Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa

  • rojane
  • 13:21 16 Cotmeh 2018
  • |
img
REQA – DAIŞ’ê bajarê Reqa dagir kiribû û bi vê dagirkeriya xwe re jî bajarê qedîm tarî kiribû. Par vê çaxê Reqa bi pêşengiya YPJ’ê hat azadkirin. Bajar roj bi roj ronî dibe û pergala xwe dide rûniştandin. 
 
DAIŞ’ê piştî dagirkirina bajarê Musila Iraqê ya di hezîrana 2014’an de dagir kir, bi çekê giran berê xwe da bajarê Reqaya Sûriyeyê û vê derê jî dagir kir. DAIŞ’ê piştî van her du bajarên şaristaniya qedîm dagir kir xist bin tarîtiya selefi. DAIŞ’ê di ser Reqayê de di îlona 2014’an de bi sê milan ve êrîşî Kobanê kir. Lê DAIŞ rastî berxwedana hêzên YPJ û YPG’ê ya ku mînakên wê li dinyayê kêm in hat. DAIŞ’ê têkçûna xwe ewil ji Kobanê xwar û piştî vê berxwedanê cihê ku dagir kiribû yek bi yek winda kir. DAIŞ a ku Reqa kiribû paytexta xwe wek bargehek navendî bikar dainî. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li dijî tirs û xofa DAIŞ’ê ya dagirkirina Reqayê di 6’ê Hezîrana 2017’an de pêngava rizgarkirina bajêr da destpêkirin. Piştî şerê ango berxwedana 5 mehan bajêr hat azadkirin. 
 
SERKEFTINA REQAYÊ JI DINYAYÊ RE RAGIHANDIBÛN 
 
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî tarîtî û dagirkirina DAIŞ’ê di refên herî pêş de li ber xwe dan û dixwestin bajar bi pêşengiya wan bê azadkirin. Bajarê ku DAIŞ’ê wek cihê kuştin, hovîtî, bidervekirin, şewitandin, firotina jinan û hemû rêbazên xerabiyê dida nasîn di 19’ê cotmeha 2014’an de hat rizgarkirin. YPJ vê roja rizgariyê li Qada El Neîm ji dinyayê re daxuyand û li dijî tarîtiyê serkeftina xwe îlan kir. 
 
Rizgarkirina Reqa ya ji DAIŞ’ê salek li pey xwe dihêle. Bajarê Reqayê 200 kîlomîtro dûrî Helebê ye û tê gotin milyonek mirov lê dijî. Ji sala 2014’an ve trajediyek mezin bi serê Reqayê ve hat û şahidiya hovîtiya DAIŞ’ê kir. 
 
RÊVEBERIYA BAJÊR 
 
Piştî bajê hat azadkirin di demek kin de dewrî Meclîsa Sivîl hat kirin. Meclîs bi 60 endaman hat avakirin û niha hejmara wan gihîştiye 200 kesan. Kurd, ereb, ermen, trikmen û suryanî di nav meclîsê de cihê xwe digirin. Hevserokên Meclîsê jî yek jê ereb e û yek jî jê kurd e. Meclîs ji bajêr bigire heta gundan xebatên rêxistinê birêve dibe. Li gellek deveran nûnertiya xwe vekiriye û komunan ava dike. Meclîs xwe ji bo salvegera rizgarkirinê amade dike. Bi wesîleya salvegerê dê pîrozbahî bên lidarixstin û xebatên bênavber tên kirin.  
 
JIYANE ROJANE 
 
DAIŞ’ê bajêr wêran kiribû. Piştî azadkirinê bajêr roj bi roj bi ser xwe ve tê û şopên rûxandinê tên paqijkirin. Welatiyên Reqayê carek din vedigerin bajarên xwe. Qelebalixiya herî zêde ya li taxên şerên dijwar lê diqewime niha hemû balê dide ser xwe. Li sûkê û dikanan çûnehata mirovan heye. Makîneyên kar 24 saetan li bajêr dixebitin. Pirên Mansura û Korniş ên li ser Çemê Firatê ku li başûrê bajêr dikeve tên çêkirin. Mirov hêj bi qeyik û keştiyên bar ji hember diçe hember. Xebatên binesaziyê bênavber ji aliyê Şaredariya Gel a Reqayê ve tên çêkirin. Li gellek taxan jî hêj lêgerîna mayînan û paqijiyê tê kirin. Şûngehên dîrokî yek bi yek tên restore kirin û hildane bin parastinê. 
 
EWLEHÎ
 
Ewlehiya derveyî bajêr ji aliyê HSD’ê ve tê kontrolkirin. Ewlehiya hundirê bajêr jî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parasitan Jin (HPJ) ve tê girtin. Ji ber çûnehata zêde ya bajêr polîsên trafîkê sererastkirinê pêk tînin. Bi taybetî jî bi şevê tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de tên girtin. 
 
PERWERDE Û TENDURISTΠ
 
Li bajêr pergala tenduristî û perwerdehiyê jê tê rûniştandin. Di serdema dagirkirinê de hemû dibistan veguherandibûn baregehên eskerî. Bi azadkirina bajêr re zarokan dest bi dibistanên xwe kirin. Heta îro nêzî 60 dibistanan hatin vekirin. Zarok bi zimanên xwe yên dayikê perwerde dibînin. Di warê tenduristiyê de jî meclîs û şaredarî xebatên xwe didomînin. Heta niha 10 nexweşxane hatin vekirin û gellek nokteyên tenduristiyê hatin avakirin. Bijîşkên ji Reqayê û bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor bi şev û roj li ser peywîrê ne û dixebitin. 
 
MA / Nazim Daştan

Sernavên din

19/10/2018
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin