13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!

  • rojane
  • 10:52 28 Mijdar 2025
  • |

ŞIRNEX - Bîlal Guzel ê ku apê wî Omer Guzel ji bo milkê wî werbigire û ew li nifûsê mirî qeydkirî ev 13 sal in nikare hebûna xwe bi fermî îspat bike.

 
Bîlal Guzel (38) ê ku di fermiyetê de li ser navê dapîr û bapîrê xwe hatiye qeydkirin û ji aliyê apê wî Omer Guzel (61) ku di fermiyetê de wek birayê wî ye, di mudiriyeta nifûsê de mirî hatiye nîşandayîn û ji ber vê yekê Bîlal Guzel 13 sal in ji bo hebûna xwe di fermiyetê de îspat bike têdikoşe. Bîlal Guzel ê ku di sala 1987’an de li gundê Bafê yê Hezex a Şirnexê ji dayik bûye, di nifûsê de li ser navê dapîr û bapîrê xwe hatiye qeydkirin. Jiyana Bîlal Guzel ê ku ji aliyê apê xwe Omer Guzel ve di 10’ê Kanûna 2012’yan de bi şahidiya 2 kesan li Mudiriyeta Nifûsê ya Hezexê wek mirî hatiye qeydkirin, serûbin bû.  
 
Bîlal Guzel ê ku dema 5 salî bû ji aliyê apê xwe Omer Guzel ve bi rêya qaçaxî çûye Almanyayê û bûye welatiyê Almanyayê, ji ber nebûna zewaca fermî ya dayika wî Turkan Bozkurt û Mehmet Guzel, di fermiyetê de li ser bapîrê wî Abdullah û dapîra wî Bahriye Guzel hatiye qeydkirin. Li gorî îdiayê, apê Bîlal Guzel, Omer Guzel ê ku di fermiyetê de birayê wî ye ji bo ji mirasa bavê xwe yê rast Abdullah Guzel û bapîrê xwe Abdullah Guzel wernegire, bi şahidiya 2 kesan di sala 2012’yan de li Mudiriyeta Nifûsa Hezexê mirî qeyd kiriye. Omer Guzel ê ku îdia kiriye ku “Bîlal Guzel, di 20 Adara 1992’yan de li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê miriye lêbelê mirina wî di fermiyetê de nehatiye qeydkirin”, bi belgeyeke sexte ku wek ji vê fakulteyê wergirtibe, mirina Bîlal Guzel qeyd kiriye. Bîlal Guzel ê ku zewicandî û bê zarok e, ji ber nebûna warisê wî li ser navê birayê xwe îlama werasetê derxistiye. 
 
BELGEYA SEXTE YA MIRINÊ 
 
Bîlal Guzel ê ku li Almanyayê dijî, bi agahdarkirina birayê xwe Mûsa Guzel ê ku li Afyonkarahîsarê dijî ve agahdar bûye. Mûsa Guzel ê ku li ser navê birayê xwe çûye Mudiriyeta Tabû û Kadestro, di fermiyetê de mirina birayê xwe ji karmendan hîn dibe. Piştî vê yekê, Bîlal Guzel ê ku bi pasaporta Almanyayê tê Tirkiyeyê, serî li Dozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê dide û diyar dike ku ew dijî û der barê apê xwe gilî dike. Bîlal Guzel ê ku piştî gilîkirinê serî li Dadgeha Îdarî ya Hezexê dide, dixwaze ku îlama weraseta wî bê ragihandin, qeyda wî ya mirinê di nifûsê de bê betalkirin û verastkirin. Piştî lêkolÎnên DNA’yê yên Tiba Edlî hat tespîtkirin ku Bîlal Guzel, ji sedî 99.99 lawê Mehmet Guzel û Turkan Bozkurtê ye. Belgeya ku Omet Guzel îdia kiriye ku ji Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê wegirtiye û pêşkêşî dadgehê kiriye, di serlêdanan fermî ya bi nexweşxaneyê re sexte derketiye. 
 
QALA MEXDURIYETÊN XWE KIR 
 
Bîlal Guzel, diyar kir ku dosyaya wî du caran bi hincetên cihê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bi şûn ve hatiye şandin û teserûfa wî ya li ser milkên wî hatiye rawestandin. Bîlal Guzel, rave kir ku ew bi pasaporta xwe ya Almanyayê ve dikare were Tirkiyeyê û ji ber nebûna nasnameya wî ya Tirkiyeyê nikare di fermiyetê de tiştekî bike. Guzel ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re qala mexdûriyetên xwe kir û got ew 13 sal in ji bo hebûna xwe îspat bike têdikoşe.
 
‘JI BO DEST DEYNIN SER MILKÊN MIN WIHA KIRIN’ 
 
Guzel, diyar kir ku ew piştî 18 salan bi pasaporta Almanyayê ve hatiye Tirkiyeyê û ev tişt got: “Piştî mirina bapîrê min (Abdullah Guzel) ku di fermiyetê de bavê min e, ez hatim Tirkiyeyê. Cenazeyê wî min ji morga Afyonkarahîsarê teslîm girt. Me wî li Hezexê defin kir. Piştre ez gelek caran di navbera Almaya-Tirkiyeyê de çûm û hatim. Li Afyonkarahîsarê, zerfek ji min hat ku li ser navê min milk mabû (du statsyonên petrolê, daîreyek, malek). Piştî min ev milk li ser navê xwe qeyd kir apê min Omer Guzel ê ku di fermiyetê de birayê min tevî birayeke xwe û du şahidên din min di nifûsê de wek fermî nîşan da. Ji bo dest deynin ser milkên min ev yek kirin. Li gorî fermiyetê ez birayê wan im û nezewicandî me.” 
 
‘DADGEH BIRYARÊ NADIN’ 
 
Guzel, destnîşan kir ku piştî hay ji qeyda mirina xwe çêbûye çûye Afyonkarahîsarê û dozger jê re gotiye “ger tu di nava du rojan de nehata, dê milkên te ji dest biçûya” û wiha pê de çû: “Dozger, piştî îfadeya min girt berê min da dadgeha Hezexê. Min li Hezexê doz vekirim. Min pasaporta xwe nîşan da. Wê wextê nasnameya min a Tirkiyeyê hebû, min nîşan da. Niha ez nikarim nasnameya nû derxim. Li Tirkiyeyê di fermiyetê de ez mirî me. Dadgeran li min vguhdarî kir, danişîn her tim hatin taloqkirin. Gelek şande guherîn, şahid hatin guhdarîkirin. Dadgehên herêmî du caran biryar dan lêbelê ji Dadgeha Bilind doz vegeriya. Ev 13 sal in ez hewl didim ku ez îspat bikim ez zindî me. Dadgehên Hezexê nikarin biryarê bidin, dişîne Dadgeha Bilind ew jî dosyayê li dadgeha herêmî re vedigerîne.”
 
‘JI BO GILÎKIRINÊ DIVÊ BERÊ EZ ZINDÎ BIBIM’
 
Guzel, rave kir ku wî ji ber biryara teserufa li ser milkên xwe gelek zirar dîtiye, ji bo bidawîkirina dozê bangî dadgeh kir û diyar kir ku ji bo ku karibe gilî bike divê ew “zindî" be û di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ez di rastiyê de dijîm, li pêşberî we me lêbelê di qeydên nifûsê de mirî me.”
 
MA / Emrullah Acar         
 

Sernavên din

10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
10:31 Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
10:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
10:24 Tahir Elçî tê bibîranîn
09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
22:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol
15:39 ‘Operasyona 19’ê Kanûnê li dijî mirovahiyê sûc e’
15:37 Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
14:29 Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin
14:18 Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin
13:43 Di lêpirsîna der heqê rojnameger Kanbal de biryara neşopandinê hat dayin
13:40 Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin
13:28 Danişîna polîsê ji doza mirina Ejegul Ovezovayê dihat darizandin hat taloqkirin
12:39 Girtiyên Apoyî: Em cejna avakirina sosyalîst bi kelecan pêşwazî dikin
12:38 Belavkarê Ozgur Gundemê Işik li ser gora xwe hat bibîranîn
12:15 Li Amedê ‘Pirtûxaneya Mestûre Erdelan’ hate vekirin
12:00 ‘Em dixwazin piştgiriya ciwanên Başûr ji Rêber Apo re bibêjin’
11:28 'Di doza Lihevkirina Bajar de hûn di rêya şaş de ne, ji vê rêyê vegerin’
11:20 Di bûyera 3 kesên li Qoserê hatibûn kuştin de kesek hate girtin
10:56 Komîsyona Meclisê dê di 4’ê Kanûnê de bicive
10:53 Cînayeta belavkarê rojnameyê Işik 32 sal in nehatiye ronîkirin
10:39 Li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê çi diqewime?
10:37 ‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’
10:19 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dest pê dike
09:41 Li dijî qirkirina daran a li Dorşînê bertek: Divê li dijî eko-qirkirinê helwest bê nîşandan
09:13 Welatiyên li Hatay û Tarsûsê pişgirî dan 'hevdîtinê': Bila dewlet jî gav biavêje
09:09 Li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 10 sal derbas bûn: Wî mercên bê şer xeyal dikir
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê