OHP: Jiyana yektîpî li girtiyan ferz dikin

  • rojane
  • 09:17 13 Tîrmeh 2018
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Îlknûr Alcan, anî ziman ku li girtîgehên li herêma Marmarayê her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û "jiyana yektîpî" li girtiyan tê ferzkirin. 

Hikûmetê di çerçoweya Rewşa Awarte de bi KHK'ya Jimare 696'an ku di 24'ê Kanûna 2017'an de hat weşandin ji bo girtî û hikumxwaran pêkanîna "kincên yektîpî" anî. Lê belê piştî ku girtiyan bertek nîşanî vê yekê de, ev pêkanîn rawestiya. Lê belê tê gotin li girtîgehên li herêma Marmarayê li girtiyên siyasî "jiyana yektîpî" tê ferzkirin. Hevberdevka Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Îlknûr Alcan, binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Marmarayê vegotin. 
 
Parêzer Alcan bilêv kir ku bi taybetî di demên dawî de çewisandinên li ser girtiyan zêde bûne û di avêtina ser qawîşan de radyoyên girtiyan jî hatine berhevkirin. Alcan, da zanîn ku gardiyan ji nişkave davêjin ser qawîşan û di avêtina ser qawîşan de nîşeyên ku girtî girtine, pirtûkên wan û metnên bi kurî yên bi destan hatine nivîsandina hatine topkirin û got: "Her wiha nîşeyên ku ji bo parêziyên xwe girtine û pirtûkên ku di girtîgehê de nivîsandina jî ji wan stendine. Hin hejmarên ekvn ên rojnameyan jî kom kirine. Muwekîlên me yên ku nexwestine bidin jî, bi muameleyeke nebaş nêzî wan bûne." 
 
Alcan, diyar kir ku hîn jî sînordarkirina pirtûkan didome û girtiyên ku nikarin pirtûkên xwe bigirin jî bi zorê odeyên wan guhertine û di dema guhertina odeyan de dest danîne ser pirtûkên wan. 
 
Parêzer Alcan, da zanîn ku nameyên ku hatine şandin jî nadin girtiyan û got: "Mesel hefteya borî min hevdîtin bi muwekîlê xwe yê li Edîrneyê re çêkir. Dema min hevdîtin çêdikir nameyek jê re hat. Hema bêje nîviyê nameyê tune bû. Komîsyona xwendina nameyan a Edîrneyê ser nameyê xêz kiriye. Name ji Girtîgeha Kandirayê hatibû. Ew name di ber destê komîsyona xwendinê ya li wir re derbas bûye, lê girtîgeh vê yekê qebûl nake û nîviyê nameyê rewş dike. Em kêfiyetî ye. Li gelek girtîgehan ev tişt hene. Li dadweriyên înfazê îtirazê dikin, lê belê ji ber ku pêkanîna girtîgehekê ne li gor girtîgeheke din e, ev yek li gorî kêfiyeta îdareyê tê hiştin." 
 
‘KESÊN JIMARIYA LI SER PIYAN QEBÛL NAKIN LÊDANÊ DIXWIN' 
 
Alcan, bilêv kir ku hefteya borî hevaleke wan a jin çûye Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, her çend wekaletnameya wê hebûye jî, lê ji ber wekaleta wê ya wasîbûnê tune bûye nehiştine bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbike û got: "Halbûkî li gorî Qanûna Parêzeriyê belgeya karbidestiyê, di hukmê wekaletê de ye û me heta niha wisa hevdîtin çêdikirin. Lê ev yek li Bakirkoyê dest pê kir. Dibe ku girtîgehên din jî wisa bikin. Dê ev yek bi xwe re nehiqûqiyeke mezin bîne." 
 
Alcan, destnîşan kir ku li girtîgehê jimariya li ser piyan, lêgerîna tazî û hwd. li girtiyan tê ferzkirin, lê belê ev yek bêhiqûqî û kêfiyetî ye û bi vî awayî "jiyana yektîpî" li girtiyan tê ferzkirin. 
 
Alcan, da zanîn ku li ser serlêdanên derbarê binpêkirina mafan de wan jî di warê hiqûqî de serlêdan kirine û got: "Ji ber ku gelek muwekîlên me jimariya li ser piyan qebûl nekirine, gardiyanan ew derb kirine. Cezayê dîsîplînê li gelekan hat birîn. Hîn jî hin dosye li dadweriya Înfazê û AYM'ê ne." 
 
Alcan, destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin di raya giştî de nabin rojev û got: "A rastî binpêkirina mafan herî zêde di girtîgehan de pêk tê. Divê raya giştî bêtir hesas be. Nemaze jî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar hesas tev bigerin. Di vî warî de saziyên herî girîng jî baro ne. Lê mixabin komîsyonên mafên mirovan ên bariyan bi awayekş aktîf naxebitin. Eger pir bixebitiyana, dê li girtîgehan ev qas maf nehatanan binpêkirin." 
 
MA / Muhammet Dogru
 
 

Sernavên din

13/07/2018
10:36 Li Farqînê pevçûn: Cerdevanek hat kuştin
10:17 Parlamenterê HDP'ê Eksik: Têkildarî Wezîrê Tenduristiyê fikarên me hene
09:21 ‘Sedemên derûnî yên îstismarkirina jin û zarokan hene'
09:18 Gihayê gulhesilê dawî li sanciyên reglê tîne
09:17 OHP: Jiyana yektîpî li girtiyan ferz dikin
09:17 Eren Keskin: Duh Çîller-Agar, îro jî Soylû
09:16 Tirpankêşê 35 salan: Tenê hêviya min dest û milên min in
09:15 Mehmet Ocalan: Çav û guhê milyonan li Îmraliyê ye
09:14 Bi çêkirina destbûlûnk û parzûnan debara xwe dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2018'AN
12/07/2018
19:16 Malbatên Roboskiyê: Ji dêvla ku berpirsiyar bên cezakirin tên xelatkirin
18:19 Bînalî Yildirim bû Serokê Meclîsê
16:43 Di doza Dînk de Metîn Yildiz û Alî Oz hatin berdan
16:35 Cenazeyê Yusuf li Qûbînê hat definkirin
16:18 Li bendê ye ku di doza Dink de biryara navberê bidin
15:50 Cezayê girtîgehê yê dan Zuhal Olcay hat erêkirin
15:35 Doza Yildirim ên birayê hev taloq kirin
15:09 Biryar dan ku qeyûm tayînî hebûna malê zaroka 4 salî bikin
14:37 Polîsan bi ser buroya JINNEWS'ê de girt
14:33 Li Çiyayê Lîsê ji ber bombebaranê şewat derket
14:15 Biryara girtina derbarê Firat Anli de dê li benda înfazê bisekine
13:44 Di zîrveya NATO de krîz
12:51 Li Sûriyeyê rewş diguhere
12:20 AKP hewl dide OHAL’ê mayinde bike
12:19 Endama SES’ê ya ducanî û nexweşa dil 2 rojin dibin çavan de ye
12:08 Li Farqînê cenazeyê Selman ê ketibû kanala avê ya DSÎ hat dîtin
11:56 4’emîn danişîna ‘doza panzêrê’ ya li Sîlopî dest pê kir
11:38 ‘Biryara ji bo Guven wek lekeyek reş derbasî dîrokê bû’
10:58 4 welatî li Efrînê hatin revandin
10:56 Parêzerê xwendekarên ODTU: Ev çavtirsandin e
10:36 Ji bo gîhandina rastiyan gavek din: Rojnameya Fersude
10:27 Teksîvana jin a li Dîlokê: Êdî em dikarin bi bawerî biçin
10:22 Aydenîz: Kabîneya nû ya şirketa malbatê û şer e
10:01 Sedema Facîayê arizîkirin e, rapora pisporan li ber çavan negirtin
10:00 Cenazeyê Yusuf ê winda hat dîtin
09:10 Di vê germahiya havînê de bi rojan e bê ceryan in
09:09 Ji ber ferzkirina jimariya leşkerî qebûl nekir, ew avêtin hucreyê
09:08 Qeyûm qamirgeh kir plaj: Bi awayekî topyekûn êrîşî ekolojiyê dikin
09:07 'Darvekirin û xesandin ne çareserî ye, hayjêhebûna civakiyî divê'
09:06 Jinên çûn zozanan: Em 2 mehan ji bo banedar, mehekê jî ji bo xwe dixebitin
09:05 Parêzerê dosyeya Kirbayir: Doza li DMME'yê dibe ku îsal bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2018'AN
11/07/2018
21:25 Li Amedê qezaya trafîkê: 6 kes birîndar bûn
21:19 Herdu birayên di cihoka avê de wer bûn winda bûn
20:53 Encama danezanê ya Civîna Bilind a NATO'yê hat daxuyandin
20:38 Li Sêrtê endamên Egîtîm Sen û Tum Bel-Senê hatin binçavkirin
17:29 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Leyla Guven vîna me ye
17:09 Saruhan Oluç bû berdevkê HDP’ê yê nû
17:03 Li Fermandariya Cendermeyan kuştin
16:32 Nêzîkatiya rejîma nû: Êrîş, girtin û binçavkirin
16:25 Jinên Silopiyî ji bo ceyrana hatî qûtkirin, di bin 45 dereceyan de meşiyan
16:11 Bariş Atay: Dê nekarin dest danîn ser çand û hunerê
15:48 Guven: Ji bo her kesî heman hiqûq tune
15:08 Rojnamegeran xwestin hevalên wan ên girtî bên berdan
14:55 Xeta trênê ku 24 kes têde mirin dîsa ji seferê re vebû
14:38 Li ber Bîrdariya Karkerên Madenê bertek nîşanî biryara doza Soma dan
14:37 Bernamzetê HDP’ê Altingul: Gef li min xwarin û sîxuriyê li min ferz kirin
14:01 Dayikên karkerên madenê dê bi kulmek komir bimeşin Enqerê
14:00 HDP’ê ji bo namzetiya Serokatiya Meclîsê Beştaş da nîşandan
13:44 Di teqîna li Pakîstanê de 20 kes hatin kuştin
13:43 Biryar dan ku Pekîn ê got ‘Yeşîl dijî’ bê guhdarkirin dan
13:29 Duh biryara berdanê îro biryara berdewam girtinê dan
13:09 Jin Wezaretê dixwazin, lê AKP gavek din paşve çû
12:33 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Ev wiha naçe, em ê biguherîn in
12:25 Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Yerlîkaya hat binçavkirin
12:07 Karkerên înşata Zanîngeha Beykentê dest ji kar berdan
11:48 Li Sineyê qeza: 27 welatî mirin
11:31 Dadgerê biryara berdana Guven da beşdarî danişînê nebû
11:31 Meclîsa DBP'ê: Tevî her tiştî îtîfaqa gelan bi ser ket
11:30 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr: Serdema têkoşînê ye
11:08 Endama SES’ê li Mêrsînê hat binçavkirin
11:00 Kevneşopiya şalwaran a li Dersimê berdewam dike
10:56 Cezakirina kuştina 301 karkeran tenê 15 sal e
10:12 Parêzerê Soma Atalay: Rêya derbaskirina kêmasiyan têkoşîna polîtîk e
10:04 Xwendekarên li ODTU’yê pankart hildan hatin girtin
09:53 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê îro dicive
09:52 Polîtîkayên xizmeta tenduristiyê xwediyê nexweşxaneyê kir wezîr
09:24 Li dijî Adnan Oktar û koma wî operasyon
09:24 Bi sandelyeya bi teker hat edliyê û hat girtin
09:19 Parlamentera HDP'ê Başaran: Divê civak ji bo Arin û zarokên din hestiyar bin
09:19 Operasyona li Şirnexê bê navber didome
09:18 Behsa navendên îşkenceyê yên MÎT'ê yên li Ezaz û Dîlokê kirin
09:17 Xizmên girtiyên nexweş: Girtiyên rewşa wan ji a Çakici girantir hene
09:16 Ji ber zozan qedexe ne, hepsî nav bajêr bûne
09:15 10 meh in di dosyeya texsîvan Ceyhan de tu qewimîn rû nedane
09:13 ‘Bûyerên îstismarkirinê li welatên darvekirin lê hene zêdetir e'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2018'AN
10/07/2018
20:36 Vedat Aydin hat bibîranîn
17:32 Zarok rastî îstîsmara zayendî ya etar hat
16:35 Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê sonda wezîran protesto kirin
15:46 Paylan: Osmaniyan jî zavayê xwe danenîbû ser xezîneyê
15:06 Rojnameger Şerife Oruç hat berdan
14:52 Doza ‘konteynirê’ ya Dayika Aştiyê taloq kirin
14:46 Di doza Nisêbînê de roja duyem: Girtiyan parastin red kirin
14:16 Li Wanê di operasyona medyaya civakî de 11 kes hatin binçavkirin
13:54 Huda Kaya: Ji bo Qralê Erebîstanê şîn îlan kirin, lê ji bo welatiyên xwe îlan nekirin
13:53 Çima gotin ‘Dadgerê Somayê li nexweşxaneyê ye?’
13:51 Ji bo danişîna biryarê ya Komkujiya 10’ê Cotmehê bang hat kirin
13:18 Serdema nû û kodên kabîneyê!
12:47 Rojnameger Şerîfe Oruç sewqê edliyê kirin