MÊRDÎN - Bi beşdariya Veysî Aktaş, li Nisêbînê civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Di civînê de welatiyan, desnîşan kirin ku aştî pêdiviya herî lezgîn e.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) ve civîna “Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. Veysî Aktaş ê ku li Girtîgeha Îmraliyê dihat ragirtin û berî demekî hat tehliyekirin û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç di civînê de axêver bûn. Civîn li hêwaneke li navenda navçeyê hat lidarxistin. Li hêwana civîna ku bi hezaran welatî beşdar bûn de posterên Abdullah Ocalan û pankartên têkildarî civînê hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û odeyên pîşeyî beşdarî civînê bûn. Di civînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di civînê de Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin axaftina destpêkê kir û der heqê civînê de agahî parve kir.
Gulistan Sonukê, diyar kir ku dê encamnameyên civînê wek rapor bên amedekirin û anî ziman ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bendewariyên gelê Kurd, nêzîkatî û xwedîderketina wan girîng e. Herwiha Gulistan Sonukê rave kir ku Kurd bi salan e di têkoşîna aştî û civaka demokratîk dikin û Kurd di daxwaza aştiyê de bi israr in.
Piştî axaftina Gulistan Sonukê civîn bi awayekî ji çapemeniyê re girtî domand. Mazlûm Dînç û Veysî Aktaş di nirxandinên xwe de destnîşan kirin ku bi misogerkirina xwişk û biratiya Tirk û Kurdan ve dê li Rojhilata Navîn pêkvejiyaneke hevpar bê avakirin û ev yek armanca herî girîng a Tevgera Azadiyê ya Kurd e.
Welatiyên ku piştî axaftina Aktaş û Dînç axivîn, pêşniyariyên xwe yên ji bo pêvajoyê û bi rexneyên xwe yên civakî û siyasî ve bendewariyên xwe anîn ziman. Welatiyên axivîn, desntîşan kirin ku aştî ji bo gelê Kurd û gelên din pêdiviya herî lezgîn e.
Civîn piştî nirxandinan bidawî bû.
