolîn kir de cih girt, da zanîn ku li bendavê endezyar tune bûne, tenê peywirdarên ewlehiyê hebûne û her wiha nehiştine ew dîmen bigirin. Noyan got: "Dîmena me dît ev bû. Konsolosên pola yên qalpaxên bendavê bi betonê ve dikin hene. Ew konsolosên pola ji dîwar qetiyane. Wexta qetiyane makarayên bi xelatan qalpaxan vedikin û digirin qetiyane. Di asasê xwe de divê ev tişt pêk nehatana. Quwet çi dibe bila bibe divê neqetiyana. Lê qetiyane. Me ji peywirdarên wir pirsî, dibêjin asta avê pir bilind bû. Me qalpax bi qasî 40 santîmî vekiribûn. Careke din me xwest em vekin, lê qetiya." 
 
'ZIRARA MADDÎ' 
 
Noyan, destnîşan kir ku ji ber vê zirareke zêde ya maddî çêbûye û got: "Helbet ji ber li wir kes nemiriye em kêfxweş in. Hêvîdar im careke din bûyerên wisa neqewmin. Belê kes nemiroye, lê zirara maddî zêde ye. Amed di warê aborî de bajarekî xwe bi xwe têra xwe dike. Baxçeyên Hevselê zêde texrîb bûne. Her wiha hêla Fîskayayê jî di bin avê de maye." 
 
‘ÇIMA QALPAX NEHATIN KONTROLKIRIN?' 
 
Noyan, bilêv kir ku ev yek ji ber îhmalkariyê rûdaye û got: "Em wisa difikirin ku îhmalkarî heye. Yek; ji bo çi hiştin asta avê bilind bibe? Dudo; çima asta avê bilind bû, quwet zêde bûbe çima ev qalpax li ber vê quwetê nikaribûn xwe ragirin? Sisê; Ji bo çi bi awayekî perîyodîk konsolos, xelat, cihên qalpaxan nehatin kontrolkirin? Ev pirs ji bo me girîng in. Noqteyeke din jî; peywirdarên li wir der barê vê de pir ne serwext in. Me ev pirs li ser hevdu kirin û îhmalkarî bi çavan dihat dîtin. Pêşniyara me ew e ku herdu qalpaxên din jî bên kontrolkirin. Tenê ne yên vê bendavê yên hemû bendavan." Noyan, destnîşan kir ku divê personel jî baş bên perwerdekirin û zirara rû daye divê demidlest bê tespîtkirin û tazmînata welatiyan bê dayîn. 
 
‘HEMAN RÎSK JI BO QALPAXÊN DIN JÎ DERBASDAR E' 
 
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Endamê Platforma Parastina Baxçeyên Hevselê Dogan Hatûn jî, destnîşan kir ku hişyariyên meteorolojiyê esas nehatine girtin. Hatûn, diyar kir ku heman rîsk ji bo qalpaxên din jî derbasdar e û got: "Tê bîra we jî. Çend roj berê meteorolojiyê daxuynad wê baraneke zêde bê û divê tevrîd bên girtin. Lê belê me dît li bendavm tu tevdîr nehatine girtin. Li wir ji xeynî polîs û leşkeran em rastî tu peywirdarî nehatin. Lê me bendav dît. Li gorî daxuyaniyên rayedaran, wexta av zêde dibe hewl didin qalpaxan vekin. Wexta vedikin konsolosên qalpaxan tevî xelatan diqetin. Qalpaxeke gelek mezin. Giraniya wê zêdetirî 50 tonî ye. Bi qasî me dît bi awayekî peryodîk ev qalpax nehatine kontrolkirin. Niha heman rîsk ji bo herdu qalpaxên din jî derbasdar e." 
 
‘TEXRÎBATA EKOLOJÎK ZÊDE YE' 
 
Hatûn, anî ziman ku texrîbata ekolojîk gelekî zêde ye û got: "Axirê tu kes nemiriye. Ji Cizîrê heta Bismilê me xwe gihand gelek kesan. Kes nemiriye. Lê belê texrîbata ekolojîk pir zêde ye. Jixwe we dît bê Baxçeyên Hevselê ketine çi halî. Pira Deh Derî qedexe kirin. Me rewşa pirê jî dît. Av nêzî 4-5 metreyan bilind bûye. Erdên çandiniyê zêde texrîb bûn. Çend gund hene hîn me agahî ji wan negirtine. Di navbera Palûkê û Bismilê de 6 gund hene. Bi çem vene. Duh em li AFAD'Ê geriyan, gotin me hişyar kiriye. Lê wê ev lehî herî kêm 3 rojên din jî deam bike. Divê tim welatî bên hişyarkirin. Dibe hem ketibin derdê canê xwe hem jî yê malê xwe. Heta ji dest tê divê welatî ji rewşên wisa bên dûrxistin. Piştî av vekişiya wê asta texrîbatê tam aşkere bibe." 
 
‘TEVDÎR TUNE NE' 
 
Hatûn, anî ziman ku li holê rîskeke mezin heye û got: "Eger bi awayekî perîyodîk kontrol neyên kirin û baran zêde bibare wê tesîrê li qalapxên din jî bike. Divê rayedar hay ji vê yekê hebin û li gorî wê tev bigerin. Me li bendavê tu pispor nedîtin. Û em nizanin kesên qalpaxên bendavê vedikin di warê teknîkê de çi qas serwext in. Bi qasî me dît di warê ewlehiya kar de tu tevdîr nehatine girtin." 
 
Her wiha Hatûn, diyar kir ku heman talûke ji bo Bendava Mûsilê jî derbasdar e û divê rayedarên dewletê di vî warî de bi rayedarên li Mûsûlê re jî hevdîtinê çêbikin. 
 
Hatûn, destnîşan kir ku pêdivî bi bendavan tune ye û got: "Bendav talûke ne. Dibêjin ji bo pêdiviya ceryanê. Li hinderan bendavên avê hene, lê belê pêdiviya ceryanê tenê ne ji ber bendava ye. Dikarin bi awayekî din peyda bikin. Enerjiyên alternatîf hene. Jixwe di rewşeke wisa de çêkirina bendavê çewt e. Bi salan e em dibêjin pêdivî bi bendavan tune ye. Ev rêya xwe dibîne û bi xwe re hemû tiştî jî dibe. Ev rastiyeke xwezayê ye. Ji bilî xwe tu tiştî qebûl nake. Ger texrîbatek hebe, berê vê texrîbatê dibe. Loma divê tevdîr baş bên girtin." 
 
MA / Lezgin Akdeniz

Sernavên din

18/12/2018
11:41 Gultan Kişanak jî li dijî tecrîdê ket grevê: Em nikarin bêdeng bimînin
11:12 Civaknazê Êzidî: Êrîşên li dijî şengalê berdewama komkujiya 73'emîn e
10:11 Hevşaredarê Tozanê hat binçavkirin
10:01 Aydenîz: Di hilbijartinê de dixwazin şer bikin propaganda xwe
09:24 Kaçmaz: Li Şirnexê 4-5 hezarên din jî tên qeydkirin
09:24 Şahidê 'Operasyona Vegera Li Jiyanê': Wê grevên birçîbûnê belav bibin
09:23 Krîzê bandor li yemenîvaniyê jî kir
09:21 Dozger 'gazîkirina alîgirên partiyê' wekî 'dadgeha gel' nirxand
09:21 Midûrê girtîgehê gef xwarin: 'Hûn ê bi saxî ji vir dernekevin'
09:20 'Dewlet naxwaze komkujî bên aşkerekirin'
09:19 Rojnameya Evrenselê: Paşê em ê dîsa hejmara rûpelan zêde bikin
09:18 Îdîya 'Pêşmergeyên Roj li ser fermana Tirkiye ketin Bakurê Sûriye'
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2018'AN
17/12/2018
23:55 Rojnamevan Candemîr hat berdan
19:02 Ji bo Bendava Dîcleyê qalpax anîn
16:59 Rojnameger Evren jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî kir
16:52 Rojiya mirinê ya Karabak û Yildirim di roja 92’an de ye
16:42 Rojnameger Oktay Candemîr hat binçavkirin
16:31 Heyeta PSK'ê serdana HDP'ê kir
16:28 Temellî: Heta tercîda Îmraliyê ranebe demokrasî nayê vî welatî
16:06 Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya bêdem û bêdorveger dest pê kir
16:05 Dermankirina girtiyê nexweş Kemal Ozelmali didome
15:53 Ji girtiyên nexweş re kart şandin
15:18 Mamosteya wêneyê xizaniyê parve kir, ji peywirê hat girtin
15:17 Odeya Bijîşkên Amedê banga danişîna hekîman kir
14:24 Hemû projeyên bendav û HES’ên li Munzurê hatin betalkirin
14:24 Li Stenbolê 2 kes hatin binçavkirin
13:56 Dadgeha Rihayê ceza li siyasetmedaran barand
13:38 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
13:10 Macarîstan dê 200 esker li Herêma Federe a Kurdistanê bi cih bikin
12:57 7 sal û 5 meh ceza li nivîskar Hamîde Yigît hat birîn
12:29 Hêzên Navdewletî dixwazin krîzê li gorî xwe bi rêve bibin
Tirkiye jî armanc dike li diî Idlibê kurdan bê statu bihêlin
11:56 Kedkar: Çareseriya krîza aborî aştiya bi kurdan re pêkan e
11:14 330 hezar kes li bêkaran zêde bûn
10:32 Rojnameya Evrenselê buha nekir lê rûpel kêm kirin
10:04 Hevjînê dayika Taybet: Xwezî ew gule li dilê min biketa
09:47 36 hezar welatiyên Sûriyê dê di 31'ê Adarê deng bidin
09:24 ‘Me ji bo lêkolînê bikaranîna kîmyesalê serlêdan kir, em li benda raporê ne’
09:23 Li Êlihê, daxuyaniyê çapemeniyê kirin bi pere!
09:22 ‘Herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin’
09:21 Pereyên Şaredariya Midyedê bi ku ve diçin’
09:21 110 saliye, 5 zarok û 30 neviyên wê hene, lê hêj qeyda wê tuneye
09:20 Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef: Sedefkarî paşve diçe
09:19 Hevserokê DBP’ê Arslan: Çareseriya pirsgirêka Kurd di rakirina tecrîdê re derbas dibe
09:18 Kaya yê 18 salin şopa îşkence li heye: Divê ji bo dengê Guven her tişt bê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2018'AN
16/12/2018
17:39 Li Efrînê çalakî: 10 komên çekdar hatin kuştin
17:15 Gelê Dêrik û Girê Spî êrîşa Tirkiye ya li dijî Mexmûr û Şengalê şermezar kirin
16:50 Hevserokê Giştî yê KESK'ê Bozgeyîk: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
16:22 Ozsekmenler: Em dê ji herêmê de dest bi guhertinê bikin
15:51 HDP li Îskenderûnê bi gel re hat cem hev
15:46 Kedkar li dijî krîza aborî herikîn qada îstasyonê
14:22 Li Şirwanê ji eskerên derketibûn operasyonê 10 jê birîndar bûn
14:16 Li Efrînê teqînek mezin pêk hat
13:54 Bûldan: Gever dê qeyûmên erîşî nirxan dike bişîne Enqereyê
12:19 Prz. Esra Kiliç: Di bin çavan de muwekîlên min derb kirin
12:10 Yolerî: Îhlalên mafan li Stenbolê ji 320'an derket 703'an
11:23 Li Girtîgehan koma sêyemîn greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dewir girtin
10:20 Ji bo rêveberiya herêmî Serlêdanên HDP'ê didomin
09:07 AKP beriya hilbijartinê polîs û eskeran li nifûsa Şirnexê qeyd dike
09:05 Li girtîgeha Xarpêtê bi hinceta 'ewlehiyê' pirtûkên kurdî nadin girtiyan
09:03 Zivistana li vir dijwar e, lê dîsa jî roj di 5'an de dest pê dike
09:01 Salvegera 70'yemîn a Peymana Mafên Mirovan û krîza di warê mirovahiyê de
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2018'AN
15/12/2018
21:41 Partiyên kurdan êrîşên li hemberî Şengal û Mexmûrê şermezar kirin
20:46 Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Wanê hatin berdan
20:39 Dema binçavkirinê ya 35 HDP'iyan hat dirêjkirin
19:42 'Girtiyê nexweş Ozdemîr nikare bi tena serê pêdiviyên xwe bi cih bîne'
18:11 Rêvebirê HDP'a Osmaniyeyê Babrak hat girtin
17:15 Kaya: Girtîgeh dest bi greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin
16:12 Buldan: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:53 Penaberê xebatkarê HDP’ê ‘Der sînor’ tê kirin
15:52 Şaxa ÎHD'ê ya Semsûrê kujerên faîlan pirsîn
15:44 Demîrtaş: Civaka Tirkiyeyê dê bigîhîje daraza bêalî
15:21 Li Stenbol û Îzmîrê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Mîtînga Çukurova ya KESK’ê dest pê kir: Emê bi hevre têbikoşin
15:10 Xizmên windayan xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin
14:50 TJA'yê ji bo Şengal û Mexmûrê bang li NY kir
14:42 ‘Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî berdin’
14:39 Jinan krîza aborî nîqaş kirin
14:29 Mala Mamosteyan a Meletiyê destûr neda panela mafên mirova
14:09 Dayika Aştiyê ji ber nameyên girtîgehê hat girtin
13:59 Koçyigît: Çalakiya Guvenê çalakiyek civakî ye
Hamzaoglu: Vîna gelên Rojhilata Navîn bombe dikin
13:58 Dayikên Şamiyê: Emê dest ji lêgerîna edaletê bernedin
13:41 Dayikên Aştiyê: Çalakiyên greva birçîbûnê meseleya wîjdan e
13:23 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
13:16 Ekolojîst ji bo bi hêzkirina rêveberiyên herêmî hatin gelhev
12:56 Sarisozen: Heke DYA destûrê bide Tirkiyeyê dê pozîsyona wê dakeve sifirê
10:14 Ji bo mîtînga sibe ya Amedê bang kirin
10:14 Basin-Îş a DÎSK'ê: Karta zer ne rûhsata rojnamegeriyê ye
09:42 Hikûmeta Iraqê nota da Tirkiye
09:37 Li Osmaniyeyê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
09:23 Qedexeya li Lîcê, Pasûr û Farqînê hat rakirin
09:09 Îhmalkariya li Bendava Dîcleyê
09:08 'Erka PVSK'ê bi kêfî tê bikaranîn'
09:08 Çiftyurek: Li hemberî êrîşan em helwesteke hevpar nîşan bidin
09:07 'Ji bo pêşxistina kurdî divê piştevaniya xebatan bê kirin'
09:06 Hamzaoglû: Armanca tecrîdê bi saxî rizandina mirov e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2018'AN
14/12/2018
21:55 Li Rihayê 5 kesên destek dan greva birçîbûnê hatin girtin