Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim

img
RIHA - Li Bêrecûkê li Bazara Şîreyê ku wargeha turîstên xwecihî û biyanî ye, ev demeke esnafên wê bêyî ku serfetihê bikin deriyên dikanên xwe digirin. Esnaf Celal Încebag, diyar kir ku rewşa kar nebaş e, fiyet biha bûne û gelek caran jê jî ew dixisirin. 
 
Li Bazara Şîre ya navçeya Bêrecûkê ya Rihayê esnaf bêyî serfetih dikanên xwe digirin. Esnaf Celal Încebagê ku li vê bazara wargeha turîstên xwecihî û biyanîbûn 10 sal in esnaftiyê dike, diyar kir ku rewşa karê wan nebaş e. 
 
‘SERDEM QEDIYA LÊ MIŞTERÎ TUNE NE' 
 
Încebag, diyar kir ku karê ku ew dike karekî zor û zehmet e û ew îsotan hişk dikin, salçe, bastêq, îsota hûr û biharatan çêdike û difiroşe. Încebag got: "Heta ji destê me tê em berên xwezayî çêdikin da ku mişterî werin. Lê îsal rewşa kar nebaş e. Hema bêje serdem qediya lê hîn jî mişterî tune ne." 
 
Încebag bi bîr xist ku bazar di meha Gulanê de vedibe û di mehên Cotmeh û Mijdarê de tê girtin û got: "Li gor par rewşa karê me nebaş e. Îsal ne turîstên xwecihî ne jî yên biyanî hatin. Ev yek girêdayî krîz aborî ye. Bi zêdebûna fiyetên zêr û dowîzan, hêza kirînê qels bû. Ji ber vê gel zêde tiştekî nastîne. Ev yek jî tesîreke neyînî li karê me dike." 
 
‘ZÊDEBÛNA DOLAR BANDORÊ LI FIYETAN DIKE' 
 
Încebag, diyar kir ku bi zêdebûna dolar her tişt zem xwar û got: "Mesela em kîloya salçeyê bi 25 lîreyî difiroşin, kîloya îsota hûr bi 30 lîreyî difiroşin. Tu bikî nekî zêdebûna dowîzan tesîrê li fiyetan jî dike. Bihabûna fiyetan û qelsbûyîna hêza kirînê ya mirovan hilberînê jî kêm dike. Dema hilberîn kêm bibe fiyet jî zêde dibin. Dema fiyet biha bibin berên me jî di dest me de dimînin. Mişterî tê dixwaze îsota Meraşê bistîne, lê dema fiyetê wê dibihîse nakire." 
 
Încebag, destnîşan kir ku di navbera 10 sal berê û niha de ferqek mezin heye û got: "Deh sal berê min tomerîfiroşiya zexîreyan dikir. Wê çaxê min hem heqê sîgorteya xwe dida, hem heqê kirêya xanî dida, hem jî zarokên xwe dida xwendin û hem jî min pere qezenc dikir. Lê niha teqawid bûme, dikana min heye û xanî yê min e, lê dîsa jî bi zorê debara xwe dikim." 
 
Încebag, anî ziman ku ji ber krîzê gelek dikan hatine girtin û gelek esnafan top avêtiye û got: "Rewşa welat nebaş e. Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Çareserî bi aştî û asayîbûyînê pêkan e." 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 
 
 

Sernavên din

14/08/2018
09:26 Li Edeneyê serdegirtina malan: 4 jê zarok 14 kes hatin binçavkirin
09:16 Di avêtina ser malan de diyalogeke ecêb
09:16 Rewşa Arîna biçûk a girtî nebaş e
09:15 Ji bo dawî li aloziyê bê divê bi Ocalan re hevdîtin pêk bê
09:14 Esnafê 10 salan: Bêyî serfetih dikana xwe digirim
09:13 Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man
09:13 Aborîzan Muftuoglû: Dê her tişt bê zemkirin
09:12 Parêzer Suren: Ne mumkun e ku dev ji Qanûna Jimare 6284'an bê berdan
09:12 Heşdî Şabî Vedikişe Artêşa Iraq Tê Cihê wê
09:11 Li Colemêrgê dema şahiyên berxbiran
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2018'AN
13/08/2018
19:34 Şewata li Dersimê belav dibe
17:35 Cenazeyê Atakan Mahîr hat wergirtin
17:03 Rêxistinên tenduristiyê: Dema em dixebitin em naxwazin bimirin
16:57 Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine
16:16 Kewarên mêşên hengiv şewitîn û mêş telef bûn
13:59 ‘Hemû tundiyên li dijî zarokan divê mîna sûc bên dîtin’
13:35 Arastekirina fihûşê ya penaberan ji Soylu pirsî
13:24 4 welatiyên li Gogsiyê binçav kiribûn hatin berdan
13:23 Hamzaoglu: Em li heman welatî dijîn, lê ne di heman kêştiyê dene
12:07 ‘Rexneyên Demîrtaş û keysperestî’
11:59 Mexdûrên OHAL’ê behsa îşkenceyê kirin: Ji ceryanê, heta destdirêjiya zayendî îşkence li me kirin
11:38 Li Mînbîcê hûnandina jiyana bihevre didome
10:42 Dozger helbestên Şêrko Bêkes sûc dît û ji bo Serêkaniyê jî got Pirsûs
10:34 Ji Serdozgeriya Komarê gefa lêpirsîna ‘aboriyê’
10:27 Ozer û Berk ên HDP’yî hatin binçavkirin
10:22 Dîrokzan Aydin: Em bi encamên giran ên rejîmê re rû bi rû ne
09:50 Aborîzan Gungen: Çareserî komîna aboriye
09:45 Çemê Dîcle, xweza û dîroka 12 hezar salan tune dibe
09:35 Çayxaneya Şeab xizmeta çi dike?
09:32 ‘Gotin heqê xwe helal bikin û 700 kes ji kar derxistin
09:12 Ji ber ferzkirina sîxûrî û gefxwarinê 19 kesan serî li ÎHD'ê dan
09:11 Kedkara 20 salan a Kadîfekaleyê: Di xewna xwe de li Mêrdînê dijîm
09:10 Tizbiyên Kizwanê rastî eleqeyek zêde tên
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2018'AN
12/08/2018
20:05 Şanoger Yalçinkaya hat oxirkirin
16:00 TJA: Ji bo STO li Telhamût lêkolîn bike, destûr nehat dayîn
15:22 Li Îdlibê teqîn: 32 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn
15:14 Demîr: Pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê ya ewlekariya can heye
14:48 Cenazeyê jinekê di Çemê Dîcle de hat dîtin
14:12 4 kes li Serêkaniyê hatin binçavkirin
13:43 4 partiyên Başûr encamên hilbijartinê red kirin
13:13 10 rojin ceyranê nadin 10 gundan: Çandinî bê av man, cotkar perîşan bûne
12:15 Bavê 8 salan îstîsmarê 4 zarokên xwe kir, gef li dayîkê xwar ku giliya xwe paşve bikêşe
10:33 Komeleya Çerkesan li Minbicê vedibe
10:16 NY: Bedelê şerê Sûriyeyê 388 mîlyar dolare
09:18 Hevserokê DBP Çukurova hat binçavkirin
09:18 Muzeya biçûk a çand û dîroka Mezopatamya: Vanya
09:16 Bi şev ji Girê Gowijan Silêmaniyê temaşe bikin
09:15 Danişîna doza Hevşaredara Dersimê Altûn di 15'ê Tebaxê de ye
09:14 Her ku dolar zêde dibe, esnaf perîşan dibe
09:12 'Di navbera îstismar û şidetê de têkiliya otorîte û hêzê heye'
09:10 Rêxistinên jinan: Mafên ku me bi dest xistin di talûkeyê de ne
09:03 Kûbîlay: Erdogan dibêje 'em li dijî lobiya faîzê ne', lê zavayê wî qet wisan nabêje
09:00 ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2018'AN
08:35 Hevserokê DBP'ê yê Çukurova hat binçavkirin
11/08/2018
21:14 Ciwanan ji Amedê bang kir: Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin
20:26 Şanoger Yalçinkaya çû ser dilovaniya xwe
19:41 Hîn jî dest bi tedawîkirina girtiyê nexweş Koçer nehatiye kirin
16:47 Li Bursayê daristan dişewite
16:39 Guneş: Divê pergala perwerdehiyê azad, laîk û hemdem be
15:53 HDP’ê rewşa girtiyê nexweş ê nayê derman kirin ji Wezîr Gul pirsî
15:35 ‘Nexweşê pençeşêrê Sûbaşi berdin’
15:34 Xizmên Windayan li Îzmîrê li aqûbeta Tîmurtaş pirsî
14:32 Dayîkên Şemiyê: Gelo çima em ji hiqûqa hûndir encamê nagirin?
14:18 Hevserokê HDP’a Amedê Çamçi: Em ê li dijî revandinê serî netewînin
12:56 Amadekariyên şahiya ciwanan bi dawî bûn
12:14 Jina ku rastî tundiya hevjînê xwe hat bi giranî birîndar bû
12:11 Di depoyek xurdeyan de teqîn rû da: 4 karker birîndar bûn
10:42 Zêdebûna diwîz li sektora înşaetê xist
10:15 Li Êlihê xizmên windayan dê guh nedin qedexeyê
09:36 Li Idlibê ‘Destê kê di berîka kê de ye?’
09:15 Li Serê Kaniyê tiliya xebatkarên şaredariyê jî di bazara fuhûşê de heye
09:13 'Dewlet zarokan ji polîtîkayên xwe re dike alet'
09:12 'Feraseta tu yê hem bixebitî û hem li malê binêrî qebûl nakim'
09:11 Baxçeyê wî wekî muzeyê ye
09:10 Bêyî ku hayê gel jê hebe qeyûm navê taxê guherand
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2018'AN
10/08/2018
18:39 Dêmariya xwe kuşt
18:34 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê dîsa hat redkirin
18:00 Nûçegihana me Demîr hat berdan
16:39 Dolar xwe li ber axaftina Albayrak negirt: Derket 6.80 TL'yî
15:53 ‘Kiryarên Tahîr Elçî bibînin û ceza bikin’
14:28 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
14:15 Li Taxa Reşayê Sebrî ya 20 rojin dibin dorpêçê de 4 kes hatin binçavkirin
13:54 Nûçegihana me Demîr sewqî dadgehê kirin
12:54 Bîranîna Komkujiya 10’ê Cotmehê: Em ê têkoşîna edaletê bidomînin
11:46 Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin
11:36 Li Bajarê Kon ê Telhamût jinên koçber ji bo qutiyek şîr neçarî fuhûşê dikin
10:25 Beqlewe û qedayîf tev li hev kir û ‘kadlava’ çêkir
10:16 Uca: Wêneyê Cizîr û Şengalê bi heman qelemê hatibûn xêzkirin
09:55 Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan
09:54 Ji ber ku hejmara nîzamî ya leşkerî red kirin hatin derbkirin
09:53 Gokkan: Rejîm guherî, zimanê zayendîparêz zêde bû
09:52 Krîza aborî li sektora dermanan jî xist
09:50 Dolar 6.20 TL û Euro 7 TL’yî derbas kir
09:17 Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê: Bi Qenal Stenbolê re xweza dewrî sermayeyê tê kirin
09:16 Jin eleqeyeke zêde nîşanî atolyeyên xweparastinê didin
09:15 Antmenê CHP’î: Santralê Termîk û fabrîkayên çîmentoyê xwezayê gemartir dikin
09:14 Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin