RÎZE - Li 7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê tên ragirtin, bi hinceta ku di pêşbirkekê de peyvên “Mahabad” û “Kurdistanê” derbas kirine cezayê disiplînê hate birîn.
Li 7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tên ragirtin, bi hinceta ku di pêşbirkekê de peyvên “Mahabad” û “Kurdistanê” derbas kirine cezayê disiplînê hate birîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, girtiyan hefteyek berê di navbera xwe de pêşbirk li dar xist û di wê navberê de bi ser qawîşan de hate girtin û kaxizên pirs li ser bûn hatin desteserkirin. Bi hinceta ku di pirsên ser kaxizan de peyvên “Mahabad” û “Kurdistanê” hene, der heqê Kasim Sanlig, Huseyîn Er, Nûrettîn Erdemcî, Nûrettîn Vural, Ozgur Eksîk, Mûrat Şîmşek û Turgay Vural de lêpirsîn hate destpêkirin. Di encama lêpirsînê de li Kasim Sanlig û Huseyîn Er 13 roj cezayê hucreyê hate birîn û li girtiyên din jî cezayê qedexeya tevlibûna çalakiyên civakî ya ji bo mehekê hate dayin. Peyvên “Mahabad” û “Kurdistanê” weke “bîra rêxistinê nû dike” hatin nirxandin û weke hinceta cezayê hatin nîşandan.
Girtiyan jî rewş ji parêzeran re parve kirin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
