Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin

img
ŞENGAL – DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn êrîşa herî mezin û dijwar li dijî Şengal pêk anî û bi sedan jinên êzidî li bazarên koletiyê firot. Jinên ji fermana 73’yemîn rizgar bûn behsa qewimînên xwe kirin. 
 
DAIŞ’ê fermana 73’yemîn bi serê civaka êzidî ve anî. Ev ferman 4 sal li pey xwe dihêle. Beriya vê komkujiyê jî warê êzidiyan Şengal 72 caran rastî talan û hilweşandinê hat. Bi piştevaniya hêzên navnetewî û herêmî vê carê Şengal di 3’ê Tebaxa 2014’an de rastî komkujî û talana DAIŞ’ê hat. 
 
DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn êrîşa herî mezin li Şengalê pêk anî û bi deh hezaran welatiyên êzidî di qirkirinê de derbas kir. Bi hezaran jinên êzidî dîl girt û li bazarên koletiyê yên Musil, Reqa, Dêra Zor, Telafer, Minbic û Girê Spî firot. Bi hezaran êzidiyan qetil kir. Bi sed hezar êzidî koçberî cihên cuda yên cîhanê kirin.
 
Di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de gellek jinên êzidî hatin rizgarkirin. Hêj aqûbeta bi sedan jin ne diyar e û di destê DAIŞ’ê de dîl tên girtin. 
 
Jinên êzidî yên ji destên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin der barê qewimînên hatine serê wan de axivîn. 
 
HÊJ 15 SALÎ BÛYE 
 
Yek ji van jinan Bedriye Feysal e û ji gundê Domîz ê Şengalê ye. Feysal dema hat revandin 15 salî ye û niha bûye 18 salî. Dema dikeve destê DAIŞ’ê 15 salî bûye. Roja fermanê xwe diavêje Çiyayê Şengalê û bi bavê xwe û 6 xwişk û birayê xwe re ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl tên girtin. Ewil wê dibin Şengalê û pişt re jî dibin Telaferê. Pişt re Feysal dibin girtîgeha Badûşê ya li bakûrrojavayê Musilê û heps dikin. Hepîsxaneya Badûşê tenê wek cihê jinên êzidî lê dihatin komkirin tê zanîn. 
 
Feysal ji bo neyê kuştin misilmaniyê qebûl dike. Piştî wê ji girtîgehê derdixin carek din dibin Telaferê û pişt re wê û xwişka wê ji malbatê vediqetînin û dibin Musilê. Li vir difiroşin emîrek DAIŞ’ê yê bi navê Ebu Tahir. Feysal bi vî awayî difiroşin 6 DAIŞ’yan û herî dawî dibin Reqayê. Dema Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) li Reqayê operasyona rizgarkirinê da destpêkirin, DAIŞ bi dehan welatiyên êzidî dibe Dêra Zorê. Dayik û 4 xwişk û birayên Feysal salek berê tên rizgarkirin. Feysal jî piştî 10 mehan di operasyona QSD’ê ya li Dêra Zorê de tê rizgarkirin. Bav û du xwişk û birayên Feysal di destê DAIŞ’ê de dîl tên girtin. 
 
XALÎDE MURAD
 
Xalîde Murad a zewicandî û 33 saliye ji gundê Tel Kesab a bi ser Koço ve ye. Murad roja fermanê li gel malbata xwe ji bo bigîhîje Xanesorê li nêzî gundê Herdan pêşiya wan tê girtin û dîl tê girtin. Di heman rojê de 226 ferdên eşîra wê ya bi navê Mêrka dîl tên girtin. DAIŞ ji 226 kesan 102 kesan înfaz dike. Aqûbeta yên din nayê zanîn. Murad bi dorê dibin Şengalê, Telaferê û Musilê. Ew jî bi rojan li Girtîgeha Badûşê dîl tê girtin. Murad piştî sê mehan bi piştevaniya kesek ereb ê nasê wê xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar dike. Hevjînê Murad hêj di destê DAIŞ’ê de ye. Heta îro tu agahî jê negirtiye. 
 
HURO WEK KOLEYAN DIDIN XEBITANDIN 
 
Huro a 55 salî ya ji gundê Girzer a Şengalê jî dema li gel malbata xwe di riyên fetlonek de gihîşt Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin. Huro bi hevjîn û 3 kurên xwe re dîl dikeve dest û wê dibin Telafer û li vir wê ji malbatê wê vediqetînin. Bi hefteyan li gel jinên êzidî wê di Hepîsxaneya Badûşê de radigirin. Piştî wê derdixin dibin navenda Musilê. Huro destnîşan kir ku wan 9 mehan mîna koleyan dan xebitandin û pişt re jî wê û hevjînê bi peymanek bi DAIŞ’ê re tê kirin ku hûrguliyên wê nizane dibin Kerkûkê û li vir tên berdan. Huro ji zarokên xwe tu agahiyên zelal negirtiye û li gorî agahiyên îdia jê re hatine zarokên wê hatine qetilkirin. 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

02/08/2018
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN
01/08/2018
16:34 Gundiyan derbarê teqîna Colemêrgê de axivîn: Bi dehan maşîneyên zirxî derbas bûn
16:11 Parêzerê D.D: Li Rihayê yekîneyek taybet a îşkenceyê heye
15:36 Rûsya: Dema wê bê dê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bê derxistin
14:34 Rêveberê DBP’ê yê binçavkirî hat berdan
14:20 Doza darizandina cerdevanê îstîsmarkar talûq bû
14:12 Parêzerên doza 10’ê Cotmehê: Em ê li pey dozê bin
14:10 6 meh ceza dan rojnameger Guven
13:23 Li Heskîfê pevçûn: Kesek mir
12:41 ‘Polîtîkayên 5 hezar sal ên li ser jinan, li Şengalê pêk anîn.’
12:27 152 saziyên jinan: Em ê dev ji mafê xwe bernadin
12:06 HDP: Êşa me giran e
11:37 Girtî: Em ji ber bermahiyên febrîkayê nikarin bêhn bigirin
11:30 HDP’ê îstîsmara li Qilabanê bir Meclîsê
11:13 Serokê berê yê DBP’ê Etîz jiyana xwe ji dest da
10:53 ‘Dê welat bibe girtîgeha vekirî’
10:50 Li Şirnexê pevçûn: 3 cerdevan û 4 leşker birîndar bûn
10:43 ‘OHAL li Amedê qet ne rabûye’
10:07 Helbestên kurdî digîhîjin gundan
10:00 ‘Bi armanca herêmê bêmirov bihêlin dişewitînin’
09:22 Esnafên Îdirê: Krîza dema Ecevît jî ne wisa bû
09:21 Pirtûk li girtîgehê 2 qat bihatir tên firotin
09:19 Rojnameger Oner: Di binçavan de MÎT’ê gef li min xwar
09:18 Ji 73 fermana heta Meclîsa Giştî ya Şengalê rewşa êzidiyan
09:14 Cîhanê li hemberî Efrînê rola sê meymûnan lîst -2
09:11 Hunermendê Dewletê yê Sûriyeyê: Bila welatê tu kesê nekeve vî halî
09:08 Karkerên Flormarê: Îktîdar tenê dengê me nabihîze
09:06 Li Îdirê rîçala bi çêj: Rîçala bacanê reş e
09:04 Penêrê Wanê tehma xwe ji giyayê zozanan digire
09:00 ROJEVA 01'Ê TEBAXÊ 2018'AN
31/07/2018
16:35 Polîsan li Erdişê bi ser malan de girtin
16:14 Şandeya HDP’ê serdana Yildirim kir
15:45 Taşdemîr: Em bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû ne
15:11 Li Amedê ji bo Komkujiya Garê daxuyanî: Dê têkoşîna me bidome
14:57 Reveberê DBP’ê li Mêrsînê hat binçavkirin
14:43 Şaxên ÎHD’ê: Demildest girtiyê nexweş Koçer Ozdal berdin
14:18 Malbatên Komkujiya Garê: Çima berpirsyar nayên darizandin
13:34 Baroya Amedê: Dengê îşkenceyê ji qawîşên din jî tê bihîstin
13:27 Parêzerê 46 salan: Min di 12’ê Adar û 12’ê Îlonê de tiştek wiha nedît
12:37 Şandeya HDP’ê dê biçe serdana Bînalî Yildirim
12:03 Piştî rakirina qanûnê Diyanet TV vedibe
11:40 Prz. Balsak: Girtina Guven ne hiqûqiye
11:39 Doza Komkujiya Enqereyê di bin şertên rêveberiya awarte de destpê kir
11:38 Ji bo nexweşên şekerê Hişyariya hawa germ
10:40 TOMA li otomobîlê qelibî: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
10:34 'OHAL’a daîmî’ fermî bû
10:29 Dadgehê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berat kir
10:02 Guhertina Demografiya Efrînê -1
09:49 Paylan: Dibe ku IMF deyn nede Tirkiyeyê
09:45 Hedefa astengdarê bi yek milî damezrandina akademiyê ye
09:36 Mamosteya berxwedêr: Em koka daran bixwin jî emê ji pergalê re bîat nekin
09:17 Bavê 2 zarokê wî xeniqîn: Rayedar me sûcdar dikin, qey sucê wan nîn e?
09:14 JES’an erê bikin dê bi sedan dar tune bibin
09:13 Civaknas Bariş: Yekitî wê meseleya Şengalê çareser bike
09:10 Ji bo ajantiyê kirin nava HDP’ê, ji ber ku nekarî şantaj bike, qatil kirê kir
09:08 Bihûşta li ser Aras: Gola Masiyan
09:05 Cejna Qurbanê jî hat lê kes naçe bazara heywanan
09:01 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2018'AN
30/07/2018
16:14 Oluç: Divê em li dijî rejîma ne rewa muxalefetê birêxistin bikin
15:29 HDP’ê cezayê Zarok TV’yê bir Meclîsê
15:25 Nûçegihanê me yê bûyera îstîsmarê derxist holê hat tehdîtkirin
15:06 'Li Dersimê bi zanebûn daristanan dişewitînin’
15:04 Li Edenê cînayeta kar
14:47 Mahîr Kiliç li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi çalakiyê kir
14:14 Saziyên li Wanê ji bo danişîna 10’ê Cotmehê daxuyanî dan
13:45 'Em hedef dikin ku xwedî zarokan derkevin’
13:28 HDP û KCD: Daristanan dişewitînin û vemirandinê asteng dikin
13:01 Beriya doza 10’ê Cotmehê banga beşdariyê kirin
12:43 Li Îdlipê komên dibin kontrola Tirkiyeyê de navên xwe diguherin
11:50 Doza Nisêbînê: Parastin dibe îşkence û li wan dizivire
11:41 Polîsekê hevalê xwe yê kar kuşt
11:20 ‘Em ê bi êşê re rû bi rû bimînin lê qet dev ji doza xwe bernedin’
10:40 Li Umraniyê dîwarê palpiştê hilweşiya
09:41 8 navên di MYK’a HDP’ê de guherîn
09:20 Pekoz: Şerê li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe
09:19 Yek jê 3 salî 2 zarok ji aliyê xizmên xwe ve hatin îstîsmarkirin
09:18 Li Dêrsimê dest bi qusandina hiriyê kirin
09:04 ‘Hunera xweser huner e’
09:02 Meclîsa HDP’ê ya jinan dê eniya hevpar xurt bike
09:00 Epozdemîr: Em ê rastî dozên DMME yên Tirkiyeyê mehkûm bike, bên
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN
29/07/2018
17:20 ‘Qetilkirina xwezayê qetilkirina jinê ye'
16:13 18 sal ceza li îstîsmarkar hat birîn
15:45 Dê HDP pêşengiya ‘eniya antî faşîst’ bike