NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzani, der barê entegrebûna HSD'ê ji bo artêşa Sûriyeyê de got: "Van hêzan bedelên bêhempa dan û bêyî garantiya entegrebûnê nayê hêvîkirin ku çekên xwe deynin."
Nivîsek bi sernavê "Hêvî ji bo Sûriyeyê: Serokê Kurdistana Iraqê ji bo Sûriyeyê parêzeriyê dike" ya ji hêla Dr. Qanta Ehmed ve ku di The Spectator Australia de hatiye weşandin, nirxandinên Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî yên li ser pêşeroja Sûriyeyê, rêveberiya nû û rewşa kêmneteweyan dihewîne.
Barzanî bi bîr xist ku xwezaya Sûriyeyê piralî ye û xwedî avaniyeke olî û etnîkî ya cihêreng e û got: "Nenavendîkirina desthilatê ji bo Sûriyeyê pir girîng e."
Barzanî destnîşan kir ku di vîzyona Sûriyeya nû de piralîbûn girîng e û got: "Divê Xiristiyan, Durzî, Êzdî, Elewî, Kurd, Erebên Sunnî yên sekuler û hemû hevkarên din bi tevahî û bêqusûr di Sûriyayê de werin temsîlkirin."
Barzanî der barê entegrebûna HSD'ê ji bo artêşa Sûriyeyê de bi bîr xist ku HSD'ê di şerê li dijî DAIŞ'ê de 11 hezar endamên xwe winda kirine û 32 hezar kes jî birîndar bûne û got: "Van hêzan bedelên bêhempa dane. Hûn nikarin ji wan hêvî bikin ku çekên xwe deynin, cilên xwe yên yekreng derxin û wekî takekesan tevlî civakê bibin bêyî ku ji bo entegrebûna wan tu garantiyek bê dayîn."
