Şaredariya Peyasê qadên hêşîn veguherandin qadên perestî!

  • rojane
  • 09:09 26 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED – Qeyûmên Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê û Peyasê di plana îmarê ya navçeya Peyasê de gelek guherandin pêk anîn û gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî wergerandin qadên perestî. Li gorî guhertinê mizgeftên ku bên çêkirin divê navbera wan herî kêm 340 û herî zêde jî 875 metre be. Plansazên bajêr, îtîrazî guhertinan kirin. 
 
Qeyûmên ku tayînê şaredariyên DBP’î yên Şaredariya Bajarê Mezîn a Amedê û Peyasê bûn, di plana îmarê ya navçeya Peyasê de gelek guherandin pêk anîn û tînin. Meclisên her dû şaredariyan ku piştî feshkirina meclisên DBP’ê hatin avakirin û nayên zanîn ku ji kî/ê pêk tên, her meh li hev dicivin û gelek biryarên bêhuquqî didin. Di nav van bêhuquqiyan de ‘Guhertinên ku di plana îmarê ya navçeya Peyasê de pêk tên jî’ hene. Qeyûmê Şaredariya Peyasê û rêveberiya xwe biryar standin ku gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî wergerînin qadên perestî û biryarê ji Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re şandin. 
 
PIŞTÎ DAXUYANIYA MIFTÎ HEJMAR ZÊDE BÛ
 
Muftiyê Amedê Bûrhan Îşleyen sala borî ji ajans û rojnameyên hîzbullahê re axivî û angaşt kiribû ku hejmara mizgeftên li taxên ku nû hatine avakirin, kêm in. Balkêş e piştî van daxuyaniyên muftî di gelek civînên meclisan de daxwaza guhertinên planên îmarê zêde bûn û her wiha gelek guhertin jî pêk hatin. Piraniya guhertinan li taxa Firatê ya ku muftî jî îşaret pê dike pêk hatin. Li gorî daneyên muftîtiyê li navenda navçeya Peyasê ku gelheya wê 253 hezar 323 kes e 106 mizgeft hene. 
 
BIRYAR Û DAXWAZÊN ŞAREDARIYA PEYASÊ
 
Di dirokên cuda de ji aliyê Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Şaredariya Peyasê ve bi armanca ku gelek qadên parq, kreş, otoparq û tesîsên civakî veguhezin qadên perestî proje hatin amadekirin. Projeyên ku hatine amadekirin piştî erekirina meclisa Şaredariya Peyasê pêşkêşî meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine kirin.
 
Hin deverên ku Şaredariya Peyasê dixwaze û veguherandiye cihên perestî (îbadet) navê ada, parsêl, dîrok û biryara wan wiha ne; 
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 2454, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09. 2017 – hejmara 1662) 1/5000 Plana Îmarê ya Nazim (PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1730, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 – hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1768, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 - hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1827, parsela hejmara 1  (dîrok 06.09.2017 – hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1847, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 - hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê,  adaya 1894, parsela hejmara 1 (dîrok 06.09.2017 - hejmara 1663 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 854, parsela hejmara 3 (dîrok 21.11.2017 - hejmara 2267 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada tesîsa civakî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1787, parsela hejmara 1 (dîrok 28.12.2017 - hejmara 2806 sayı-1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1794, parsela hejmara 1 (dîrok 21.02.2018 - hejmara 504 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada tesîsa sporê;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê,  adaya 8022 (dîrok 12.03.2018 - hejmara 602 -1/5000 PÎN) otopark alanından ibadet alanına;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 151, parsela hejmara 29 (dîrok 12.03.2018 - hejmara 605 -1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada perestî;
 
* Taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 890, parsela hejmara 1 (dîrok 13.03.2018 - hejmara 627 - 1/5000 PÎN) ji qada parqê wergeriya ye qada tesîsa civakî; 
 
METREYÊN NAVBERA MIZGEFTAN
 
Balkêş e di biryara ku ji Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin re hatiye şandin de navê hemû taxan wek Peyas hatiye destnîşan kirin. Mizgeftên ku tê plankirin piraniya wan li taxa Firat û pişt Lûna Parqê bên çêkirin dê navbera wan jî herî kêm 340 û herî zêde jî 875 metre be.
 
ŞAREDARİYA BAJARÊ MEZIN JÎ GUHERTIN XWEST
 
Ji bilî daxwaz û biryarên li jorê, Şaredariya Bajarê Mezin jî xwest li hin deveran daqên olî û perestî bên çêkirin. 
 
Deverên ku Şaredariya Mezin guhertina wan xwestiye wiha ne;
 
* Di civîna meclîsê ya di 10’ê sibata 2017’an de mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî adaya 1732 qeydkirî û parsela hejmara 1’ê ya 2000 metrekare ji bo olê bê tesîskirin. 
 
* Di civîna 6’ê nîsana 2017’an de hejmara 549’an a mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî qeydkirî taxa Peyasê navçeya Peyasê adaya 1757’an parsela hejmara 1’ê qada kreşê bûye û veguheze qada perestiyê.
 
* Di civîna 8’ê gulana 2017’an de hejmara 548’an a mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî qeydkirî, taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1822’an  parsela hejmara 2’an beşeke qada çandê veguheze qada olê.
 
* Di civîna 8’ê hezîrana 2017’an de hejmara 549’an a mulkiyeta li ser navê Weqfa Orfîoglu Şeyh Saadettînî Cebbavî qeydkirî, taxa Peyasê navçeya Peyasê, adaya 1757’an parsela hejmara 1’ê qada kreşê veguheze qada perestiyê.
 
* Hejmara 960’an taxa Peyasê navçeya Peyasê adaya 303 parsela hejmar 1’ê ya aîdî pêkanînê bi guhertina plana îmarê hemû parsel veguheze mizgeftê. 
 
* Hejmara 1018’an a mulkiyeta li ser navê Xezîneya Darayiyê qeydkiriye adaya 1424’an parsela hejmara 1’ê ya li taxa Uçkuyu ya navçeya Yenîşehîrê di plana îmarê ya nazimê de qada tesîsa civakî veguheze qada perestiyê.
 
GUHRTINA PLANA 3 CIHAN JI MECLISÊ DERBAS BÛ
 
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin di civînên ku demên cuda li dar xist de daxwazên li jorê kiriye rojeva xwe û nirxandiye. Di van civanan de meclisê daxwaza guhertina plana 3 cihan qebûl kiriye û biryar daye ku qadên li jor qala wan tê kirin wergerin qadên perestî. Bi sepandina plana îmarê re dê li van her sê cihan jî perestgehên olî bên avakirin. 
 
Her wiha hat ragihandin ku ji 18 deverên ku daxwaza guhertina plana wan a îmarê hatiye kirin 15 dever hatine rojeve meclisê, lê nayê zanîn ku guhertina wan hatiye erêkirin an na. Li gorî hin çavkaniyên ku nehatine teyîtkirin ji bo her 15 deveran jî plana îmarê hatiye guhertin. 
 
PLANSAZÊN BAJAR ÎTÎRAZ KIRINE
 
Plansazên bajar Fatma Buşra Cîzrelîoğullari Sadak, Haknas Sadak, Evin Mercan, Serhat Ozhan, Zeynep Kûtlû, Çetîn Aydin,  Berîvan Guneş, Osman Aybar, Berîvan Dûrak û Abdullah Sevînç biryara Midûriyeta Bajarvanî û Îmarê ya Şaredariya Peyasê ya ji bo parsêlên hejmara yek a adaya 1730, hejmara yek a adaya 1768 û hejmara yek a adaya 2454’an ku derbasî sepandina plana îmarê bûn e îtîraz kirin. Plansazên bajar bi bîr xistin ku guhertina ku pêk hatiye li dijî rêgezên bajarvanî û esasên plansaziyê ye. Her wiha plansazên bajar xwestin ku guhertinên pêk hatine bên îptalkirin. 
 

Sernavên din

26/07/2018
09:20 'Rê li ber Keyfiyeta Waliyan vekirin'
09:13 Walî nexwazin dê mîtîng jî konser jî pêk neyên
09:11 Maxdurên êrişên zayendî û nexweşên zikêşê wekhev hesiband!
09:09 Şaredariya Peyasê qadên hêşîn veguherandin qadên perestî!
09:07 Dozger rapora derbê weke delîl qebûl nekir
09:05 'Di turîzmê de milyonek û 700 kes qaçax tên xebitandin’
09:03 Qolên daran vediguherîne eşyayên xemlê
09:01 7 gund 6 salin ava qirêj a bendavê vedixwin!
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2018'AN
25/07/2018
17:13 2 HDP’î li Edeneyê hatin binçavkirin
17:09 Li Pasûrê operasyonek berfireh hat destpêkirin
16:21 HDK: ji bo Yewnanîstanê banga seferberiyê kir
14:16 Aktîvîstê aştiyê Yaylali hat berdan
13:57 Denîz Gezmîş li Cizîrê qedexe ye!
13:18 Walîtiya Dersimê mîhrîcan qedexe kir
12:45 Ji Berna Laçîn re ceza xwestin
12:14 Waliyan li Pasûr û Nisêbînê ‘qedexe’ îlan kir
12:13 Bergirî negirtin goristan wergeriya herriyê
11:58 Li Sûriyê di êrîşên xwekujî yên li peyhev de 38 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn
11:28 7 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
11:16 Beştaş: Daraz bi talîmata Erdogan biryar dide
11:13 Walî, Kemal Kurkut neheq kir û 72 polîsan mafdar derxist
11:05 Li Manîsayê jinek di zeviya lê dixebitî de, mirî hat dîtin
10:53 Ji 7 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin
10:25 Polîs hîna jî kurê wê yê kuştin pirs dikin
10:20 25 sal e agahî jê nayê girtin
09:47 Prof. Bîçer: Em hêj zextên OHAL’ê hilm dikin
09:24 Gundiyên neçarê koçê bûn: Qada jiyana me teng dikin
09:22 Maxdurê KHK’ê: Ji têrkirina zik re ne pêwîste tu memûrbî
09:15 ‘Birêxistina gel dikare HES û bendavan asteng bike’
09:14 'Berdêla keda xwe em ji çêja dolmeyan distînin'
09:10 Ji ber çewlîgên masiyan turîst nayên
09:08 Daneyên Walîtiyê têkçûna turîzmê dide nîşan
09:04 Li Şaredariya Licê lêpirsîn û ferzkirina ajantiyê
09:02 Di qaseya kamyonê de rêwîtiya mirinê dikin!
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2018'AN
24/07/2018
18:06 Malbat Şenyaşar çû serdana goran
17:51 Leşkeran malên gundê Qestelê Miqdêd hilweşand
16:52 Nûçegihanê me Çaglar hat berdan
16:42 Cotkarên Pirsûsê DSÎ’yê şermezar kirin
16:36 Rewşa rojnamegerên girtî ji Wezîr Gul hat pirsîn
15:39 Malbata Şenyaşar: Bila HDP me bi tenê nehêle
15:30 Di nava 6 mehan de ji girtîgehê herêma Marmarayê 543 serlêdan
14:30 10’emîn hejmara Kovara Jîneolojiyê derket
14:14 Li Efrînê revandina sivîlan didome: Cebhet El-Şamiye 30 sivîl revandin
13:51 KCD’ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir
13:11 Hawara Pêşmergeyê birîndar: Êdî bes e bêdeng nemînin
12:43 Hevşaredar Kaya: Ez sûcdar bim, qeymeqam jî sûcdar e
11:42 Ocalan: Bûyerên malbata Şenyaşar jiyan bir Meclîsê
11:24 Nûçegihanê me Çaglar hat binçavkirin
11:19 Li Gabarê pevçûn
11:18 Prof. Turgay: Yên şîn û ezanê qedexe dikin rêya wan ne rêya îslamê ye
11:12 Şahdî: Nûçeyên ‘kozikên PKK’ê yên li Şengalê hatin bombebarankirin’ derewand
10:29 HDP dê li Meclîsê muxaliftiyê bike û bi gel re jî têkoşînê bihûne
10:28 Der barê Buldan de lêpirsîn hat destpêkirin
10:16 Hamzaoglu: Bi girtina me xwestin hesab ji me bixwazin
09:31 Li Şirnexê her tişt weke tê zanîn e!
09:30 ‘Bawerî û çanda Elewî li ber qirkirina nijadî ye’
09:29 Ji bo ku karkerê hê baş ne bûbû xebitandin xetera ameliyatê dijî
09:28 Rektor ji 38 xwendekaran re teblîgat şand: We 338 hezar û 860 TL zirar daye, bidin
09:13 'Trambus zirarê dide hebûna dîrokî ya Rihayê’
09:11 Îstîsmara ku bi nameyê derket holê
09:09 'Ji bo ji îmarê re vekin şewatê derdixîn in’
09:07 'Em weke gul in'
09:05 Ji bo mezaxtinek adil û xwezayî hatin gel hev
09:03 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2018'AN
23/07/2018
17:00 Buldan li Colemêrgê xwest Leyla Guven bê berdin
15:42 Li Enqereyê teqînek rû da
15:05 Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar de girt
15:03 Temellî: Yên gef li malbata Şenyaşar dixwin bixin ber lêpirsînê
14:37 Çalakiya karkerên marketên Real û Makro/Uyum didome
13:14 Buldan: Li dijî faşîzma bi sazî bûyî, tekane hêvî HDP ye
12:27 Hat îdiakirin ku ji ber şideta polîsan xwe avêtiye xwarê
12:15 AKP’ê ji bo leşkeriya bedelî dê pêşniyazeke din pêşkêş bike
11:59 Li Antalyayê cînayeta kar
11:57 Li Tirkiyeyê 560 zarok bi dayîkên xwe re girtîne
11:56 Hiqûqnas Kanar rejîma nû pênase kir: Mîna rejîma reîsiya Azerbaycanê ye
11:33 Li Şîrvanê cerdevan bi hev ketin
11:06 ‘Rewşa Awarte ya mayînde’ li lîjneya giştî ye
10:47 Nexweşê di nava nivînan de kirin girtîgehê
10:19 'Ez bi gopal jî bimeşim, ez ê vî barî li pişta xwe bikim'
09:58 Li dijî walîtiya Hewlerê êrîşa çekdarî pêk hat
09:24 Ji ber tenduristiya lawê xwe bi fikar in
09:24 Di dosya Yildiz ê AKP’î de çi bêjî heye
09:14 Girtiyê nexweş Aytek ê berî 3 salan hat berdan di beşa lezgîn deye
09:13 Di zeviyan de 7 meh bi zirar xebitî
09:11 Çêjeke kevneşopiya Îdirê: Bozbaş
09:08 Niha jî bi JES'an gel koçber dikin
09:06 Îhmalkariyê Şîmşek kuşt
09:05 ‘Rewşa Awarte wek silindir bi ser hunerê re derbas bû’
09:03 Rojnameger Taşkin ji girtîgehê nivîsand: Ji bo avê kota anîn
09:01 'Tecrîd êdî xizmeta desthilatdaran nake, divê tecrîd bi dawî bibe'
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2018'AN
22/07/2018
14:59 ‘Nûrî Aydin ji ber hevalê wezîr bû we ew kir rektor?’
14:43 Kemal Turkler li ser gora hat bibîranîn
14:13 Berdevka Meclîs Jinan a HDP’ê: Di serdema nû de em ê li kolanan bin
13:08 Li Colemêrgê Rewşa Awarte ranebûye
12:04 Ji malbata xwe 5 kesan kuşt
11:50 Temellî: Em ê muxalefetê bi parlamentoyê sînordar nekin
09:37 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin