STENBOL – Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî diyar kir ku Ocalan roja ji Sûriyeyê hat derxistin heta îro di bin tecrîd û dorpêçê de ye û got: “Heta bi milyonan kes rêxistin nebe, tecrîd û komplo neyê şikestin.”
Bi ser derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji aliyê hêzên navenetewî ve ji Sûriyeyê hat derxistin 19 sal li pey xwe hişt. Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan ji roja Sûriyeyê hat derxistin heta hat girtin hemû rê li pêşberî girtin û wî dorpêç kirin. Ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî tecrîda li ser Ocalan nirxand.
'TECRÎD JI SALÊN 90’Î HETA NIHA HEYE’
Emekçî diyar kir ku tecrîd û komplo bi hev ve girêdayî ne û got: “Ji salên 1990’an ve heta îro li ser Ocalan tecrîd û binpêkirin didome. Ocalan hem li derve û hem li hundir dixwazin wî dorpêç bikin. Ev dorpêçkirin di 9’ê Cotmeha 1998’an de derket lûtkeyê. Tişta balkêş a 9’ê cotmehê ew bû ku rastî agirbesta 1’ê îlonê hat. Wê demê li ser Sûriyeyê zextek giran hebû. Ocalan neça ma ji Sûriyeyê derkeve.”
‘LI ÎMRALIYÊ BERXWEDANA 20 SALAN HEYE’
Emekçî anî ziman ku sedemê mezin a Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin “Projeya Mezin a Rojilata Navîn” a DYA’yê bû û got: “Li dijî vê projeyê jî “Projeya Demokratîk a Rojhilata Navîn” a Ocalan hebû. Ev proje li pêş diket. Ocalan li dijî pergala wan pergalek alternatîf afirandibû. Vê projeyê jî projeya wan xera dikir. Di cewherê komployê de ev yek heye. Ewil xwestin Ocalan bi sûîkastê tune bikin, wextê v nebû rêbazên din xistin dewrê. Yek ji van rêbazan jî derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê bû. Lê tevî van hemû rêbazan jî komplo bi awayê teorîk pûç hat derxistin û wê di pratîkê de jî bi têkoşînê pûç bê derxistin. Îro li Îmraliyê berxwedana 20 salan heye.”
'ÎMRALI LI SER VÎN ŞIKANDINÊ AVA BÛYE’
Emekçî da zanîn ku Girtîgeha Îmrali li ser vîn şikandinê ava bûye û wiha got: “Armanca wan sereke ew e dixwazin Ocalan bikişînin ser xeta xwe. Ocalan li dijî vê li ber xwe dide. Jixwe tecrîd di mantiqa vê komployê de heye. Ocalan ji Sûriyeyê heta her cihê lê hat gerandin di bindorpêçê de bû. Ferqa wê demê û vê demê ji hev nîne.”
'BI MILYONAN KES NEYÊ BIRÊXISTINKIRIN TECRÎD NAYÊ ŞIKANDIN’
Emekçî destnîşan kir ku heta bi milyonan kes xwe birêxistin neke dê tecrîd û komplo neyê şikandin û got: “Bi yekîtiya gelan dê ev tecrîd dê bê şikandin. Birêz Ocalan girtiyê pergala cîhanê ye. Ocalan demokrasiyê li hegomoniyan ferz dike û ew jî statûkoyên xwe ferz dikin. Polîtîka ne çareseriya xwe ya kurdan tune dihesibîne ferz dikin. Pêvajoyek wisa a berxwedan û têkoşînê heye. Bi vê yekê ve girêdayî komploya 9’ê Cotmehê jî ne tesadûfî ye.”
MA / Yasîn Kobulan