Leyla Guven: Tu hêviyên me ji AKP û daraza wê tuneye

img
AMED - Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 9 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Amedê tê girtin, diyar kir ku  dema berdana Parlameterê CHP’ê Enîz Berberoglu watedare û got: “Tu heviyên me ji AKP û daraza wê tuneye.” 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di 22’yê Çileya 2018’an de li Amedê hat binçavkirin û di 31’ê Çileyê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji bo parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê hat hilbijartin. Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê, piştî Guven hat hilbijartin di 26 Hezîranê de, di danişîna hat dîtin de biryara berdanê wê da. Lê ji ber ku dozger biryara berdana îtîraz kir, Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a Amedê biryar da ku girtina Guven berdewam bike. 
 
Piştî berdana Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglu, parêzerên Guven ji bo bê berdan di 21’ê Îlonê de, serî li Dadgeha Bilind dan. Lê Dadgeha Bilind ji bo serlêdana berdana Guven heya niha tu bersiv nedaye. Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 9 mehin li Girtîgeha Tîpa E a Amedê tê girtin, pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tên jiyîn, biryarên daraz ji bo siyasetmedarên Kurd didin, neberdanan xwe û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin. 
 
POLÎTÎKAYÊN KUJER ÊN SEDSALA 21’EMÎN ÊN DESTHILATDARAN
 
Guven, diyar kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn bi awayekê bi lez û surat berdewam dikin û wiha got: “Hêzên hegemonîk ên navneteweyî, hewl didin herêmê dizayn bikin. Lê ji ber hewldanên berjewendiyê, ev wisan pir hêsan xuya nake. Welatiyên dinava van hewldanên berjewendîperest de cih digirin, li aliyekê çekên xwe bazar dikin û li aliyê din jî hewl didin îhaleya sererastkirina bajarên dîrokê yên wêrankirin, ji bo xwe bigirin. Tişta ku dikin polîtîkayên ‘bi gur re radizin û bi berxirê jî digirine.’ Hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi vê polîtîkayê dixwazin şerê li welatên Rojhilata Navîn kûrtir bikin û rêya mirinê nîşanî gelên necarin welatên xwe  terk bikin, didin. Van gelan dibin navê koçberiyê de digirin û mûamelya kotî li wan dikin. Ligel vê jî dikarin bêjin ‘Teqez bila neyên welatê min, ezê evqas fon û pereyan bidim.’ Ev yek ji polîtîkayên kujer ên sedsala 21’emîn ên desthilatdaran e.” 
 
‘KIRÎNÊN LI DIJÎ CENAZE Û GORISTANAN MÎNAKÊN ŞÊNBERIN’
 
Guven, anî ziman ku Tirkiye di qada Rojhilata Navînde tenê ji bo tiştekê têdikoşe û wiha bilêv kir: “Ji bo ku Kurdên li herêmê dijîn, bi tu awayî nebin xwedî maf, hiqûq û stasu, dikare li dijî hewldanek herî biçûk a ji bo Kurdan jî weke dewlet tawîzên cîdî bide. Di vî warî de ji bo bi ser bikevin hemû rê û rêbazan diceribînin. Ev polîtîkayeke Komara Tirkiyeyê ye. Desthilatdariya AKP’ê jî bi hemû leza xwe vê polîtîkayê bi rêve dibe. Komara Tirkiyeyê kirînên di 80’î salan de kirin, desthilatdariya AKP’ê di 16 salan de kirin. Pêkanînên berê yên xwedî nasnameyên netewperest û Kemalîst, îro desthilatdara faşîst a AKP û MHP’ê bi nasnameya netewperest û dindar pêk tîne. Kirînên li dijî cenazeyan û goristanan mînakên şênber ên van pêkanînane.” 
 
‘TRAJEDIYÊN HÎN MEZINTIR HENE’
 
Guven, di dewama nirxandina xwe de wiha got: “Tecrîta girankirî ya li ser Birêz Ocalan 19 salin bê navber berdewam dike. Li tu welatên cîhanê, tecrîtek wiha giran tuneye. Di şexsê Birêz Ocalan de civakê tecrît dikin. Ev pêkanîna li dijî Birêz Ocalan ne hiqûqiye. Ev rastiya girtîgehên li Tirkiyeyê û rewşa girtiyên nexweş datîne holê. Ligel van hemû trajediyan, girtina wekîlekê HDP’ê jî, ne ewqas girînge. Gelo dibe ku fikarekê wê hebe? 
 
‘BIZANEBÛN HAT BERDAN’
 
Guven, da zanîn ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, weke du kesên girtî ji bo parlamenteriyê hatin hilbijartin û wiha rêz kir: “Enîs Berberoglu ji xwe ji ber wekîltiyê hatibû girtin. Partiyê cardin wî weke namzet nîşan da. Meclîsa Jinan a HDP’ê jî ez weke namzet diyar kiribûm. Em her du jî hatin hilbijartin. Min berê jî gotibû, ‘Dê Berberoglu bê berdan û ezê girtî bimînim.’ Ji ber vê berdana Berberoglu min şaşwaz nekir. Heta berdanek dereng mayî ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo girtiyên siyasî ewil biryar tên dayîn û dûre delîl tên komkirin. Dema berdnan wekîlê CHP’ê pir manîdare. Bi vê berdanê gelek tişt hatine armanckirin. Ji ber ku dê vê berdana weke şûrê Demoklesê li ser serê CHP’ê bihejînin. A yekemîn dixwazin balafira xelatê ya Qatar ji rojeva CHP’ê derbixin. A duyemîn dixwazin ji CHP’ê re bêjin ‘Mêze bikin welîka HDP’ê girtiye û wekîlê we berdayiye’ û ya sêyemîn jî ‘Di hilbijartina herêmî de ji tifaqa HDP’ê dûr bisekinin’  bêje.  Bi kurtasî ger CHP hinekê jî bêhna AKP’ê teng bike, dê biryarê di Meclîsê de bide xwendin û wekîltiyê betal bike. Berberoglu dê cardin bikeve girtîgehê. Yanî Berberoglu bi zanebûn hatiye berdan.”
 
‘TU XWÎŞK Û BIRATIYA AKP’Ê TUNEYE’
 
Gevan bal kişand ser rewşa xwe û wiha pê de çû: “Ger ez ji bo Serokkomartiyê jî bihatam hilbijartin, ezê disan bihatam girtin. Sedema wê pir zelale. Ez siyasetmedarek Kurd ê ji bingeha siyaseta demokratîk têm. Ev jî besî her tiştî ye. Tu hêviyên me ji AKP û daraza wê tuneye. Ez di wê baweriyê deme ku tu hêviyekê Kurdekê bi tenê jî tuneye. Hûnê êrîşî hemû nirxên bi mîlyonan gel bikin, saziyên wan bigirin, bi dest darazê nehêlin siyasetmedarên wan kar bikin, bêyî ku bêjin pîr û kal, jin û zarok hemûyan bigirin, ligel vê yekê jî hûnê bêjin ‘Daraz serbixweye’ û kenê xwe bi aqlê civakê bikin. Hûnê girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê bikin û dûre bêjin ‘Em Kurd xwişk û birane.’ Ev biwêja xwişk û biratiyê derewek mezine. Tu xwişk û biratiya AKP tuneye. Di du salên dawî de, ez li hemû Kurdistanê geriyam. Min hemû Kurdên dîtin, destên xwe radikin hewa û nifiran dikin. Dibêjin ‘Ên ku ev zilm bi me kirin, Xwedî hezar belayan bîne serê wan.’” 
 
‘BERÎ HER TIŞTÎ DIVÊ TECRÎTA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ RAKIRIN’
 
Guven di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek mijarên ji berdana min girîngtir hene. Heya ku tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe, pirsgirêkên civakî yên Tirkiyeyê nayên çareser kirin. Ji ber vê berî her tiştî divê tecrîta girankirî ya li ser birêz Ocalan bê rakirin.” 
 
MA / Mehmet Şah Oruç

Sernavên din

07/10/2018
15:02 Di Konferansa Jinan a Navneteweyî de tecrubeya Rojava hatin nîqaşkirin
14:48 Temellî: Dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin
14:08 Li Êlihê mûdaxileya polîsan: Hevseroka HDP’ê hat binçavkirin
13:57 ‘Em ê bibin şopdarên têkoşîna Gurbetellî’
13:29 Ciwanên HDP’ê konferansa xwe pêk anîn
11:55 Rojnameger Kaplan hat berdan
11:54 6 kes li Edeneyê hatin berdan
11:28 Cengîz Holdîng li Şemrexê dixwaze gund vale bike
09:14 Namzetê AKP'ê yê di hilbijartinê de gel ew nehilbijart danîn ser şaredariyê
09:11 Gunay: Ocalan hesabê serdestan serobino kir
09:09 Daîreya bacê ji bo teblîxata îaşeyê ji girtiyê mir re şand
09:07 Dê danişîna biryarê di 11'ê Cotmehê de pêk bê: Bila hesab bê pirsîn
09:04 Meclîsê ji ber peyva 'asîmlasyonê' pêşniyazname îade kir
09:03 Dogan ê di Komkujiya Enqereyê de birîndar bû: Me dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2018'AN
08:29 Rojnameger Çagdaş Kaplan hat binçavkirin
06/10/2018
17:55 Şêniyê gundê li Licê: Leşkeran gund dagir kiriye, rewşa me nebaş e
17:19 Li Êlihê deriyê mala taziyê kilît kirin
17:06 ‘Bi her awayî emê têkoşîna xwe bidomîn in’
16:27 Li Ezazê teqîn: 4 kesan jiyan xwe ji dest dan
16:19 Şaxa ÎHD’a Îzmîrê: Girtiyên nexweş nekin amûrê polîtîkayan
16:06 Li Amedê aqûbeta Ahmet Çakici hat pirsîn
15:47 Bila girtiyên nexweş Aslankiliç û Ozelmali bên berdan
15:07 Dede: Pêkanîna tecrîtê li dijî hemû gelê Kurd e
14:52 Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyên polîsan jî aqûbeta xizmên xwe pirsîn
13:51 Nivîskarê Ozgur Gundemê Akyol hat bibîranîn
13:40 Meclîsa Şengalê Nadîa Mûrad pîroz kir
13:32 Girtiyê nexweş Ozelmali 10 rojin di greva birçîbûnê deye
13:12 HDP’ê Cejna Cimaya Şîxadî ya Êzidiyan pîroz kir
13:00 Tosun: Em ê bi ciwanan re pêşerojek demokratîk, wekhev û azad ava bikin
11:33 Polîsan nivîskar Demîrer binçav kirin û bi ser mala malbata Sarisuluk de girtin
11:17 Nadîa Mûrad: Ez vê xelatê li ser navê Kurdan digirim
10:47 Li dijî HDP'ê operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
10:37 Parêzer Kavîlî hat berdan
10:28 Leyla Guven: Tu hêviyên me ji AKP û daraza wê tuneye
09:11 Der barê dosyeyên Cizîrê de yeko yeko biryara 'neşopandinê' tên dayîn
09:10 Parêzerê bûyerên 6-8'ê Cotmehê: Kiryarên sereke tên veşartin
09:10 Parêzerê karkeran: Bi fermana îktîdarê hatin girtin
09:09 Rojnamevana pênûsa xwe dewrî rojnamevanên jin kir: Gurbetellî Ersoz
09:08 Ji ber zemê kes nikare biçe bazaran jî: Bi saxî dikujin
09:07 Li Wanê Mîhrîcana Şanoyê dest pê dike
09:07 31 sal ceza li cerdevanê ku zarokek îstismar kir hat birîn
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 201'AN
05/10/2018
23:39 Nivîskar Mehmet Çakmak hat berdan
19:40 Rojnamevan Adnan Bîlen hat berdan
16:49 Der barê 12 wekîlên HDP û 3 wekîlên CHP’ê de fezleke
16:01 ‘Dixwazin Tahîr Elçî ji bîra civakê bibin’
15:49 Rojnameger Sayilgan ê 2 sal e girtî ye nehat berdan
15:39 Têkildarî kuştina rêvberê MHP’î de 4 kes hatin binçavkirin
15:30 11 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
15:25 Tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê hat şermezarkirin
15:18 Serokê Giştî yê Dev Yapı-Îşê Karabulut hat girtin
15:03 'Hûn me nas nakin, li têkoşîna me binêrin’
14:27 Fadil Şenyaşar: Em rastî bêmafiyek qet nehatiye dîtin, hatin
14:08 Oluç: Biryara ji bo Buldan li dijî qanûnê ye
13:54 Li Girtîgeha Duzce tehdît: An hûnê çongê xwe danin erdê, yan jî em ê we bikujin
13:41 Zarokên doza Nisêbînê dîsa nehatin berdan
12:50 Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo Nadîa Mûrat û Denîs Mukwege hat dayîn
12:40 Rojnameger Adnan Bîlen hat binçavkirin
12:31 Di Konferansa Ciwanên Herêma Serhedê ya HDP’ê de dê tecrît bê nîqaşkirin
12:23 Di serdegirtina malan de gellek kes hatin binçavkirin
12:06 Li Girtîgeha Odemîş girtî hatin derpkirin
11:52 Hevşaredara Nisêbînê Kaya nehat berdan
11:46 ÎRA: Di îlonê de 110 rojnameger hatin darizandin
11:33 Malbatên girtiyên li Patnosê serî li ÎHD’ê dan
11:19 Nivîskar Şeyxbizînî: Yekîtiya ziman dê rê li ber yekîtiya neteweyî veke
10:49 Ebu Adil: Parastina Minbicê mafê me yê rewa ye
10:44 Aydenîz a HDP’î: Hikûmetê ji 6 û 8’ê Cotmehê ders dernexist
10:11 Teatra Yekta Hêvî promiyera ‘Kirêciyê Nû’ da pêşandan
09:31 Nivîskar Mehmet Çakmak hat binçavkirin
09:31 Qedexeya derketina derve ya li Sêrtê hat rakirin
09:25 Ji ber peyva 'kiryar nediyar' pêşnizyanameya der barê Doza Pasûrê de hat îadekirin
09:24 Tenê ji bo temsîl û ezimandinê 193 milyon û nîv TL hatiye xerckirin
09:24 ‘Reçeteya krîza aborî û siyasî bi dawîkirina tecrîdê pêkan e'
09:22 Li Manîsayê namzeyên keyatiyê yên jin ji bo hilbijartinê dixebitin
09:22 'Ya dikeve ser milê me divê em bibin dengê nav çar dîwaran'
09:21 ‘Kujerê Kûdret Kalkanê Vedat be, kujerê Vedat jî dewlet e'
09:20 Navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ji ber bêavîtiyê hişk bû
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2018'AN
08:35 Karkerekê li Antalyayê jiyana xwe ji dest da
04/10/2018
18:10 Malbatên Roboskiyê: Ên qedexe dikin ditirsin bi komkujiyê re hevrû bibin
16:53 Dozger serlêdana hevdîtina bi Ocalan red kir
16:24 Îtîraza berdana bersûca Komkujiya Dîlokê hat redkirin
15:58 Aborîzan Altinors: AKP gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê ve dibe
15:57 Dozger ji bo Taşçier 4 sal û nîv ceza xwest
15:32 Sibê dê danişîna 17 zarokên Nisêbînê bê dîtin
14:48 Dadgeha Bilind cezayê rojnameger Guleş erê kir
14:35 Demîrtaş nehat berdan
14:27 Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Kaya hat binçavkirin
14:17 Dadgehê biryar da ku Pervîn Buldan bi zorê bînin dadgehê
13:53 'Dixwazin bi dadger û dozgeran muxalefetê dîzgîn bikin’
13:37 KCD’ê Berhem Salih pîroz kir
13:25 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:24 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Li dijî polîtîkayên şer em ê têkoşînek hevpar birêve bibin
13:23 Polîsan li 2 kesan da û ew binçav kirin
12:43 Dozger: Ez dewama girtinê dixwazim
Demîrtaş: Ez berdana xwe daxwaz nakim
12:31 Karkerek li Edeneyê jiyana xwe ji dest da
12:19 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa ‘sirgûna êzidiyan’ qebûl nekir
12:00 Bi ser kaşkirina mirovahiyê re 3 sal derbas bû
11:02 ‘Îdrîs neyê berdan em ê dozê bibin DMME'yê’