EDENE - Siyasetmedaran destnîşan kir ku dê bi bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li krîza aborî û siyasî bê û gotin: "Sedema krîza aborî û siyasî tecrîd e. Demildest divê bidawî bibe."
Siyasetmedaran diyar kir ku sedema sereke ya pirsgirêkên welat tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û xwestin dawî li vê tecrîdê bê. Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Erol Demîrhan, bi bîr xist ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve Ocalan nikare bi parêzerên xwe re û ji 11'ê Îlona 2016'an ve jî malbat nikare bi Ocalan re hevdîtinê çêbike. Demîrhan got: "Divê em tecrîda ku didome û krîza aborî ya heyî bi hev re binirxînin. Dema komplo pêk hat, Tirkiye di warê aborî de tengijî bû. A rast krîza aborî ya 2002'yan ji ber polîtîkaya şerî ya li ser neçarserkirina pirsgirêka kurd bû. Krîza aborî ya niha jî ne ji ber krîza Rahîp Andrew Craig Brunson an jî pirsgirêkên bi DYA'yê re ye. Ger Tirkiye dixwaze dawî li vê krîzê bê, divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bîne. Divê nîvengeke bê peydakirin ku Ocalan fikrên xwe bi raya giştî re parve bike."
‘KRÎZA ABORÎ NAQEDE'
Hevberdevkê Rêvebirina Edeneyê yê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayhan Topal jî, biryara DMME'yê ku herî dawî gotibû "îşkence ne muameleyek xerab e" rexne kir û destnîşan kir ku tecrîd giêrdayî şerê li Rojhilata Navîn e. Topal got: "Tekane rêya ku dawî li şerê Rojhilata Navîn bê û krîza aborî ya li Tirkiyeyê bê çareserkirin, bidawîbûna tecrîdê ye. Bi girankirina tecrîdê ne dawî li şerê li Rojhilata Navîn tê ne jî krîza aborî ya li Tirkiyeyê diqede."
'TÊKOŞÎNEKE ÇALAK'
Topal, diyar kir ku enflasyon bûye ji sedî 25 û got: "Tekane rêya ku gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji krîza aborî xelas bibin, bidawîbûna tecrîdê ye. Ji bo vê jî divê sazî û dezgehên têkildar bi awayekî çalak bitêkoşin. Yanî bi daxuyaniyên çapemeniyê dawî li tecrîdê nayê. Divê karker, kedkar û gelên li Rojhilata Navîn li hemberî vê yekê tev bigerin."
‘JI BO JIYANA OCALAN FIKARÊN ME HENE'
Nûnerê Çûkûrovayê yê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAYDER) Urfî Aksoy jî, anî ziman ku ji bo jiyana Ocalan fikarên wan hene û got: "DMME bi biryara dawî bû hevparê vî sûcî. Em TUAY-DER û malbatên girtiyan ên Çûkûrovayê, dixwazin dawî li tecrîdkirina Birêz Ocalan bê. Ji bo vê em bang li raya giştî dikin."
'EM Ê BITÊKOŞIN'
Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Gulseren Tûral jî, anî ziman ku 3 sal in tecrîd bi awayekî giran didome û ev yek tesîrê li hemû qadên jiyanê dike. Tûral got: "Girankirina tecrîdê tê wateya dewamkirina şer. Ji ber vê karker, kedkar, xwendekar, hnermend, rewşenbî û jin bi her cure pêkanînên antîdemokratîk re rû bi rû dimînin. Divê dîsa li dor maseya muzakereyê rûnên. Em HDP, em ê li dijî pêkanînên antîdemokratîk, îşkenceya li girtîgehan û çewisandin tim bitêkoşin. Em ji bo têkoşînê bang li hemû saziyên demokratîk, saziyên civaka sivîl dikin."
MA / Cemil Ugur – Hamdullah Kesen