Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn

  • rojane
  • 09:55 16 Cotmeh 2018
  • |
img
EDENE – Prof. Dr. Atîlla Guney, diyar kir ku pêşketinên civakî, siyasî û aborî êdî "yek mirov" derbas kiriye û li holê faşîzma civakî ya bi sermaye, burokrasî û siyasetvanan re dest daye hev heye. Guney xwest bi faşîzma bûye civakî re bi hevre têkoşînek giştî bidin meşandin. Guney, da zanîn ku li dijî faşîzma civakî ku tê xwestin bê avakirin tenê Tevgera Azadiya Kurd heye. 
 
Hindekarê Zanyariyên Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Mêrsîne Prof. Dr. Atîlla Guney, polîtikayên rejîma siyasî, helwesta îktidara AKP’ê ya li dijî mûxalifan û sekna li dijî HDP'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şirove kir. 
Guney, diyar kir ku hiqûq rewşa zagonî ya siyaseta ku bi teşe bûye ye û wiha got: "Ji ber vê yekê Rejîma Serokatiyê ku bi referandumê ket meriyetê, tenê wateya îlankirina fîîlî ye. Demek dirêj e pergala otoriter û siyaseta faşist ku dihat meşandin bi vê wesîleyê bi awayekî hiqûqî di nava zagonan de cih girt. Bi vi rengî demokrasiya heyî jî ji holê hat rakirin. Di Hezîrana 2015'an de hilbijartin pêk hat û ev hilbijartin nehat qebûlkirin. Li pey wê di mijdara 2015'an de dubare hilbijartin pêk anîn. Di rêveberiyên herêmî de jî şaredariyên ku Qeyûm tayîn kirine û HDP wan dubare qezenç bike ji niha de gefa qeyûm tayîn bike dike. AKP ji bo rêxistinên sûc li ser bingeha xwe konsolide bike her tiştî dike."   
 
FAŞÎZM CIVAKÎ KIRIN
 
Guney, da zanîn ku êdî rewşa Otoriter li bingehê jî belav bûye û wiha axivî: "Ji bo mirov bingeha siyaseta li Tirkiye fam bike, divê mirov rewşa bingeha wê ya civakî baş analîz bike. Li nûşa em dibêjin rejîma yek mirov, divê em bêjin faşîzma civakî bêtir dicih de ye. Faşizm, ne tenê rejîma siyasî ya ku otoriteya îktîdarnê ye. Ger ku eniyek li dijî faşismê neyê avakirin dê pêşeroja welat bibe welatekî bê siyaset û êdî nikaribe xwe bi rêve bibe. Faşîzma Civakî HDP'ê ji bo xwe asteng dibîne. Ji ber vê yekê li dijî HDP'ê operasyonên binçavkirin û girtinê zêde dike. Ger ku em naveroka faşîzma civakî baş fam bikin em dê zanibin çima li dijî siyasetmedarê kurd, aktîvîstên tevgera azadiyê û saziyên civakî van operasyonan pêk tîne."  
 
LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TENÊ HÊZA MUXALÎF TEVGERA AZADIYÊ YE
 
Prof. Guney, da zanîn ku li dijî meclîsê, rêxistina bi rewşenbir, entelektuel û kadroyên mîlîtan, tenê hêza muxalif Tevgera Azadiya Kurd e û wiha berdewam kir: "Têkoşina Azadiyê ya Kurd îro muxalefeta herî bi hêz li dijî faşizmê li ber xwe dide ye. Îktîdarê meclîs, hilbijartin û partiyên siyasî êdî bê wate kirine. Dixwaze faşizmê mayinde bike. Li dijî vê yekê tenê Tevgera Azadiya Kurd heye. Bloka Îktîdarê hewl dide HDP'ê ji holê rake. Ev ji bo wê mijara hebûn û tunebûnê ye. Di vê rejîma nû de partiyan wateya xwe winda kiriye. Tenê wekî partî HDP li hemberî wê radiweste. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe êrîşî endam, rêveber û kadroyên HDP'ê dike. " 
 
HDP, PARTIYA GEL E 
 
Guney, herî dawî da zanîn ku ji ber ku HDP ne partiyek klasik e û HDP, partiya tevgera gel e êrîşan zêde dikin û wiha bi dawî kir: "HDP, ruyê qada siyasî yê Tevgera Azadiya Kurd e. Ji bo faşistan rakirina vî rûyî meseleya hebûn û tunebûnê ye. Bi taybetî piştî hilbijartina Hezîrana 2015'an HDP'ê dengekî gelek zêde ku ew şaş kirin stend. Êrîşên li dijî rêxistinên bajar û navçeyan ên Rojavayên Tirkiye encama vê tirsê ye. Tayînkirina qeyûm ya şaredariyan û beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî gefên ku dixwe encama vê tirsê ye. Sedema van operasyonan dixwazin HDP'ê û gelê kurd û tevgera azadiyê ji hev qut bike. Divê li dijî vê yekê divê têkoşinek giştî ya gelemberî bê dayîn. Ji bo tekoşînek demokratîk li Tirkiye pêş bikeve, divê ev rewş rast û baş bê analîzkirin. Pêwist nîne em xwe bi gotina rejîma yek mirov mijûl bikin. Divê em rejîma yek mirov dînin aliyekî û em faşîzma civakî baş analîz ikin û li dorî vê yekê têkoşînek hevpar a giştî bidin meşandin. Tivê têkoşîn bi giştî bê dayîn." 
 
MA / Cemîl Ugur
 

Sernavên din

19/10/2018
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in
09:12 ‘Qeyûman li Amedê 43 saziyên jinan girtin'
09:12 Zêdetirî hezar şîrket konkordato îlan kirin, lê ê mexdûr dîsa karker in
09:10 'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin'
09:09 ‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin'
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2018'AN
16/10/2018
17:14 Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin
17:12 Daxwaza berdana Guven hat redkirin
17:08 Îdîaya rastî daneyên kuştina rojnameger Kaşikçi hatin
16:45 Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin
16:21 Raportora PE Katî Pîrî HDP’ê ziyarfet kir
16:00 Li Hênê operasyon: Rêyên gundan girtin