ESKÎŞEHÎR - Endamên Civaka Kurdî ya Eskişehirê, bertek nîşanî astengkirina qursên zimanê Kurdî dan û gotin: "Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî nayê astengkirin."
Endamên Civaka Kurdî ya Eskîşehîrê, biryara Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ku qursa Kurdi a ji bo xwendekarên zanîngehê bi hinceta "xebata perwerdehiyê ya bêdestûr" asteng kir, protesto kir. Çalakî ku li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê hat lidarxistin, ji aliyê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Kedê (EMEP) û rêxistinên ciwanan ve hat piştgirîkirin. Di dema çalakiyê de ku dirûşmeyên wekî "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê ziman aştî nabe" hatin berzkirin, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê civakê Îzzettîn Altun ve bi Kurdî û ji aliyê Burak Sinmaz ve jî bi Tirkî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewldana astengkirin li dijî ziman, nasname, dîrok û hebûna gelekî hatiye kirin û mînaka polîtîkayeke çewisandinê ya sistematik e. Hat destnîşankirin ku gava mesele Kurdî be refleksa dewletê dikeve dewrê û şaxa ewlehiyê tê ber derî.
Hat bilêvkirin ku xwedîderketina li ziman û çanda xwe divêtiyeke mirovî ye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ne îro ne jî sibê wê bi tu awayî dest ji Kurdî neyê berdan û wiha hat gotin: "Zimanê me rûmeta me ye, nasnameya me ye. Em hene, zimanê me heye, têkoşîna me heye."
