WAN - Hate ragihandin ku Îshak Dayan ê ku bi mehan e li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê di hucreyê de tê ragirtin, ji aliyê gardiyanan ve gef lê hatiye xwarin û jê re gotine: “Ger tu nebêjî çiqas bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez Tirk im, em ê te bikujin.”
Li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan didome. Li gelek girtîgehan, girtî nikarin ji mafên xwe yên bingehîn jî sûd werbigirin. Yek ji girtîgehên ku lê binpêkirinên giran ên mafan diqewimin, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê ye. Îshak Dayan ê ku di vê girtîgehê de tê ragirtin, di axaftina li ser telefonê ya bi birayê xwe re, binpêkirina mafan û sepanên xirab ên ku ew û hevalên wî dijîn, vegot. Birayê Îshak Dayan, Îsmet Dayan, got: "Di axaftina telefona min a bi birayê min re, wî anî ziman ku ew bi sepanên li dijî mirovahiyê re rû bi rû maye û got ku ew bi awayekî sîstematîk ji aliyê gardiyanan ve rastî tundiyê tên."
‘EZ BI ERDÊ RE HATIM KAŞKIRIN’
Îsmet Dayan binpêkirina mafan wiha ragihand: “Birayê min di axaftina telefona heftane de ji me re got, ‘gardiyan gelek caran serê min li hesinê kalorîferê xistin. Ez avêtim erdê û bi pêhînan li serê min û singa min xistin. Ez bi erdê hatim kaşkirin û birin revîrê û li wir ji min re gotin ‘ger tu nebêjî 'Ne Mutlu Turkum Diyene' (Çiqas bextewar e ew kesê ku ji xwe re dibêje ez Tirk im, em ê te li vir bikujin’. Me jê pirsî ‘kî vana kirine’, wî got ku ev ji aliyê komeke gardiyanên nîjadperest ên di girtîgehê de hatine kirin. Birayê min hema hema her roj ji aliyê gardiyanên nîjadperest ve bi awayekî sîstematîk tê derbkirin û gefa kuştinê li wî dixwin. Kelûpelên wî tên desteserkirin, bi mehan e di hucreyê de tê ragirtin, gelek tiştên wî yên şexsî yên wekî betanî û balîf tên desteserkirin. Dermanên wî diavêjin rûyê wî û diavêjin erdê. Dema ku sirgûnî girtîgehê hatiye kirin, rastî lêgerîna tazî hatiye.”
SEPANÊN NÎJADPEREST
Dayan diyar kir ku di pêvajoyeke ku tê de behsa pêvajoya aştiyê tê kirin, rewşên bi vî rengî baweriyê qels dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dest danîne ser pirtûkên birayê min û nameyên wî yên ji bo parêzvanên mafên mirovan nivisiye. Dest danîne ser nameyên ji bo koma CHP'ê hatibûn nivîsandin û ew çirandine, herwiha dest danîne ser pênûs û defterên wî. Madem ku pêvajoyek li holê heye, çima li girtiyan, nexasim li girtiyên nexweş, sepanên xirab ên li dijî rûmeta mirovî tên kirin? Armanca wan ev e ku girtiyan bitirsînin. Ev sepanên ku tên kirin civakê birîndar dikin û baweriyê qels dikin. Ji aliyekî ve qala aştiyê dikin, ji aliyê din ve jî li dijî girtiyên di girtîgehê de nêzîkatiyên faşîst û nîjadperest nîşan didin."
MA / Bîlal Babat
