WAN - Artemêt, di çarçoveya xebatên “Bajarê jinan” ên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya DEM Partiyê de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin. Artemêt ku xwedî dîrokeke bi hezaran sala ye, dê bi vê projeyê re bêhtir derkeve pêş. Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, got ku ew ê navçeyê bi nêrîna jinê jinûve ava bikin.
Şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), xizmetên xwe di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk de didin. Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê, li 5 bajarên pîlot “Amed, Artemêt, Cizîr, Nisêbîn û Gever) xebatên xwe yên di çarçoveya “Bajarê Jinan” da destpêkirin. Yek ji cihê di vê çarçoveyê de xebatan dest pê kirî jî Artemêt a Wanê ye.
Li Tejaneya Gola Wanê navên gelek cihan bi zimanê Uratiyan e yan jî ji zimanên din ên xwecihî ne û heta roja me jî ev nav bi şêweyên cuda domiyane. Li gorî pisporên ziman, navê Artemêtê jî ji peyva serdema Ûrartiyan a Artamet- Artametua -Ard(a) hatiye çêkirin. Bîra dîrokî ya navçeyê, her wiha rola diyarker a keda jinê jî radixe ber çavan. Ji Ûrartiyan heta Osmaniyan û serdema komarê, Artemêtê, piranî ev avadaniya xwe ya çandî û civakî bi pratîkên hilberînên jinan parast. Artemêt a li başûrê Gola Wanê dikeve, di tevahiya dîrokê de li ser rêyên bazirganiyê cih girt. Vê rewşa erdnîgariyê ya navçeyê, di rêxistinkirina jiyana civakî de jî rola jinan derxist pêş.
ÊN BÎRA ÇANDÎ DERBASÎ NIFŞÊN NÛ DIKIN
Çanda hilberîna kolektîf, bi taybet jî çanda li taxan, piştevaniya cîranan, di dawet, amadekariyên koçê de di navbera jinan de tevnekî civakî ya xurt pêş xist. Ev tevn, ne tenê di mijara rêxistinkirina jiyana rojane de, her wiha zemîna xurtkirina berxwedêriya civakê jî ava kir. Li Artemêtê ku çanda Kurdî lê pir xurt didome, stran û serpêhatiyên dengbêjên jin, weke parçeyeke kevneşopiya devkî ya girîng hebûna xwe didomîne. Ev serpêhatiyên di bîra jinan de hatine neqişkirin, yek ji hêmaya sereke ya parastina nasnameya herêmê ye. Çanda qeraxê ya Gola Wanê jî bi keda jinê re di nav hev de pêş ket. Kevneşopiya rezvaniyê ya li dora rêyên avê ya ji serdema Ûrartiyan ma ye hêj niha jî bi destê jinan tê domandin. Sedema hilbijartina navçeyê ya ji bo “Bajarê jinan” jî ev dîrok û çanda wê ye.
Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç, têkildarî xebatên xistine meriyetê, polîtîkayên jinan û mekanîzmayên wê ji ajansa me re axivî.
ARMANC AVAKIRINA QADÊN JIYANÊ YÊN AZAD E
Rabîa Başak Koçê, da zanîn ku Artemêt yek ji navçeyên herî zêde bi liv û tevger ê Wanê ye û nifûsa wê ya jin û ciwanan zêde ye. Bi domdarî anî ziman ku hem xwezaya navçeyê hem jî tevna civakî balkêş e û got: “Hatin û çûna geştyaran a Artemêtê zêde ye. Bi xwezaya xwe tê zanîn. Bêguman navçeya me bi avadaniya xwe ya jinê jî tê zanîn. Lewma daxilî projeya ‘Bajarê jinê’ hat kirin. Hevpara herî mezin jî meclisa jinê ye. Li vir xebatên jinan zêde tên kirin. Jin, li navçe û taxên wê bihêz in. Me hewl da xwe bigihînin hemû jinên navçeyê. Em hatin gel hev, me bi hev re biryar da û me xwestir zêdetir qadên jiyaneke azad ava bikin. Dê xebatên me yên ji bo îstîhdamkirina jinan û qadên jiyana azad bidomin.”
Bi domdarî Rabîa Başak Koçê bi lêv kir ku jin di roja me de ji hilberînê dûr hatine xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî texrîbata ekolojîk bandoreke neyînî li ser jiyana jinan dike. Roj bi roj her der dibin beton û qadên jin bi axê re hilberînê dikin tune dibin. Bi vê re dîroka me, bajarên me tên tunekirin. Dar, ax, ajalên ku jin bi sala ye debara xwe pê dikin ji dest tê girtin. Ji axê dûr dixin û her der kirin beton. Em dixwazin ekolojî û jinan dîsa bigihînin hev û bi cewhera wê ya berê re bikin yek.”
PROJEYÊN KU DÊ BIXIN MERIYETÊ
Rabîa Başak Koçê daxuyand ku piştî xebatên “Bajarê Jinê” dest pê kirin dê sê projeyan bixin meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî me şaredarî bi dest xistî, me dest bi xebatên serwextkirinê dan destpêkirin. Me xebatên psîkolojîk û civaknasî kirin. Me xwe gihand hemû jinan û li gorî hêvî û bendewariyên wan xebatên xwe kir. Me li pirsgirêkan guhdarî kir û projeyên xwe li gorî vê diyar kir. Me ev projeyên xwe cîbicî kir. Niha jî sê projeyên mezin li pêşiya me hene. Yek ji van hilberandina pedên jinan ên dikarin bên şûştin. Di heman demê de em ê qadên îstîhdamê ji bo jinan vekin. Piştî ku hevalên me bi pêşengtiya GABB’ê perwerdeya xwe temam kirin, ne tenê li Artemêtê dê li hemû navçeyên Wanê belav bikin. Projeya duyemîn jî atolyeya dirûna cilûbergên herêmî ye. Xebatên vê dest pê kir û dê di demekî nêz de ji jinan re ragihînin. Ya sêyemîn jî ji bo jinên astengdar e. Ji bo ku bo astengdaran bibe çavkaniyeke dahatê, em ê li Navenda Jiyaneke Bêastengî hilberîna galoşan bikin. Em ê vê projeyê jî di demekî nêz de bixin meriyetê. Em û jin dê bi hev re bikin û di her biryarê de dê mohra jinan hebe.”
BAJAREKÎ EKOLOJÎK Ê JINAN
Rabîa Başak Koçê bal kişand ser tundiya ser jinê ya li navçeyê zêde dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Têkoşîna li dijî tundiya ser jinê yek ji mijarên me yên herî girîng e. Em li taxan xebatên serwextkirinê dimeşînin. Ji bo ku bikarin ser Xeta Alo Şîddetê lez bigihînin me, em xebatên xwe didomînin. Her wiha xebatên me yên bi saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl re hene. Bi hevkariya jinan em ê hemû astengiyan ji holê rakin. Biryara ‘Bajarê Jinan’ dê ji bo jinûveavakirina Artemêtê bibe îradeyek. Em ê vî bajarî bi nêrîna jinan jinûve ava bikin. Tevî jinan em ê vî bajarî veguherînin bajarekî ekolojîk ê jinan.”
MA / Zeynep Durgut
