COLEMÊRG - Li Gevera Colemêrgê, 2 sal berê wesayîta zirxî kesên li ser peyarêyê dimeşiyan gulebaran kiribû. Di gulebaranê de 4 kes miribûn û 2 kes jî birîndar bibûn. Lê belê hîn jî polîsên ev yek pêk anîn nehatine cezakirin. Dê danişîna dozê di 11'ê Cotmehê de pêk bê.
Li Kolana Cengîz Topel a Gevera Colemêrgê, di 8'ê Cotmeha 2016'an de wesayîta zirxî ya polîsan kesên li ser peyarêyê dimeşiyan guleberan kiribû. Di gulebaranê de Serhat Bûldanê 15 salî, Rahmet Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen miribûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bibûn. Di ser bûyerê re du sal derbas bûn, lê belê hîn jî kes nehatiye cezakirin. Der barê polîsê bi navê Î.M. de doz hatibû vekirin û di îdianameya hat amadekirin de hat xwestin ku polîs Î.M. di navbera 3-15 salan de bê cezakirin.
Danişîna ewil a dozê li Geverê pêk hat, lê belê bi hinceta "ewlehiyê" doz neqlî Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê hat kirin û dê danişîna dozê ya 8'emîn di 11'ê Cotmehê de pêk bê.
Malbatan doza edaletê kir.
HASAN BÛLDAN: JI BO DANIŞÎNÊ EM BANG LI HERKESÎ DIKIN
Hasan Bûldan, bavê Serhat Bûldan got: "Piştî mirina Serhat em jî mirin. Hîn jî ew halê kurê min ê 15 salî yê di nav xwînê de mabû li ber çavên min e. Li herêmê mirin bûye tiştekî ji rêzê. Polîsekî kurê min û 3 kesên din kuşt. 2 sal derbas bûne, lê tu tişt neguheriye. Hîn jî gelek wesayîtên zirxî li kuçe û kolanên navçeyê digerin. Li herêmê ji ber van wesayîtên zirxî bi dehan kes mirin."
Bav Bûldan, bilêv kir ku du sal e doz didome lê belê veguheriye îşkenceyê û got: "Di salvegera ewil a dozê de polîsê hat girtin hat berdan. Dê di salvegera duyem a dozê yanî di 11'ê Cotmehê de biryar bê dayîn. Kesê ku 4 kes kuştine divê 4 caran cezayê muebeta giran lê bê birîn, lê belê dadgeh bereksê vê tev digere. Dê di 11'ê Cotmehê de danişîna 8'emîn pêk bê. Ev girîng e. Pêdiviya me bi desteka raya giştî heye."
BANGAWAZÎ
Sabrî Îşozu, bavê Necdet Îşozu, diyar kir ku kurê wî bi dergistî bû û dema li ber karê xwe bû hat kuştin. Îşozu, diyar kir ku dema wan kurê xwe yê birîndar dibir nexweşxaneyê polîsan gaz avêtiye wan û got: "Li ber nexweşxaneyê polîsan derba mirinê li birayê Necdet jî xist. Me bi birîndarî kurê xwe anî nexweşxaneyê, lê ji ber zêde xwîn jê çûbû mir. Daraz dixwaze sûcdaran berde. Divê ev yek pêk neyê."
Îşozu, ji bo danişînê bang li herkesî kir.
'BILA HESAB BÊ BIPRISÎN'
Ayaz Tumen, kekê Tumen Ayaz, diyar kir ku dema birayê wî hat kuştin hîn 20 rojî wî qediya bû ku zewicî bû û got: "Dema berdan birayê min ji bo bimire wî li wir dan sekinandin. Dema li nav lepê bavê min de birîndar bû careke din berdan serê wî û li wir mir. Diya min her roj diçe ser goristanê. Niha keçek wî heye, ew jî êtim ma. Ne tenê yê me, hemû malbat mahf bûn. Em li bendê man ku li dadgehê hesabê vê yekê bê pirsîn, lê belê polîsê hat girtin nhat berdan. Loma divê herkes dengê xwe li dengê malbatan zêde bike."