ÊLIH - Taziya Umît Acar ê berî serdana Erdogan a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest dê li Êlihê bê danîn. Ji bo ku taziya Acar li Êlihê neyê danîn bi hinceta “ewlekariyê” deriye mala taziyê hat kilîtkirin.
Welatiyên binavê Umît Acar ê berî serdana Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berdabû bedena xwe û jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo taziya Acar li Êlihê neyê danîn, bi hinceta “Ewlekariyê” Mala Taziyê ya Yeşîltepe ya li Taxa Yehiltepe ya Êlihê hat kilîtkirin.
Rêveber û parlamenterê HDP’ê Necdet Îpekyuz û malbat Acar bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin ewê li ber deriyê Mala Taziyê serdanan qebûl bikin.