AMED - Nivîskar Mehmet Çakmak ku duh êvarî di avêtina ser malê de hat binçavkirin, hat berdan.
Nivîskar Mehmet Çakmak ku duh êvarî di avêtina ser mala wî ya li Avahiyên Seyrantepe ya Yenîşehîrê de hat binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îro danê êvarî hat berdan. Hat hînbûn ku ji ber der barê wî de îfadeyek hebûye Çakmak hatiye binçavkirin.
Di avêtina ser mala Çakmak de, hatibû diyarkirin ku polîsan mala wî sehî kiriye, dest danîne ser pirtûkên wî û kompîtura wî û di dema sehîkirina malê de polîsan Çakmak derb kiriye.