EDENE - Li Edeneyê, 6 kesên bi hinceta parvekirinên meyda civakî hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna Derdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rêve bir de, berî du rojan di serdegirtinên malan de 6 kesên hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a Midûryeta Polîsan sewqî Edliya Edeneyê hatin kirin. 6 kesên bi hinceta parvekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” îfade dan dozger. Dozger 6 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî 6 kes berdan.
Li aliyê din 8 kesên bi heman îdîayê li Ceyhanê hatibûn binçavkirin jî, bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.