Ji HDP’ê rapora Geverê: Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike

img
ENQERE – HDP’ê têkildarî bûyera Nurcan Karakaya û pidika xwe jiyana xwe ji dest dan lêkolîn kiribû û vê der barê vê lêkolînê de raporek aşkere kir. HDP’ê di rapora xwe de diyar kir ku sedema teqînê nehatiye zelalkirin û tu agahî û belge bi dest nexistine û xwest bêyî delîl bên reşkirin divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin. 
 
Heyetek ji Parlamenterên HDP’ê Saît Dede, Muazzez Orhan û Murat Sarisaç û parêzvanê mafê mirovan pêk ên saziyên ÎHD û OHP pêk dihat di 31’ê tîrmehê de çûbûn gundê Qadiyan a girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê û li cihê bûyera ku Nurcan Karakaya û pidikê xwe lê jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn pêk anî bûn. HDP’ê têkildarî vê lêkolînê raporek li Enqereyê bi raya giştî re aşkere kirin. 
 
'ŞAHID: RÊ DIÇE HERÊMA BAREGEHA LEŞKERÎ’  
 
HDP’ê di raporê de bal kişand ser agahiyên şahidek bûyerê daye wan û wiha vegot: “Ev wesayît çawa bêdestûr û bêewlehî diçe herêma baregehê? Bûyerek qewimiye. Lê li gunehkaran digerin. Vê carê jî dixwazin bi boneya bûyerê gundê me tewanbar bikin. Wesayît serê sibê zû heta saet 16.00’an li ber tavê li cihek nêzî qereqolê sekinandine. Wesayîtek bi LGP’ê dixebite çawa ewqas li bin germa tavê dihêlin. Dibe ku wesayît ji ber tavê germ bûbe. Tu eleqeya gundê me bi vê bûyerê re nîne. Em mexdûr in.” 
 
ŞAHIDEK DIN: DI LAŞÊ JINÊ DE XWÎN Û BIRÎNDARÎ TUNE BÛ 
 
Di raporê de şahidek din jî ê naxwaze navê xwe bide van agahiyan dide: “Ez çûm cihê bûyerê. Wesayît li ser rê tenê ji paş ve rûxiyaye. Wesayît ji cihê herifandinê 10-15 mîtro dûr disekine. Rêya teqîn lê pêk hatiye, şiverê ye. Zemîna wê ne hişk e. Gelek caran wesayît li wir patinaj dikin û derbas dibin. Li gel vê yekê nîv mîtro kûr û hinek fireh herifandinek pêk hatiye. Jina jiyana xwe ji dest daye, li derveyî wesayîtê li ser dev dirêj bûbû. Bi qasî min dît di laşe jinê de xwîn û birîndarî tune bû. Min pidik nedît. Min bihîst ku ji aliyê gundiyan ve rakirine nexweşxaneyê. Li ber wesayîtê yek ji piya û ya din jî dirêjkirî du heb tûpê mitbexê danî bûn. Pişt re ez hînbûm ku, ev tûp vala bûne û ji bu guhertinê xistine bagaja wesayîtê. Ev wesayît ne wesayiteyek eşya bibe û bîne.  Çima tûpên vala xistine bagaja wesayîtê. Piştî vê bûyerê bi tirs dijîn. Rayederek leşkeran hat gundê me û got ‘Bûyerek din jî biqewime, ez ê hemû gundiyan tevî gund bişewitînim.’ Em ditirsin. Meclîs dibe, walîtî dibe, bila vê bûyerê bi awayek rasteqîn lêkolîn bikin û berpirsyaran bigirin. Tu eleqeya gundê me bi vê bûyerê re nîne û nabe jî.” 
 
'DIVÊ BÛYER BÊ LÊKOLÎNKIRIN’ 
 
Di dewama raporê de cih dan van agahiyan: “Di 6’ê tebaxê de me heyetek berfireh ava kir û em çûn gund û cihê bûyerê. Heyeta mi ji 3 wekîlan, nûner û parêzerên ÎHD û OHP’ê pêk dihatin. Ji gund du-sê kesa hatin cem me. Gotin ku neçûne cihê bûyerê û der barê bûyerê de tu zanyariyê wan tune ne. Gotin ew ji ber bûyerê gellek xemgîn in. Xwestin ku hemû aliyên bûyerê bên zelalkirin. Ji ber ku navê gundê wan di bûyerê de derbas dibe aciz in. sedema teqînê nehatiye zelalkirin û tu agahî û belge bi dest nexistine û xwest bêyî delîl bên reşkirin divê li Meclîsê komîsyonek bê avakirin. Bûyer ji aliyê kî ve hatibe kirin divê baş bê lêkolînkirin û yên bûyerê pêk anîne li ber edaletê hesab bidin. Gundî dixwazin îhmalên vê bûyerê hemû zelal bibin. Kesên me bi wan re hevdîtin kir nexwestin navê xwe bidin. Ji bilî vê yekê şêniyên gund nexwestin bi me re hevdîtin bikin û bi bahaneyên cuda xwe ji me dûr hiştin. Sedemê vê yekê jî piştî heyeta me çû lêkolînê em hîn bûn ku 7 gundiyên din binçav kirin e.
 
 
RÊ NE ASFALTKIRÎ YE 
 
Piştî re heyeta me di çavdêriya cerdevanan de bi çar wesayîtan çû cihê bûyerê. Dema heyeta me xwe gihand cihê bûyerê dît ku rê ne asfaltkiriye. Rêya ax bûye. Rêyek fetlonek û asê ye. Piştî bûyerê rê hatiye çêkirin. Wesayît ne li cihê bûyerê bûye. Lê hêj hin parçeyên wesayîtê li derdora cihê bûyerê hene. Heyeta me li cihê bûyerê lêkolîn kir, wêneyan kişandin û ji cihê bûyerê veqetiya. 
 
SEDEMA TEQÎNÊ NAYÊ ZANÎN Û AGAHIYÊN ZELAL BE DEST NEKETIN’ 
 
Lêpirsîn bi nepenî tê kirin. Heyeta me negihîşt girtek û qeydên der barê bûyerê de. Daxwaza randevuya heyeta me ya ji bo Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatiye redkirin û bi boneya qeymeqamê navçeyê ne li cihê xwe bûye û pê re hevdîtin nekirine. Sedema teqînê nehatiye zelalkirin û tu agahî û belge bi dest nexistine. 
 
Heyeta me endîşeya lêpirsîn bi baldarî û bandorî nayê kirin dijî. Şêniyên gund ji ber vê bûyerê bi qilqal e û bi tirs dijî. Gundî bi fikarin û bit irs dijîn ku teqînê bi wan ve girê bidin. 
 
Ji bo hemû nakokiyên bûyerê zelal bibin û delile neyên reşkirin û windakirin divê Meclîs komîsyonekê ava bike.” 

Sernavên din

10/08/2018
09:14 Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin
09:13 Esnafên jin: Krîza aborî zirarê dide me
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2018'AN
09/08/2018
23:59 Nûriye Gulmen û Mehmet Dersûlû hatin berdan
21:07 Dowîz serî berdaye: Dolar 5.56, eûro 6.43 lîre
21:00 Li Hatayê 7 kes hatin girtin
19:56 Rojnamevan Ergul nehat berdan
18:51 Malbatên Robsokiyê: Ji ber 34 xizmên me kurd bûn kiryarên wan nayên darizandin?
16:54 Tê payîn ku dê nûçegihana me Demîr sibê sewqî dadgehê bikin
16:52 Li Îzmîrê sîxûrî li ciwanên HDP’ê tê ferzkirin
16:33 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re carek din hat redkirin
16:13 Hat xwestin, girtina rojnameger Ergul bidome
15:58 Dag: Li dijî binçavkirin û revandinê bersiva me rêxistinbûyîne
15:33 Êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat: 6 leşker birîndar bûn
15:31 Ji HDP’ê rapora Geverê: Bêyî delîl bên reşkirin bila Meclîs komîsyonê ava bike
15:29 Ji bo hevalên xwe yên girtiyên nexweş ji ÎHD’ê re name şandin
13:19 Rêxistin û sendîkayan piştgirî dan TTB’ê
12:21 Cenazeyê ciwanê windabûyî hat dîtin
12:20 Dolar bû 5,44 TL
12:08 Baxçeyên fistiqan bi zarokên kar dikin tijene
12:03 Leşkeran destûr neda vemirandina şewatê
11:47 Kampa penaberan a li Midyadê tê valakirin: Rewşa êzidiyan ne diyar e
11:30 Parêzerên Ocalan cara 779’emîn serî li dozgeriyê dan
10:40 Parêzer Baran Dogan: Pirsgirêka di darazê de polîtîke
10:20 Li Aydinê kêştiya koçberan noqî avê bû: 9 kes mirin
09:31 Ji ber bihabûna fiyetên zêran mirov nikarin dawetên xwe bikin
09:17 Ciwanên HDP'ê ji bo şahiya ciwanan bang li herkesê kirin
09:16 Di bûyera Başakê de jî biryara neşopandinê hat dayîn
09:15 Serokê SP'ê yê Amedê: Em dibihîsin ku qeyûm nelirêtiyê dikin û bertîlê distînin
09:14 Aborîzan Kozanoglû: Di payîzê de krîz li ber derî ye
09:13 ‘Ne aştiya îmarê, talankirina bajêr e'
09:13 Girtiyê nexweş Akkurt ê tim tê sewqkirin nayê darman kirin
09:12 Ji êvarê heta serê sibê kolan bi kolan dixebite
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2018'AN
08/08/2018
16:57 Rojnameger Akgul hat girtin
16:51 Hejmara 2’yan a Kundê derket: Mêvanê kovarê Berken Bereh e
16:43 Alîkarê Waliyê Şirnexê Adem Ergul ji hat dûrxistin
16:20 'Di meha dawî de gef, şantaş û tacîz zêditir bûn'
15:00 Rojnameger Denîz Firat li ser gora xwe hat bibîranîn
13:41 Dadgehê ew ajokar berda
13:40 Kurê xwe yê 13 salî bi zincîrê girê da
13:03 Nûçegihanê berê yê DÎHA Akgul hat binçavkirin
12:37 MKGP’ê: Mîrasa Denîz Firat ê rêya me ronî bike
11:57 Cenazeyê jina mirî ya hatibû dîtin diyar bû
11:26 Ji 25 kesên li Geverê hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin
11:03 OSO Êzîdiyên Efrînê bi zorê rêdikin mizgeftan û malên Elewiyan jî dikin Mizgeft
10:27 Bek: Rayedarên girtîgehê polîtîkayên rageşiyê birêve dibin
09:24 Vê carê jî ji bo HDP'ê ambargoya şêwirmendan!
09:23 ‘Em qanûna Rewşa Awarte nas nakin, demidlest divê bê betalkirin'
09:22 Di germahiya 50 pileyî de rojê 13 saetan dixebitin
09:21 ‘Li Heskîfê hem Tofana Nûh hem jî talankeriya Moxolan bi hev re rû didin'
09:19 Li bazara heywanan a herî mezin rewşa sewalvanan ne tu rewş e
09:18 Hîna jî îşkencekarên li Şapatanê nehate darizandin
09:18 Bîlgîn: Tecrîta li ser Ocalan kaosa li Rojhilata Navîn kûrtir dike
09:17 Berê kameraya xwe dide jinan
09:16 'Qeyûm daran dibire, li şûna wan kulîlkan diçîne’
09:15 Kulu: Çar hawîrdorên Dersimê di şînê de ye
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2018'AN
07/08/2018
17:36 Nûçegihana me Demîr hat binçavkirin
16:42 Hevşaredarê Wanê Kaya: Ji ber polîtîkayên qeyûm girtî me
16:21 Tirkiye ji daxuyaniya Trump dê bi bandor bibe
15:02 ‘Desthilatdar dibe sedema binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de’
14:13 Surucu pirsgirêka avê ya 16 gundan bir Meclîsê
13:59 Trump: Welatê bi Îranê re bazirganî bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike
13:54 Danişîna kuştina Kiliç ê leşker hat dîtin
13:44 Rojnameger Berzan Guneş tehliye bû
13:27 Ji Dadgeha Destûra Bîngehîn biryara Yuksekdag
13:19 Rojnameger Ziya Ataman: Bi tenê çeka min pênûs e
12:40 Li Serêkaniyê û Elkê 8 kes hatin binçavkirin
12:39 ‘Em ji ber ku zimanê me diparêze dengê xwe didin HDP’ê’
11:57 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:56 Ji bo rêya leşkerî xanî û dar hatin talankirin
11:39 Hewldanên ji bo seferên Tirkiyeyê li balafirxaneya Silêmaniyê destpê bikin, bêencam man
11:36 Herêma teqînê qedexe bû ye û hatiye şopandin
10:58 Partiyên siyasî bertek nîşanî Erdogan dan: Em ê çokê daneynin
10:50 Danekirinên Amerîkayê yên li ser Îranê ketin dewrê
10:20 Sonmez : Sedema krîza aborî rejîma yek zilamiye
10:01 Rojnameger Ataman û Guneş îro derdikevin pêşberî dadger
09:33 Ji ber muzîka kurdî guhdar kir 3 rojan girtî ma
09:32 Dosyeya ku dadger got 'tu qisûra rayedaran tune ye' şandin AYM'ê
09:14 Li Rihayê fisteqvanên ku tişta hêvî dikirin îsal bi dest nexistin
09:13 Mîmar Yapici: Stenbol bi hesreta qadeke hêşîn e, ne bi hesreta Qenal Stenbolê ye
09:13 Mahîr Kiliç: Li gel ku min dibînin jî paşguh dikin
09:12 Ciwan li Qada Îstasyonê tên gel hev
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2018'AN
08:48 Polîsan bi ser mala nûçegihana me Rûken Demîr de girt
06/08/2018
19:32 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
18:01 Cenazeyê cerdevanê winda hat dîtin
17:03 Heyeta HDP’ê li gundê Qadiyan lêkolîn pêk anî
16:38 Edene bi pîleya 3.8 hejiya
16:30 Cenazeyê girtiyê nexweş Aytek hat definkirin
15:59 ‘Şewata daristanên li herêmê kiryar ne diyar tê hiştin’
15:26 Jinan got îstîsmar ne tesadufî ye
15:15 HDP: Ji bo girtiyên nexweş divê komîsyona lêkolînê ava bibe
14:12 Li Geverê 5 gundiyên din jî hatin binçavkirin
13:37 ÎHD: Em santrala nukler naxwazin
13:04 Hemama Artuklu ya dîrokî ji cihê wê barkirin
12:51 Ceza dan rojnameger Emeç
12:46 Kamyona xîz barkirî 4 wesayîtan perçiqand
12:24 Li Hewlêrê depoyek din a çekan teqiya