SÊRT - Mehmet Emîn Edemen ku 31 salan di girtîgehê de ma û piştî tehliyeya xwe jiyana xwe ji dest. Hevalê Edemen, M. Nûrî Ozkan, got: “Emîn, dilsozê paradîgmaya tevgera azadiyê bû. Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir. Gelek bandor li min kir.”
Mehmet Emîn Edemen, di sala 1992’yan de li navçeya Misircê ya Sêrtê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê birî. Edemen, piştî 31 salan di 20’ê Tebaxa 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa F a Espiye ya Gîresûnê hate berdan.
Di 10’ê Mijdarê de xwîn çû ser mejiyê Edemen û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Piştî tedawiya li vir, birin nexweşxaneyeke taybet. Di 26’ê Mijdarê de jî jiyana xwe ji dest da. Edemen, salek piştî tehliyeya xwe, jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Nûrî Ozkan ku hem hevalê Edemen ê zarokatiyê bû û hem jî hevrêyê wî bû, behsa Edemen kir. Ozkan, da zanîn ku Edemen ji zarokatiya xwe heta kêliya dawî ya emrê xwe dilsozê doza mafdar a gelê Kurd bû û got: “Dema em biçûk, her tim bi hev re bûn. Kesekî gelek dilwêrek û jîr bû. Di nava civakê de jî cihê xwe girtibû. Kesayetekî welatparêz bû, di zarokatiya xwe de jî wiha bû.”
‘DILSOZÊ OCALAN Û GELÊ KURD BÛ’
Bi domdarî Ozkan anî ziman ku Edemen li dijî zext û zilma li gelê Kurd dihat kirin bêdeng nema, li ber xwe da û wiha got: “Di salên Apoyiyê de gelek ji doza Kurd û Kurdistanê dikir. Her tim dixwest di dozê de cih bigire. Dixwest ji bo azadiya vê xakê û azadiya gelê Kurdistanê têbikoşe. Li ser van mijaran em gelek axivîn. Kesekî dilwêrek bû. Ji nava gelê Kurd bi milyonan kesên dilwêrek derketin. Mehmet Emîn jî yek ji wan bû. Dilsozê Abdullah Ocalan û doza gelê Kurd bû.”
ARMANC YEK BÛ LÊ RÊBAZ CUDA BÛN
Ozkan, bi lêv kir ku Edemen di sala 1991’ê de dema li Êlihê rêveberiya Partiya Kedê ya Gel (HEP) dikir hate girtin û şandine Girtîgeha Amedê. Ozkan, wiha domand: “Piştre jî Mehmet Emîn tev li refên gerîla bû. Di sala 1992’yan de li Êlihê hate girtin û şandin girtîgehê. Ez di sala 1995’an de ji girtîgehê derketim. Ez gelek caran diçûm serdana wî. Ji ber ku di girtîgehê de bû, pêwendiyên me hinek bisînor bûn. Vêcarê jî pêwendiyên xwe bi hevalên xwe yên di girtîgehê de re pêş xist. Me gelek hevalên wî yên girtîgehê di dît. Gelek ji Mehmet Emîn hez dikirin. Di nava wan şertên bisînor de jî ji bo hevalên xwe tişta ji dest dihat dikir. Dilsozê doza xwe û hevalên xwe bû. Gelek hez dikir ku cilên li xwe dike diyariyî hevalên xwe bike.”
‘GOTIN Û KIRINÊN WÎ HEV DIGIRT’
Ozkan, bi lêv kir ku Edemen dilsozê paradîgmaya Tevgerar Azadiyê ya Kurd bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mehmet Emîn, tevahiya feraseta partiyê di kesayeta xwe de ava kiribû û pratîze dikir. Hemû pratîkên partiyê û Rêbertiyê di xwe de ava kiribû. Malbata wî malbatekî welatparêz bû. Ferq û cudahî nedixist navbera mirovan. Ji bo wî tevahiya gelê Kurdistanê di heman kategoriyê de bû. Tevahiya welatparêzên gelê Kurd weke malbata xwe di dît.”
‘XEYALA WÎ EW BÛ KU ZANÎNA XWE BI GEL RE PARVE BIKE’
Di berdewamê de Ozkan diyar kir ku Edemen piştî ji girtîgehê derketî têkoşîna xwe li derve domand û wiha pê de çû: “Dixwest tecrûbeya xwe ya 50 salan a di nava têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd de bi gel re parve bike. Dixwest tev li xebatan bibe û peywirê li xwe bigire. Dixwest tecrûbeyên xwe bi gel re parve bike. Lê mixabin şert û mercên wê ava nebûn. Nekarî vê xeyala xwe baş pêk bîne. Di nav gel de bû, diçû şînan, diçû serdana malbatan û tiştên dizanî parve dikir.”
‘EM HEM HEVAL HEM HEVRÊ BÛN’
Ozkan, got ku weke hevrê ew çiqas Edemen vebêje jî kêm dimîne û wiha axivî: “Ji ber şert û mercan me demekî dirêj hev nedît. Ez ketim girtîgehê, ew tev li partiyê bû. Piştre hate girtin û 31 salan di girtîgehê de ma. Lê me du salan gelek dem hev re derbas kir. Di demên berê de jî herî zêde min bi wî re dem derbas kir. Me ji hev gelek hez dikir, em hem hevrê hem jî heval bûn. Zarokatiya me bi hev re derbas bû. Em ne gelek zana û polîtîk bûn lê wê demê di nav gelê me de ruhekî welatparêz hebû û wî ruhî ew şand nava xebatên partiyê.”
‘TU CARNA JI MIRINÊ NETIRSIYA’
Ozkan, da zanîn ku dema Edemen di girtîgehê de tu nexweşiyeke wî ya giran ku bandorê li jiyana wî ya rojane bike nebûn û wiha got: “Hevalên wî yên zindanê digotin ‘Heval Mehmet Emîn her tim em dişand revîrê lê ew bi xwe qet nediçû.’ Piştî tehliyeyê, birin Amedê li nexweşxaneyeke taybet li kontrola giştî nihêrtin. Di vê pêvajoyê de çendek pirsgirêkên tenduristiyê hatin tespîtkirin, anjiyo bû. Demek pişte re jî ji ber demarên wî yên dil û mejî xitimîn û aliyê wî yê rastê felc bû.”
Ozkan, wiha dom kir: “Mehmet Emîn, şexsiyetekî wêrek bû. Ne di dema nav refên gerîla de ne jî di girtîgehê de tu caran ji mirinê netirsiya. Dê bibêjî tu caran namire, wisa tevdigeriya. Kêmasiya min di wî de didît jî ev bû.”
‘HER KES XWEDÎ LI ŞÎNA WÎ DERKET’
Ozkan, axaftina xwe wiha qedand: “Mirina Emîn bandoreke giran li mi kir, heta dikarim bibêjim tekane mirina bandor li min kirî ev bû. Tişta min xemgînd ike jî ew e ku piştî têkoşîna 35 salan ji girtîgehê derket û jiyana wî pir kin bû. Vê rewşê ez gelek xemgîn kirim. Lêbelê tevahiya emrê xwe fedayî doza gelê xwe kir. Jiyaneke wisa jiya. Ji 7 salî heta 70’ê salî her kes tev li şîna wî bû. Ji xelkê Misircê heta hevalên wî yên zindanê, her kes hate şîna wî. Peywira xwe ya dawî bicih anîn. Serê gelê me, hevalên me û Rêbertiya me sax be.”
MA / Ozan Bayindir
