Ajotvanên qamyonan: Heqê seferê ji Hezarî daket 500 lîreyî

img

STENBOL - Ajotvanên qamyonan diyar kirin ku ji ber zemkirina rê, pir û mazotê, di seferên ku berê hezar lîre qezenç dikirin niha 500 lîre qezenç dikin. 

Ji ber krîza aborî welatî her roj bi tiştên nû re rû bi rû dimînin. Tevî gelek derdorên civakê ajovanên qamyonan ên li Hala Zebze û fêkiyan a Bayrampaşayêjî nesîbê xwe ji krîza aborî girtin. Ajovanan, diyar kir ku ji ber zemkirina mazotê, rê û piran êdî tu tiştî qezenc nakin. 
 
‘ZEMAN EM QEDANDIN' 
 
Ajovanê qamyonê Sabahattîn Babayîgît, destnîşan kir ku mazot, lastîk, gîşe, pir û keştî hatine zemkirin û got: "Ev zem em qedandin. Êdî em tu pereyî qezenc nakin. Berê di her seferê de hezar lîre ji me re dima, niha 500 lîre ji me re dimşne."Babayîgît, diyar kir ku di çûnhatina otobanan de berê wan 150 lîre dida, niha ew 250 lîreyî didin û berê dema wan mal bar dikir 250 lîre didan embarvan niha 350 lîreyî didin û berê wan 350 lîre dida kesên mal bar dikin, niha ew 500 lîreyî didin û berê heqê lastîkên qamyonê hezar û 500 lîre bûn, niha bûne 2 hezar lîre. 
 
Babayîgît, destnîşan kir ku piştî çûyîna di ser Pira Yavûz Sûltan Suleyman re bû mecbûr, ew zêde zirar dikin û got: "Ji bo em bên Hala Bayrampaşayê çûnhatina me 130 kîlometre dirêjtir bû. Yanî ev tê wateya ku hûn ekstra 150 lîreyî didin mazotê. Her wiha di çûnê de hûn 75 lîreyan didin gîşeyan û di hatinê de jî hûn 90 lîreyî heqê pirê didin." Babayîgît, bilêv kir ku di her seferê de ew bi vî awayî 240 lîreyî ji bêrîka xwe didin û got: "Dema hûn heftê herî kêm du seferan bikin hûn 920 lîreyî dixisirin." 
 
‘DEWLET TIM ZIRARÊ DIDE ME' 
 
Ajovan Umît Çelîk jî got: "Dewleta me ne dewlet e. Tim zirarê dide me. Em diçin nexweşxaneyê 300 lîreyî ji me dixwazin. Em nikarin bidin." 
 
‘CIHEKÎ ME YÊ KU EM LÊ RAZÊN TUNE YE' 
 
Ajovanê qamyonê Şeref Ayguneş jî destnîşan kir ku êdî ew tu pereyî qezenc nakin û got: "Em tên halê. 5 rojan em didin sekinandin. Ne cihekî me yê ku em lê razên heye ne jî pereyên me. Deynên maliyeyê zêde bûn. Êdî em nikarin bidin." Ayguneş, bilêv kir ku dema di deynên bacê de pirsgirêkeke biçûk jî hebe demildest dest datînin ser qamyona wan û got: "Camêr trîlyonan nadin. Lê dema em bandroleke biçûk jî nedin, demildest em asteng dikin." 
 
‘AKP DIŞÊLÎNE' 
 
Ajovanê qamyonê Hîkmet Agolday jî anî ziman ku ji ber zemkirina mazotê êdî nikare deynê xwe bide û got: "Heqê piran zêde biha ye. Trafîk bertîlê distîne. AKP resmen me dişêlîne. 4 zarokên min hene, nizanim ez ê çawa debara wan bikim. Divê ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin." 
 
MA / Servet Karaduman
 

Sernavên din

17/08/2018
11:17 Dag: Bila Waliyê Tuncelî li herêma şewatê daxuyanî bide
11:13 Malbata nexweşê giran Apê Dedo dê dest bi çalakiya rûniştinê bike
11:09 Êzidiyên li kampa Mîdyatê: Çima ne nêzî Şengalê, nêzî Îdlîbê?
10:44 Qeyûm encama hilbijartinê ne eciband xebatên rê rawestand
10:23 Dadgehê îfadeya di bin îşkenceyê de esas girt û 19 kes ceza kir
10:17 ‘Bi krîza aborî re zarokên karker zêde dibin’
10:06 Polîsan serê wî şikand, beyî agahiya malbatê emeliyat kirin û avêtin nexweşxanê!
09:23 Esnafên Amedê: Ger ku krîza aborî tune çima em têk diçin?
09:22 Sonmez: Erdogan Tirkiye dixe karesetê
09:21 Ajotvanên qamyonan: Heqê seferê ji Hezarî daket 500 lîreyî
09:21 Tevlêbûna kampanya HeForShe'yê zêde dibe
09:20 5 meh in ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin têdikoşin
09:19 Rewşa Awarte hêj li Colemêrgê ranebûye
09:19 Qurbaniyên cejnê di destê xwediyê xwe de man
09:17 Sari: Krîza aborî û ambargoyê dikandarî qedand
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2018'AN
16/08/2018
20:58 Malbatên Roboskiyê: Em ne di heman keştiyê de ne
19:20 Nehiştin heyeta serbixwe têkeve Kampa Penaberan a Telhamûtê
19:05 Heyeta HDP û KCD'ê li Dersimê herêmên dişewitin lêkolîn kirin
16:36 Şewata li Dersimê ji Wezîr Pakdemîrlî hat pirsîn
16:11 Evran: Para DYA di êrîşa Şengalê de heye
16:07 Temellî: rexne û rexnedayîn rêgeza bingehîn a partiya me ye
15:43 KCD: Êrîş li dijî hemû gelê Kurdistanê pêk hatiye
14:38 MYK HDP’ê: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar dikin
14:29 Parêzerê Brunson: Em dê dîsa îtîraz bikin
14:25 Waliyê Dersimê: Wêneyê şewatê ne aîdî Dersîmê ne
Hunermend Ferhat Tunç: Dîmen li Alîbogaziyê hat kişandin
14:16 Peskov: Têkildarî ‘Zîrveya Sûriyeyê ya Sêyemîn’ daxuyanî da
14:07 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê banga tevlêbûnê
13:39 ‘Erdogan li şûna çareseriyê netewperestiyê pêş dixe’
13:38 Parêzerên Ocalan cara 781’emîn serî li dozgeriyê dan
13:01 2 karekrên Sûriyeyî di şewata fabrîqeya pêlavan de mirin
13:00 Li Semsûrê pevçûn: 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bû
12:33 OSO du dikan gulebaran kir
12:24 Xeta SMS a Şaredariya Mêrsînê têk birin û peyama 15’ê Tebaxê ji milyonan re şandin
11:53 Piştgiriya ji bo mertalên zindî zêde dibe
11:46 Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da
11:38 Êzidiyên li Koço jiyan xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn
11:37 Amediyan şeva xwe di bin ablukaya polîsan re derbas kir
10:55 Hevseroka KESK'ê Gezen: Em ne di heman keştiyê dene
10:36 Şewata li Dersimê belav dibe
10:17 Esnafên Bazara Jinan ji ber zemê dikanên xwe digirin
09:21 Katircioglû: Sedema krîzê ne Amerîka ye
09:20 'Tembûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye'
09:20 ‘Heta niha me krîzek wiha nedîtiye'
09:19 HDP ji bo biçe Îmraliyê dê serî li Wezareta Dadê bide
09:18 Teblîxatên tehdîtê ji xwediyên malên ku naxwazin malên xwe bifiroşin re dişînin!
09:18 'Divê rêya kampên penaberan ji bo rêxistinên jinan bên vekirin'
09:17 Sewalvanê ku li benda Cejna Qurbanê ne xeyalşikestî bûn
09:16 Germava Zerene ji ber bêxwedîbûnê tune dibe
09:15 'Em bi projeyên xwe nêrînên li ser jinan diguherînin’
09:14 Muzeya hişê komkujiya li ser Kurdan: Emnesûreke
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2018'AN
15/08/2018
22:19 Ji bo birayê xwe bibîne çû girtîgehê hat binçavkirin
22:13 Balafirên şer Şengalê bombebaran kirin
17:37 Salvegera 2’yemîn a rizgarkirina Minbicê hat pîrozkirin
16:20 'HDP bi binçavkirinan tu carî gavan paşve navêje'
15:56 Serokê Desteya Rêveberiya Rêxistina Efû Kiliç hat berdan
15:35 Turan ê HDP’î: Yên krîzê ava dikin dê bedela wê bidin
14:38 Li Agiriyê 24 binçav kirin
14:10 Li Semsûrê 3 kes hatin binçavkirin
14:07 Baroya Dersimê: Divê mûdaxileyê şewatê bê kirin
13:47 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Krîza aborî krîza rejîma yek zilamî ye
13:27 Hevşaredara Dersimê Altun nehat berdan
12:44 Serlêdana duyem jî ya ji bo Brunson hat redkirin
12:09 2 leşker li Semsûrê birîndar bûn
12:04 Li Antalya agir bi daristanê ket
11:52 Li Mêrsînê serdegirtina malan: Herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
11:32 Sariyildiz: Krîz bi şerê li dijî gelê Kurd re destpêkir
11:26 Taşdemîr: Derbaskirina krîzê bi avakirina demokrasiyê pekan e
11:07 Çîrokbêj Duymak: Çîrokên me evîn û şerê me ne
10:55 Çerkez û Tirkmenên li Mînbîcê komele avakirin çand û zimanê xwe diparêzin
10:46 Li Stenbol û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:38 Di dowîzê de hamleyek nû
10:00 'Rojnameya Azadiya Welat tu caran j rastiyan tawîz neda'
09:13 'Nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe berpirsiyariya sereke ye'
09:13 Dêra ku wekî 'navenda pêşvexistina turîzmê' hat îlankirin niha hindik maye birûxe
09:12 Kovara Kund: Armanca me ew e ku em bi kurdî bidin xwendin
09:11 'Ozgur Gundemê ji çanda ragihandina heqîqetê bû’
09:11 Ji ber zêdebûna dowîzan kes naçe bazarên wesayîtan
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2018'AN
14/08/2018
21:38 Li Dersimê pevçûn
20:19 Hevserokê DBP’ê yê Çûkûrovayê hat girtin
18:52 Li Êlihê teqînek çêbû: 4 zarok birîndar bûn
16:52 Meclîsa Jinan a HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
16:01 Li Îtalya pir hilweşiya: Bi dehan kes mirin
15:46 Parêzerê Brunson: Ji bo krîz çareser bibe divê miwekîlê min berdin
15:22 HDP’yan malbata Çoban ziyaret kir
15:15 Rojnamegerê girtî Guleş: Name û pirtûkên Kurdî qedexene!
14:29 Bi hezaran hektar qad bû xwelî lê rayedar lê temaşe dikin
14:28 Îlbaş tayînê Wanê hat kirin û Çîtil jî terfi bû
13:59 Parêzerê Brunson îtîrazî hepsa malê kir
13:34 PDK zexta ‘tev li çalakî û şahiyan nebin’ li HDP’yan dike
13:19 ENKS, daxwaza MSD`ê Ya Sûriyek Demokratîk û Yekitiya Gelan xirap dibîne
12:53 Çiyanê Xozatê hatin bombebarankirin
12:18 Li Bursayê serdegirtina malan
12:07 Yalçinkaya di pêşketina şanoya Kurdî de rolek girîng lîst
12:06 ‘Çareseriya krîza aborî di pêvajoya aştiyê de derbas dibe’
11:17 Pêla Siyaseteke nû ya ‘Erebkirina’ Kurdistanê
10:41 Hişê xwe winda kir lê wî sewqî nexweşxaneyê nakin
10:18 Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê gelê xwe biparêzin