NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê Cejna Cimaya Şîxadî ya Êzidiyan pîroz kir û got: “Pîrozkirina Cejna Cimaya Şîxadî ya her salê li Laleşê ya ji aliyê Êzidiyan ve tê pîrozkirin, bersiva herî baş a li dijî yekparêzî û hişmendiya xwe li cudahiyan nagire ye."
Berdevka Komîsyona Gelan û Baweriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çîlem Kuçukkeleş, bi peyamekê Cejna Cimaya Şîxadî ya Êzidiyan pîroz kirin. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Civaka Êzidî ya yek ji civaka herî qedîm a li ser xaka Mezopotamyayê dijîn, her sal di navbera 6-13’ê Cotmehê de Cejna Cimaya Şêxadî pîroz dikin. Bi vê boneyê serdana xaka pîroz a Laleşê dikin. Daxwazên xwe pêşkêşî pîrên xwe dikin. Erka heca xwe pêk tînin. Cejna xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya aramî, aştî û azadiyê ya li ser erdnîgariya me.”
Kuçukkeleş destnîşan ki ku tevî hemû astengî, qetlîam, ferman û qirkirina jî civaka Êzidî weke her salê îsal jî berê xwe didin xaka Şengalê û Cejna Cimaya Şîxadî pîroz dikin.
Kuçukkelek di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Bi vê wesileyê em carek din Cejna Cimaya Şîxadî ya bûye sembola hebûn, yekîtî û zindîbûna Êzidiyan pîroz dikin. Hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya aştî, aramî û bi dawî anîna êşên tên jiyîn û hatina rojên tije azadî.”