STENBOL - Serokatiya Daîreya Bacê ya Stenbolê, ji malbata girtiyê nexweş Mehmet Canpolat ku di 2015'an de mir teblîxata îaşeyê şand. Daîreya bacê teblîxat li ser navê Canpolat şand.
Girtiyê nexweş Mehmet Canpolat, di 12'ê Çileya 2015'an de li Girtîgeha Jimare 2'yan a Kandira ya Kocaeliyê mir. Piştî mir girtîgehê ji bo xwarin û vexwarina li girtîgehê yên sala 2009, 2010, 2011 û 2013'an de teblîxata îaşeyê ji malbata Canpolat re şand.
Parêzera malbatê Guluzer Tûncer, bi bîr xist ku dema rewşa Canpolat giran bû dema tedawiya wî hatiye dirêjkirin û dema di ber mirinê de bû hin kapmanya hatin destpêkirin û paşê ew rakirin nexweşxaneyê. Tûncer got: "Ji bo Canpolat bimire wî birin nexweşxaneyê. Li wir zêde eziyet kişand. Nehiştin malbat wî bibîne. Malbata wî ji bo 15 deqîqeyan wî bibîne pir tev geriya. Di vî halî de jî Saziya Tiba Edlî diyar kir ku divê cezayê wî neyê taloqkirin. Yanî Mehmet Canpolat bi destê îdareya girtîgehê, dozger û dadgehan mir."
'TEBLÎXAT JI MIRIYEKÎ RE ŞANDIN'
Tûncer, destnîşan kir ku niha jî dewletê ji bo bedêla îaşeyê teblîxat şandiye û got: "Demek berê teblîxatek ji malbata wî re şandine. Heqê xwarin û vexwarina wî ya di girtîgehê de hatiye xwestin. henekê xwe bi mirovan dikin. Dema doza tiştekî wisa kirine, teblîxat ji zarokên wî û hevjîna wî re neşandine. rasterast teblîxat ji Mehmet Canpolat re şandine. Û dibêjin 'tu di girtîgehê de may, divê tu deynê xwe bidî.' teblîxateke nelirê ye. Wekî ku nemiribe teblîxat şandine. Ev ne teblîxateke ji rêzê ye, teblîxateke giran e."
MA / Yasin Kobulan