Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê diyar bû

img
AMED – Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê diyar bû. Di çarçoveya bernameyê de, dê pirs û pirsyarên wekî; wêje di roja îroyîn de dikare ji bo çi bibe derman, dikare kîjan deriyên hêvîyê veke, di lêgerîna ji bo edaletê de dikare bestên çawa bide bên nîqaşkirin. Mêvanê rûmetê yê bernameyê yê îsal, helbestvan Berken Bereh e.
 
 Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ku ji aliyê Weşanên Lîs û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) ve dê di rojên 11-21ê Cotmeha 2018’an de bên lidarxistin diyar bû. Bernameya Rojên Wêjeyê yên Amedê ya 2018’an, bi hevkarîya Weşanên Aras, Klûba Xwendinê ya Amedê, Weşanên Ayrıntı, Weşanên İstos, Kovara Ewro, Kovara Dilop, Weşana Hîva, Weşana Morî, KurdîLit, Şanoya Bajêr ya Amedê û bi tevkarîya Weqfa Hrant Dink, Sazîya Sanayî û Bazirganîyê ya Amedê, Sazîya Avahîsazan ya Amedê (TMMOB), Şaxa 1em ya Eğitim-Senê, Kastal Cafe, Tov Sanat Evi ya Batmanê û Leylan Kafe Kitap ya Mêrdînê tê lidarxistin. Dê di çarçoveya bernameya de pirs û pirsyarên wekî; wêje di roja îroyîn de dikare ji bo çi bibe derman, dikare kîjan deriyên hêvîyê veke, di lêgerîna ji bo edaletê de dikare bestên çawa bide bên nîqaşkirin. 
 
MÊVANÊ ŞEVA DESTPÊKÊ NIVÎSKARÊ ROJNAMEYA RYA TEZE MIRAZÊ CEMAL E
 
Di çarçoveya çalakiyên Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de, dê ji rojnameya Rya Teze a kurdî ku ji demeke dirêj de ye û hê jî li Yêrevanê der diçe, helbesvan Mirazê Cemal, wekî mêvanê şeva destpêkê bê Amedê. Di bernameya ku dê ji Amed û bajarên derûdorê, ji Tirkiye, Ermenistan û Ewrûpayê nivîskar, wergêr û helbestvan bigihîjin xwendevanên xwe de, dê beşek ji xebata belgeyî ya ku amadekirina wê hê jî didome û der heqê Mirazê Cemal û rojnameya Rya Teze de ye, cara pêşî were nîşandan.  Her wiha dê di çarçoveya bernameyê de ji bo pîrozkirina 80 salîya Migirdiç Margosyan şeveke şahîyê jî bê lidarxistin.
 
DÊ HELBESTÊN BERKEN BEREH JI BO ÎNGILÎZÎ Û FRANSÎ BÊN WERGERANDIN
 
Mêvanê rûmetê yê Rojên Wêjeya Berawirdî ya îsal jî helbestvan Berken Bereh e. Di çarçoveya çalakiyên rojên wêjeya berawirdî de, dê di atolyeya wergerê ya KurdîLita ku ji bo xuyanîkirina Wêjeya Kurdî hat avakirin, demajoyeke wergeranê dest pê bike û dê bijareyeke ji helbestên Berken Bereh pêkhatî ji bo zimanê Îngilîzî û Fransî bê wergerandin.
 
ATOLYEYÊN ROMAN Û ÇÎROKÊ
 
Di çarçoveya çalakiyên Rojên Wêjeya Berawirdî de, dê nivîskar, helbestvan, rexnegir û akademîsyenên ku bi wêjeyên Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî), tirkî, ermenîkî, rumkî û farisî dilebikin, di çarçoveya naverokeke berfireh ew û xwînerên xwe bên cem hev. Di çarçoveya bernameyê de ku yek ji armanca wê berhênana afirîner e, digel nivîskar Ayşegul Deveciogluyê atolyeya romanê, digel nivîskar Melek Ozlemê jî atolyeya çîrokê dê bê lidarxistin. Her wiha wêjeya zarok û ciwanan, wêje û zayenda civakî, xwendineke berawirdî ya di navbera dîwanên klasîk de, xwendinên di warê kirmanckî de û xebatên akademîk, hin ji mijarên bernemayê ne ku bi pêş de tên. Ji bilî vê dê Rojên Wêjeya Berawirdî, xwendevan û nivîskarên mêvan vexwîne lîstika şanoyê ya bi navê Tartuffe ku dê ji alî Şanoya Bajêr ya Amedê ve were lîstin. 
 
Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ev e: 
 
* 12'ê Cotmeha 2018'an/Saet: 19:00
 
Destpêk 
 
Cî: Salona Konferansê ya Sazîya Sanayî û Bazirganîyê
 
Piştî axaftinên destpêkê, digel Mirazê Cemal, dê şanîdaneke belgeyî a kurt ku li ser Rya Teze hatiye amadekirin, bê derpêşkirin. 
 
* 13'ê Cotmeha 2018'an
 
Cî: Sazîya Avahîsazan/Saet:13:00-14:00
 
Zarok, Ciwan û Wêje
 
Mine Soysal
 
Zimanê vê axaftinê Tirkî ye.
 
14.30 - 16.00
 
Dîtina Wêjeya Ermenîkî
 
Sevan Değirmenciyan, Mehmet Fatih Uslu
 
Moderator: Rober Koptaş
 
Zimanê vê panelê Tirkî ye.
 
17:00-18:30
 
Dem, Şûngeh, Margosyan
 
Gürsel Korat, Şeyhmus Közgün, Mehmet Çakmak
 
Moderator: Şeyhmus Diken
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
19:00-21:00
 
Em ji bo Margosyan Dibêjin
 
Cî: Kastal Kafe
 
Migirdiç Margosyan, Udî Yervant, Şeyhmus Diken, Birsen İnal, Adnan Gerger
 
* 14ê Cotmeha 2018'an
 
Cî: Sazîya Avahîsazan
 
13:00-14:00
 
Anatomîya Wêjeya Kurdî
 
Clemencé Schalbert Yücel
 
Zimanê vê axaftinê Kurdî (Kurmancî) ye.
 
14:30-16:00
 
Di Navbera Dîwanan De: Melayê Cizîrî û Hafiz Şîrazî Di Wêjeya Rojhilatê De
 
Mehmet Kanar, İlhami Sidar, Zahirt Ertekin, Emirhan Oğuz
 
Moderator: İlbay Kahraman
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
17:00-18:00
 
Zerketav û Wêje
 
Ayşegül Devecioğlu, Ömer Türkeş, Adnan Gerger
 
Moderator: Lal Laleş
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
 
* 15'ê Cotmeha 2018'an
 
Cî: Şaxa 1em ya Eğitim-Senê
 
18:00-19:30
 
Wêjeya Zarokan ya bi Kurdî: Hêçandin û Derfet
 
Mem Bawer, Ülkü Bingöl, Feridun Birgül
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) ye.
 
* 16'ê Cotmeha 2018'an
 
Cî: Şaxa 1em ya Eğitim-Senê
 
18:00-19:30
 
Temaya Kedê ya Di Çîrok û Romanên bi Kurdî û Tirkî De
 
Îsmaîl Dîndar, Tahir Şilkan
 
Moderator: Reşo Ronahî
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
* 17'ê Cotmeha 2018'an
 
Cî: Şaxa 1em ya Eğitim-Senê
 
18:00
 
Wêje, Sînema û Sirgûn
 
Abdullah Aren Çelik, Esad Şanlı
 
Moderator: Murad Aygun
 
 
19:00
 
Xebatên Akademîk yên Kirmanckî (Zazakî)
 
Bîlal Zîlan, Veysel Yildizhan
 
Moderator: Abdullah Eren Çelik
 
Zimanê van panelan Kirmanckî (Zazakî) ye.
 
 
* 20'ê Cotmehê 2018'an
 
Cî: Sazîya Avahîsazan
 
13:00-14:00
 
Wergerandina Helbesta Berken Bereh
 
Samî Hêzil, Atolyeya KurdîLitê
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
 
14:30-16:00
 
Zayenda Civakî Di Wêjeyê De
 
Melek Özlem Sezer, Fexrîya Adsay
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
17:00-18:00
 
Şanoya Bajêr ya Amedê
 
Helbest: Banga Edaletekê
 
Gonca Özmen
 
19:00
 
Şanoya Bajêr ya Amedê
 
Tartuffe (Lîstika bi yekperdeyî)
 
Piştî lîstikê dê bi koma şanoyê re, li ser mijara “Şîrovekirina Tartuffê ya bi Kurdî” sohbetek were lidarxistin. Temaşevan dikarin bilêtên lîstikê ji Şanoya Bajêr ya Amedê peyda bikin. 
 
* 21'ê Cotmeha 2018'an
 
Cî: Sazîya Avahîsazan
 
14:00-15:00
 
Gelo Rûmkî Di Valîzekê De Hiltê?
 
Foti Benlisoy
 
Zimanê vê panelê Tirkî ye.
 
15:30-17:00
 
Edaleta Wêjeyê
 
Necmiye Alpay, Gonce Özmen, Murat Özyaşar, Dilawer Zeraq
 
Zimanê vê panelê Kurdî (Kurmancî) û Tirkî ye.
 
18:00
 
Axaftina Dawî ya Bernameyê
 
Berken Bereh
 
* Atolyeya Romanê ya Digel Ayşegül Devecioğluyê
 
Atolyeyek e ku li ser sazkirina çîrokê ya ji dîmenekê, li ser vedîtina dilê vegêranê, li ser likarxistina ked û hêza xeyalkirinê a digel hev û li ser kêfgirtina ji nivîsînê, tê lidarxistin.
 
11'ê Cotmeha 2018'an/Saet: 18:00-21:00
 
13-14'ê Cotmeha 2018'an/Saet:10:00-13:00
 
* Atolyeya Çîrokê ya Digel Melek Özlemê
 
Ev atolye, li ser mijarên wekî; tu yê çi û çima vebêjî, analîzkirina motîvasyonên nivîsînê, dîyarkirina vegêrana rast, fikirîna li ser kargîna rexneyê, tê lidarxistin. Di çarçoveya atolyeyê de, tê pîlankirin ku xebatên pratîk ên wekî; xebata analîza naverokê, teknîkên ji bo pêşdexistina çîrokê û rahênana kurteçîrokê, bên kirin. 
 
19-21'ê Cotmeha 2018'an/Saet: 10:00-13:00
 
Atolyeya KurdîLitê
 
 
* Çalakîyên Li Batman û Mêrdînê
 
Bi hevkarîya Weşanên Ayrıntı
 
Çalakîya Batmanê
 
Dîwana Melayê Cizîrî
 
Moderator: İlbay Kahraman
 
Beşdarvan: Îlhamî Sîdar, Emirhan Oğuz
 
Dîrok: 15.10.2018/Saet: 18:30
 
Cî: Tov Sanatevi 
 
* Çalakîya Mêrdînê
 
Dîwana Melayê Cizîrî
 
Moderator:İlbay Kahraman
 
Beşdarvan: Îlhamî Sîdar, Emirhan Oğuz, Deham Ebdulfettah
 
Dîrok: 16.10.2018/Saet: 18:00
 
Cî: Leylan Cafe Kitap 
 
Çalakî dê bi hevkarîya Tov Sanat Evi û Leylan Kafe Kitap bê lidarxistin.
 
 

Sernavên din

13/10/2018
10:20 Teziya Yûsûf Ok hat qedexekirin!
10:11 Ji Bîlgen şîroveya Brunson: Ravekirina tabloyê nîne
10:11 Cil û bergan nadin girtiyan
09:59 Li Wanê 3 jê muxtar 15 kes hatin girtin
09:31 Maşîneya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya qelibî: 12 leşker birîndar bûn
09:07 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir
09:06 Endamê DAIŞ'ê mikur hat, lê dîsa jî cinayeta Bagdû nehat ronîkirin
09:05 Kedkarên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?
09:04 Daristana bi sedan sal e tê parastin: Ziyareta Omê
09:04 Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin
08:59 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2018'AN
12/10/2018
21:36 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
20:19 Mamsoteyê xwendekarên xwe îstismar kir, 75 sal ceza lê hat birîn
20:09 Karkerê meaşê wî nedanê hewl da întihar bike
20:03 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:43 3 jê rojnamevan 20 kes hatin berdan
17:12 Brunson hat berdan
17:02 Temellî: Dorpêç kirine siyaseta giştî
16:43 ‘Kujer bên dîtin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe’
16:07 Dozger xwest kontrola edlî ya Brunson bê rakirin
15:59 Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
15:30 Di facîaya trênê de 4 kesên ‘berpirsiyar' hatin berdan
15:30 Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan
15:23 Temellî li Lîcê ye: Operasyon kampanyeya hilbijarinê ya AKP’ê ye
15:13 Li gundê Çemê Elîkê operasyon didome
15:10 ÎHD: Li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 mafên mirovan îhlal bûn
14:37 Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin
14:30 Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên
13:55 'Bi binçavkirin û girtinan vîna jinê dikin armanc'
13:53 Li Midyadê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
13:29 ‘Dadgehê ne edalet, polîs parastin’
13:15 Temellî, Ozturk û Koçyîgît çûn Lîcê
12:37 Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin
12:25 Rojnamevan û siyasetmedar sewqî edliyê kirin
12:05 Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin
11:58 Jin ‘Warê Xemrî' vedikin
10:56 Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin
10:55 Aydogdu ku di bin çavan de krîza dil derbas kir hêj li beşa nerîna zêde ye
10:48 Rojnameger Oner dê bibin Amedê
10:47 Erdogan destûr da ku cerdevan çekan bixwe re bigerînin
10:40 Tanrikulu: Kurd dê di sindoqê de bersîvê bidin operasyonên dijhiqûqî
10:23 Li Cûdî xwezayê qetil dikin
10:10 ‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’
09:55 Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin
09:51 ‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’
09:34 RSF: Di 2018'an de 56 rojnameger hatin kuştin
09:19 Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin
09:18 ‘Her ku îktîdar li dara HDP'ê dide ji nû şîn dibe'
09:17 Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin
09:16 Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin
09:16 Dayika Şemiyê: Hîn jî qîrîna kurê min a di îşkenceyê de di guhê min de olan dide
09:15 Mûtlû: Dê gel di sindoqê de bersiva Erdogan bide
09:14 Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2018'AN
11/10/2018
23:21 Li Amedê ji kesên hatin binçavkirin 13 jê hatin girtin
19:04 Rojnamevan Evren hat girtin
17:21 Dozger ji bo rojnameger Evren biryara girtinê da
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:34 Li Tekîrdagê jinek hat kuştin
16:23 Edîtora berê ya Demokratîk Modernîteyê hat binçavkirin
16:13 Li Pasûrê jinek hat kuştin
16:01 'Divê li dijî operasyonan em muxalefeta civakî ava bikin’
15:36 Ji rojnameger Evren pirsa ‘Navê kodê we çi ye’ kirin
15:00 Wekîlên bi KHK'ê hatin îxrackirin: Em ji meclîsê çareseriyê dixwazin
14:42 Ji bo cenazeyê zarokê xwe serî li ÎHD'ê dan
14:27 635 cerdevan ji peywirê hatin dûrxistin
14:24 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê beşdarî Nobeda Edaletê bûn
14:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin
13:39 Temellî li Amedê ye: Em dizanin kê îxbar kiriye
12:41 'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan
11:38 Ji binçavkiriyan 23 kes sewqî dozgeriyê kirin
11:29 Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e
11:09 Temellî û Ozturk çûn serdana Hilmî Aydogdu
10:42 Cenazeyê Kolca li Amedê defin kirin
10:38 Hilmî Aydogdu yê di binçavan de krîza dil derbas kir
10:24 Keldaniyê vegeriya warê xwe gundekî nû ava kir
10:23 ‘Em dizanîn em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin’
09:45 Qedexeya kolanan a Lîcê û Hênê bi dawî bû
09:11 ‘HDP bi çewisandinan natepise'
09:10 Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin
09:10 Meclîsa Ciwanan ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir
09:09 Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
09:08 ‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
09:08 Parlementerê HDP'î Işik: Ji bo binpêkirinên mafan xwe bigihînin me
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2018'AN
10/10/2018
17:15 8 rojnameger û 90 siyasetmedar li emniyetê tên ragirtin
16:57 Endamê Meclîsa DBP'ê Şaşmaz hat binçavkirin
16:08 Rojnameger: Hempîşeyên me berdin
15:43 Parlamenteriya Leyla Guven 3 meh şûnde hat bîra meclisê
15:30 Tîryakî: Girtina Toguç ne hiqûqiye
15:17 Polîsan mudaxaleyî bernameya bîranînê kir: 11 kes binçav kirin
15:10 Şêniyên Çemê Elîka: Wê esker me bişewitînin
15:08 Kêştiya koçberan noqî avê bû: 9 kes mirin û 25 kes jî winda bûn
14:52 Dadger li Nûçegîhana me Taşkin 7 sal û 6 meh ceza birî
14:42 Doza Lijneya Weşana Giştî ya Nobedar taloq kirin
14:33 Di serdegirtina malê de Hevşaredara Hezro derp kirin
14:10 Soz dan qurbaniyên Komkujiya Enqereyê: Em paş ve nekişin
13:52 Li Amedê şermezarkirina operasyonê: Em çong natewînin
13:38 Çekîl ê HDP’î yê rastî êrîşê hat: Ev encama polîtîkayên cudakar ên hikûmetê ye