Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê

  • jin
  • 09:09 6 Kanûn 2025
  • |
img
AMED - Welatiyên ku bertek nîşanî tora fihûşê ya li navçeya Licê de dan, diyar kirin ku berteka gel têrê nake û banga têkoşîneke hevpar kirin.
 
Nerazîbûnên li dijî tora fihûşê li navçeya Licê ya Amedê, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de, di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de xebat didomin û hefteya bê dê meşeke girseyî li navçeyê bê lidarxistin. Di vê çarçoveyê de, xelkê Licê ku em bi wan re axivîn, banga têkoşîneke hevpar li dijî fihûşê û polîtîkayên şerê taybet kirin.
 
Gulistan Erdalê bertek nîşanî şebekeya fihûşê ya li Licê da û got: "Ez bi xwe dayik im û pir nerihet im. Ev ji hêla pergalê ve tê kirin. Ger pergal piştgirî nedaya vê yekê, ev yek çênedibû. Keçeka min a 10 salî heye û ez ji bo wê ditirsim. Ev rewş di heman demê de dibe sedema ku mêr zextê li ser jinan bikin. Mînak, hevjînê min dibêje, 'Ger ev bibe, ez ê nehêlim tu derkevî derve.'"
 
‘EM Ê VÊ FERASTÊ JI HOLÊ RAKIN'
 
Gulistan Erdalê diyar kir ku jin bi zorê ber bi fihûşê ve tên kaşkirin û ev yek bi rêya gefan tê domandin û got: "Berê xwe didin hêlên hesas ên jinan. Dixwazin wan di malên wan de bigirin. Divê hemû jin ji vê rewşê re hesas bin. Ger jin îro dengê xwe dernexin, mêr jixwe dixwazin jin bêdeng bimînin. Mêr dibêjin, 'Divê jin li malê bimînin û bibin dayikên zarokên xwe.' Perspektîfa pergala mêran polîtîkayeke şerê taybet e ku armanc dike jinan di malan de asê bike. Heta niha çek û şer hebûn, lê niha li dijî jinan şerekî taybet dimeşînin. Jinan wekî metayê dibînin. Em vê yekê qebûl nakin û em ê vê zîhniyetê ji holê rakin."
 
Baran Şahîn diyar kir ku şebekeya fihûşê ya li Licê derketiye holê polîtîkayeke dewletê ye û got: "Dewlet bi zanebûn rewşên weha organîze dike. Dewlet her tiştî dike da ku raya giştî ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne. Rastiya ku tiştekî wisa li Licê qewimî vê yekê nîşan dide. Raya giştî bertek nîşanî rewşê dide, lê ev têrê nake. Ji ber ku yên ku çerxê dimeşînin bihêztir in, berteka raya giştî têrê nake. Ez bertek nîşan didim û van bûyeran şermezar dikim. Yekîtî hêz e û divê em li dijî vê rewşê yekgirtî bisekinin. Divê xelkê Licê bi yekîtî û yekgirtî tevbigere." 
 
Ayten Gulenê diyar kir ku ew ê destûrê nedin şebekeya fihûşê li Licê û got: "Divê ev şebekeya fihûşê ji Licê derkeve. Em ditirsin ku zarokên xwe bişînin cihekî. Divê her kesê ku vê yekê dike ji vê derê derkeve. Ciwan, zarok li cem me hene û em êdî nikarin baweriya xwe bi kesî bînin. Navekî xirab li Licê kirine. Lice berê pir xweşik bû."
 
BANGAWAZÎ
 
Hasan Çoban got: "Gelê Licê ji ber çeteya ku li Licê derketiye holê pir xemgîn e. Di salên dawî de li Licê ne yekîtî û ne jî hevgirtin heye. Paşve diçe. Berê zilm û girtin hebûn, lê dîsa jî yekîtî û hevgirtin hebû. Ger em bi hev re tevbigerin em ê karibin vê pirsgirêkê ji holê rakin. Em fihuşê qebûl nakin."
 
Şîrîn Kiliç diyar kir ku Licê wekî cihekî têkoşîn û berxwedanê tê zanîn û got: "Em tiştên ewqas qirêj li Licê naxwazin. Licê cihekî azadiyê bû û wan Licê wêran kir. Dewlet bi zanebûnî xelkê ber bi fihuş û qumarê ve dibe, ji dûr ve temaşe dike. Licê vê yekê heq nake. Divê her kes hêza xwe bike yek û vê çeteyê ji navçeyê derxe. Divê her kes, ji jinan bigire heta mêr û zarokan, li dijî vê rewşê rabe."
 
MA / Heval Onkol

Sernavên din

09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
16:51 Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
16:47 'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
15:53 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:07 Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
14:58 Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
13:41 Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
12:43 Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
12:32 Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
12:04 Ji Prof. Bose piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan: Divê alî vê kêliya hêviyê binixînin
11:42 TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da
11:35 Bahçelî: Em ê bi tu awayî ji pêvajoyê paşvegavê neavêjin
10:54 Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
10:53 MYK a DEM Partiyê civiya
10:20 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
10:16 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
10:15 Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
10:14 Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
09:50 Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
09:49 Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
09:22 Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
09:12 Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
09:10 Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
09:08 Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
09:07 Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
09:03 Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2025'AN
02/12/2025
18:46 Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
18:34 Netanyahu: Em dixwazin herêmeke bêçek ji Şamê heta Cebel El Şêx ava bikin
17:49 Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
16:45 Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
16:07 Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
15:56 Qirkirina daran a li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de didome
15:50 Li Amedê atolyeyên Jineolojiyê dest pê dikin
15:42 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:09 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Li dijî qetilkirina Elewiyan vîna hevpar divê
14:50 Li Midyadê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:16 Şêniyên gund xebatên kana keviran da sekinandin