STENBOL – Rojnameger Çagdaş Kaplan ê hat binçavkirin, piştî îfade da dozger hat berdan.
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşam Çagdaş Kaplan ê di saetên şevê de li Stenbolê hat binçavkirin û îro sewqî Edliya Çaglayanê hat kirin, piştî îfade da dozber serbest hat berdan. Nûçe û wêneyên Kaplan di medya civakî de parvekiribûn weke "Propagandeya rêxistinê" hatibûn nirxandin. Kaplan di îfadeya xwe de diyar kir ku propagandeya tu rêxistinan nekiriye û sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin. Dozger dûre Kaplan serbest berda.